Okyanûsa Arktîk

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Okyanûsa Arktîk

Okyanûsa Arktîk, herweha bi Derya Cemsera Bakur, Derya Cemedêya Bakur, an bi tenê Arktîk jî tê navandin, heta 5.608 m kûr bûnê xwe heye û bi aqarê 14,056 milon km² ve ew okyanûsa herî biçûka cîhanê ye.

Sînorên Okyanûsa Arktîk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Okyanûsa arktîk li nîvkada bakurê dinya ye. Ew navberê parzemînên Asya, Ewropa û Emerîkaya Bakur de ye. Ji bo parzemînên li dorin ew tê okyanûsak hejmertin jî, ew hin caran deryaka navî jî tê hejmertin.

Sînorên Arktîk bi Alaska(Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê), Keneda, Gronland (Danimarka), Îslanda, Norwêc û Rûsyayê re heye.

Li hindê wan parzemînan çend girav û komagravên re jî Okyanûsa Arktîk sînoren xwe hene: girava Banks, giravên Şahbanûya Elizabeth, giravên Ellesmere, Gronland, Îslanda, giravên Spitsberg, girava Kolguyev, xaka Franz Josef, Novaya Zemliya an Zemliyaya Nû, Severnaya Zemliya an Zemliyaya Bakur, giravên Sîbiryaya Nû û girava Wrangel.

Cemsera Bakur[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Cemsera Bakurê li ser Okyanûsa Arktîk de ye.

Hirçên Cemsera Bakur

Dane[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

14,056 milon km² aqara Okyanûsa Arktîk heye û rû xwe ê pir bi cemed hatiya girtin. Li Korta Molloy (140 km bakura Spitsbergen) de kûr bûne xwe radigîhê 5.608 m.

Deryayên li dor[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gronland û Skandinavya Okyanûsa Arktîk li Derya Ewropayê Bakur, li Okyanûsa Atlantîk vediqetîne. Li Tengava BêrîngAlaska û Sîbîrya Rojhelat Okyanûsa Arktîk li Derya Bêrîng, ango li Okyanûsa Mezin vediqetîne. Deryayê dinê li dor ewna ne Derya Beaufort, Derya Gronlandê, Derya Bakur (hinek li ser Okyanûsa Atlantîk jî dihejmerin), Derya Barents, Derya Karayê, Derya Laptev, Derya Sîbîryaya Rojhelat û Derya Çukçî.

Giredanê derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]