Omer Mateen

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Omer Mateen
Wêneyê wî li ser ehliyeta wî
Jidayikbûn16ê çiriya paşîn a 1986an
Mirin12ê hezîrana 2016an
Pulse, Orlando, Florida
EsilPeştûn
HevwelatîDYA
PerwerdeIndian River State College, Stuart Training School, St. Lucie West Centennial High School, Martin County High School
PîşeCerdevanê ewlehiyê
Dê û bav
  • Mîr Siddîq Metîn (bav)
biguhêreBelge

Omar Mir Seddique Mateen (jdb. 16 çiriya paşîn 1986 - m. 12 hezîran 2016) zilamekî komkuj û terorîstekî efxanî-amerîkî bû ku di 12ê hezîrana 2016an de êrîşa bi çekan li ser mêvanên LGBT yên klûbeke şevê kir. Bûyer li klûba bi navê Pulse, li Orlando (Florîda) pêk hat û di encamê de 49 kes qurban bûn û 53 kes birîndar bûn û êrîşker ji aliyê polîsan ve jî hate kuştin.[1]

Jînenîgar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ew li New York City ji dayik bû. Dê û bavê wî li Efxanistan ji dayik bûne û peştûn bûn.[2] Bavê wî Mîr Siddîq Metîn di sala 1980an de ji Efxanîstanê hatiye Amerîkayê.[3][4][5] û di 17ê çiriya paşîna (November) 1989ê de bû hemwelatiyê Amerîkayê.[6] Mîr Siddîq Metîn xwediyê kanala televizyona "Peyamî Efxan" bû[7] ku tê de kîna xwe ya ji Pakistanê anî ziman.[8] Neteweperestên peştûn ji Pakistanê nefret dikin ku Pakistan dagir kirine axa Peştûn. Sê birayên Metîn hene.[9] Piştî ku çend salan li New York City mezin bû, ew di sala 1991 de tevî malbata xwe çû Florida.[10] Malbata wî tenê wekî binavkirî misilman, lê ne olî hate binav kirin.[11]

2011-2016[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mateen di sala 2011an de du caran çû Siûdî.[12][13] Karbidestên siûdî ji bo lêkolînkirina seferên Mateen bi FBI re hevkarî kirin.[14]

Di heman salê de, Mateen hevjîna xwe Nûr Zahî Selman li ser malperek serhêl nas kir û di 29ê îlona 2011ê de li Kalîforniyayê zewicî.[15][16] Nûr Selman a ku li Kaliforniya mezin bûbû, keça koçberên filistînî bû.[12][17] Wê di kanûna pêşîn a 2015an de hevjînê xwe berda. Di dema mirina wî de, Mateen kurekî şeş salî bi Nûr Selman re hebû.[18][19][20]

Dibêjin ku Mateen ji zarokatiya xwe ve her tim fikrên nijadperest û homofobî aniye ziman.[21][22]

