Dewleta Filistînê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ji bo maneyên din li Filistîn binêre.
دولة فلسطين Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dewleta Filistînê
دولة فلسطين Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Ala Mertal
Sirûd: Fida'i, fedayeen, Sirûda neteweyî ya Îraqê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dewleta Filistînê li ser nexşeyê
Map
Paytext
32°0'0"Bk, 35°15'0"Rh
Zimanên fermî
Zimanên tên bikaranîn
  • Samaritan Hebrew
  • South Levantine Arabic
  • Modern Standard Arabic
  • Bedawi Arabic
  • Samaritan Aramaic Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Rêber
 •  Serokdewlet Mahmoud Abbas Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
 •  Serokwezîr Mohammad Shtayyeh (2019–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Avakirin
 •  Dema avakirinê 15 çiriya paşîn 1988 (Palestinian Declaration of Independence) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre 
 •  Rûerd 6020 kîlometre çargoşe Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Gelhe
 •  Giştî 5.227.193 (2021) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Demjimêr
Hatûçûna ajotinê
  • right Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Koda telefonê +970

Filistîn (bi erebî: فلسطين‎, lat. Filastin) an jî Dewleta Filistînê (bi erebî: دولة فلسطين‎, lat. Dawlat Filastin) welateke li Rojhilata Navîn e navbera Deryaya Navîn û Urdunê de dimê. Ew bi erdnîgariyê wek di Meşrîqê de jî tê ditîn. Wê çiqas serxwebûna xwe daye zanîn û ji aliya hin dewletan hatiye naskirin jî ew di bin îşgala Îsraêlê de ye. Ew bi piranî ji hêla dewletên ereb ve tê naskirin.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piştî encamdana Şerê Cîhanî yê Yekem, di navbera Împeratoriya Osmanî û dewletên ewropî de Peymana Versayê hatiye destnîşankirin. Bi dûçûna vê peymanê Osmanî dê serxwebûna dewletên ereb bi şerta mandatiya Fransa û Îngilîstanê dê qebûl bike. Li sala 1922an de di Cemiyeta Netewan de ev mafên van dewletan hatin pejirandin. Bi dûçûna vê rêkeftinê Iraq û Filistîn dê di bin berpirsiyariya Brîtanyayê de, Libnan û Suriye jî dê di bin berpirsiyariya Fransa de be. Jixwe hîngê herêma Filistînê ji Îsraêl, Urdunê û Şerîta Xezeyê muteşekkîl bû.

Li Filistînê hindî ku hatina cihûyan zêde dibû, nerazîbûnên ereban jî zêde dibûn. Bi rêberiya Muftiyê Qudsê Emîn El-Huseynî têkoşîna çekdarî li dijî rêvebirina Brîtanyayê û cihûyan pêkhat. Li sala 1937an de li Brîtanyayê Komîsyona Peel biryarên nû hilgirtin. Bi dûçûna van biryaran li Filistinê dê du dewlet bên avakirin yek ya ereban yek jî ya cihûyan. Ev ji bo cihûyan pêngaveke baş bû. Lê ereban ev yek qebûl nedikir. Di sala 1939an de jî Hikûmeta Brîtanyêyê biryarên nû wergirtin. Bi dûçûna van biryaran li Filistînê hikûmeteke ereb dê were avakirin û hatina cihûyan bo Filistînê dê were kêmkirin û kontrolkirin. Lê ev biryar jî ji aliyê cihûyan ve nehate pejirandin û cihûyan jî dest bi têkoşîna çekdarî kir.[1]

Di sala 1947an de Brîtanyayê pirsgirêka Filistin û Îsraîlê bir ber hizûra Neteweyên Yekbûyî. Neteweyên Yekbûyî ji bo herêmê planek amade kir û di çiriya paşîn a 1947an de hatiye pejirandin. Lê ev plan ji aliyê dewletên ereb û nûnerên filistînî ve hatin redkirin. Di 14ê gulana 1948an de Brîtanyayê biryar da ku hemî hêzên xwe ji Filistînê bikêşe. Di heman rojê de civaka cihûyan serxwebûna dewleta Îsraîlê daxuyandin. Ev biryar ji aliyê Rûsya û Amerîkayê hevdem hatiye nasîn. Li ser biryara civaka cihûyan; hêzên leşkerî yên Misir, Urdun, Iraq, Sûriye û Libnanê dest bi hereketê kirin û ber bi axa Filistînê ve çûn. Lê Îsraîl di vî şerî de serketîtir bû, gelek axa Filistinê ji dewletên ereb standin. Di serêsala 1949an de di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî di navbera Îsraîl û dewletên ereb de hevpeymanên berdana çekan hatiye kirin. Nêzîkî %75 axa Filistinê ma di nav dewleta Îsraîlê de, ji Xezeyê bigire heta sinorê Misirê jî ber dewleta Misirê ket, axa mayî jî Urdunê stand. Quds jî di navbera Urdun û Îsraîlê de hatiye parvekirin.[2]

Di sala 1964an de bi alikariya dewletên ereb, Rêxistina Rizgariya Filistînê (RRF) hatiye avakirin. Têkiliya vê rêxistinê gelek bi Misirê ve hebû. Rêxistineke din bi navê El-Fetîh jî hatiye avakirin lê ti têkiliya vê rêxistinê bi dewletên ereb tinebû. Lê piştî salên 1969an de kontrola Rêxistina Rizgariya Filistînê ket bin destê El-Fetîhê de û El-Fetîhê dest bi çalakiyên gerîllayî kirin. Her wisa bi alikariyê Misirê di navbera Libnan û RRFê de peymanek hatiye destnîşankirin. Bi dûçûna vê hevpeymanê RRF dê li başûrê Libnanê bi azadî bikare tevbigere. Ev biryare ji têkiliyên Îsraîl û Libnanê jî dê bibe pirsgirêkek mezin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Arap Halkları Tarihi-Albert Hourani,r:388
  2. ^ Albert Hourani,Arap Halkları Tarihi,r:419

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]