Nevin Güngör Reşan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Nevin Güngör Reşan
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Nevin Güngör Reşan wênesazeke kurd e.

Di sala 1965an de li Sêwerega navçeya Rihayê hate dinê. Dibistana seretayî li Sêweregê, dibistana navîn jî li Stembolê xwend. Du salan di warê stîlîstîkê de perwerde dît. Neh salan di vî warî de xebitî.

Di sala 1996an de dest bi wênexêziyê kir. Pêşangeha li ser navê xwe cara yekem li Stembolê li dar xist. Piştre li bajarên wek Diyarbekir, Riha, Colemêrg, Wan, Dêrsim û Berlînê jî pêşangeh li dar xistin. Bi hunermendên cuda re beşdarê gelek pêşangehên hevpar bû. Di sala 2008an de xebata wê ya bi navê “Navdarên Kurd” ku ji 111 portreyan pêk tê li bajarên wek Diyarbekir, Êlih, Bêşirî û Wêranşarê di pêşangehan de hatin nîşandan. Ev xebat di weşanxaneya Dozê de wek pirtûk çap bû. Hê jî xebatên wê yên li ser jînenîgariyên jinên kurd di rojnameyên kurdan de didomin.

Ew zewicî ye û dêya zarokekî ye. Vê gavê li Stembolê dijî. Karê xwe yê hunerê li ser çîrokên jiyanên nû didomîne.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]