Êrîşa Mateen li ser mêvanên klûba Pulse li Orlandoyê, 2016[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di 12ê hezîrana 2016an de êrîşa bi guleyan li mêvanên LGBT yên klûba Pulse kir û di encamê de 49 kes qurban bûn û 53 kes birîndar bûn. Êrîşker Mateen jî ji aliyê polîsan ve hate kuştin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Williams, Pete; Connor, Tracy; Ortiz, Erik; Gosk, Stephanie (13 hezîran 2016). "Gunman Omar Mateen Described as Belligerent, Racist and 'Toxic'". NBC News. Roja gihiştinê 13 hezîran 2016. Records also show that he had filed a petition for a name change in 2006 from Omar Mir Seddique to Omar Mir Seddique Mateen.
  2. ^ Yuhas, Alan (12 hezîran 2016). "Florida nightclub shooting: 50 killed and 53 injured in 'act of terror' – rolling updates". The Guardian. Roja gihiştinê 12 hezîran 2016.
  3. ^ "50 killed in shooting at Orlando nightclub, Mayor says". FOX News Channel. 12 hezîran 2016. Roja gihiştinê 12 hezîran 2016.
  4. ^ "CBS News: ISIS Claims Responsibility For Orlando Nightclub Attack That Left 50 Dead". CBS New York. Associated Press/CBS New York. 12 hezîran 2016. Roja gihiştinê 12 hezîran 2016.
  5. ^ Bearak, Max (12 hezîran 2016). "Orlando suspect's father hosted a TV show and now pretends to be Afghanistan's president". The Washington Post. Roja gihiştinê 12 hezîran 2016.
  6. ^ Knauer, Robert (26 hezîran 2016). "LEARN ABOUT MATEEN BY TACTICAL RABBIT". LinkedIn.
  7. ^ Mezzofiore, Gianluca (13 hezîran 2016). "Orlando gunman's father railed against Afghan president in political show". Mashable (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 5 çiriya pêşîn 2022.
  8. ^ "Father of Orlando shooter hosted political show on Afghan-Pakistan issues". Reuters (bi îngilîzî). 12 hezîran 2016. Roja gihiştinê 5 çiriya pêşîn 2022.
  9. ^ Clary, Mike (18 hezîran 2016). "Eccentricity, violence at home may have helped shape Orlando shooter Omar Mateen". Sun Sentinel.
  10. ^ Montgomery, Ben; Howard, Samuel; LaForgia, Michael (13 hezîran 2016). "Before Orlando massacre, killer Omar Mateen visited parents one last time". Tampa Bay Times. Roja gihiştinê 13 hezîran 2016.
  11. ^ Sullivan, Kevin; Wan, William (17 hezîran 2016). "Troubled. Quiet. Macho. Angry. The volatile life of the Orlando shooter". The Washington Post. Ji orîjînalê di 18 hezîran 2016 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 18 hezîran 2016.
  12. ^ a b Knauer, Robert (26 hezîran 2016). "LEARN ABOUT MATEEN BY TACTICAL RABBIT". LinkedIn.
  13. ^ "Orlando gunman visited Saudi Arabia on NYU trip with 12 NYPD cops". Daily News. New York. 18 hezîran 2016. Ji orîjînalê di 18 hezîran 2016 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 19 hezîran 2016. 'People on the trip can make their own decisions about how to spend their time, though typically most people participate in the day's itinerary,' NYU spokesman John Beckman told the Wall Street Journal.
  14. ^ Chappell, Bill (13 hezîran 2016). "Orlando Gunman Had Been Taken Off Watch List, FBI Director Says". Ji orîjînalê di 17 hezîran 2016 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 17 hezîran 2016.
  15. ^ Jarvie, Jenny; Lin II, Rong-Gong (15 hezîran 2016). "Here's what we know about Noor Salman, the widow of the Orlando gunman". Los Angeles Times.
  16. ^ Goldman, Adam (1 çiriya paşîn 2016). "Orlando Gunman's Wife Breaks Silence: 'I Was Unaware'". The New York Times. Roja gihiştinê 1 çiriya paşîn 2016.
  17. ^ Mitnick, Joshua (16 hezîran 2016). "In the West Bank, Orlando gunman's widow is remembered as sheltered, simple — 'our flesh and blood'". Los Angeles Times.
  18. ^ Jacobo, Julia (15 hezîran 2016). "New Details Emerge About Orlando Nightclub Shooter Omar Mateen". ABC News. Roja gihiştinê 15 hezîran 2016.
  19. ^ Mathis-Lilley, Ben (14 hezîran 2016). "Omar Mateen Had Remarried, and His Wife Apparently Knew About His Attack Plans". Slate. Roja gihiştinê 14 hezîran 2016.
  20. ^ "Florida nightclub shooter apparently made threats in the past; ex-wife claims he beat her and took steroids". Fox News Channel. 12 hezîran 2016. Ji orîjînalê di 12 hezîran 2016 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 12 hezîran 2016.
  21. ^ Williams, Pete; Conner, Tracy; Ortiz, Erik (12 hezîran 2016). "Terror? Hate? What Motivated Orlando Nightclub Shooter?". NBC News. Roja gihiştinê 12 hezîran 2016.
  22. ^ Grimson, Matthew; Wyllie, David; Fieldstadt, Elisha (12 hezîran 2016). "Orlando Nightclub Shooting: Mass Casualties After Gunman Opens Fire in Gay Club". NBC News. Roja gihiştinê 13 hezîran 2016.