Oriana Fallaci
Xuyakirin
Oriana Fallaci | |
|---|---|
| Jidayikbûn | 29 hezîran 1929 |
| Mirin | 15 îlon 2006 Firenze |
| Sedema mirinê | Şêrpenceya pişikê |
| Cihê goristanê | Cimitero Evangelico agli Allori |
| Hevwelatî | |
| Perwerde | |
| Pîşe |
|
| Partiya Siyasî | |
| Partner | |
| Dê û bav | |
| Xelat | |
| biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre | |
Oriana Fallaci (29 hezîran 1929[1] - 15 îlon 2006) rojnamevan û nivîskareka Îtaliyayî bû û bi taybetî di gel siyasetvanan hevpeyvîn dikir. Di Şerê Cîhanî yê Duyem de, Fallaci partîzan bû. Çalakî yên rojnamevanî yên wê gelek dirêj û serkevtî bûne.
Wê digel zor rêber û kesêtî yên navdarên navnetewî hevpeyvîn kiriye:
- Şêx Mucîburrehman, rêber û damezrênerê welatê Bengladeş;
- Dalai Lama, kesayetiya herî bilind û pîroz a Bûdîstên Tîbetê;
- Henry Kissinger, yek ji siyasetmedarên navdar ên DYAyê;
- Şahê Îranê, şahê dawî ya Îranê;
- Ayetullah Xumênî, pêşengê Şoreşa Îslamî ya Îranê;
- Deng Xiaoping, siyasetmedar û şoreşgêrekî herî navdarê Çînî;
- Willy Brandt, siyasetmedarekî sosyaldemokrat ê Almanî
- Muemer Qedafî, serokê welatê Lîbyayê;
- Yaser Erefat, yek ji serokên gelê Filistînê;
- Indira Gandhi, yekemîn jina serokwezîr li Hindistanê;
- Lech Wałęsa, siyasetmedar û çalakgerekî polonî yê.
Piştî xanînişînbûnê, Fallaci dest kir bi nivîsandina hinek gotar û pirtûkên rexnegirane li ser îslam û ereban.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]| Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |