Firenze
Firenze | |
---|---|
Kombûna Îtalyayê, bajarê mezin, bajar û Italian city-state ![]() | |
![]() | |
Bernavk: | |
Firenze li ser nexşeyê![]() | |
Koordînat: 43°46'17"Bk, 11°15'15"Rh | |
Parzemîn | Ewropa ![]() |
Dûgel | ![]() |
Beşa îdarî | |
Paytexta |
|
Rêvebir | |
• Şaredar | Dario Nardella (2014–) ![]() |
Rûerd | |
• Giştî | |
• Bilindahî | 50 m ![]() |
Gelhe | 380.948 (2018) ![]() |
Dem | UTC+1 (dema standard), UTC+2 (Demjimêra havînê) |
Koda telefonê | 055 |
Nîşana wesayîtê | FI |
Malper | www![]() |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre![]() |
Firenze (bi erebî: فلورنسا; bi tirkî: Floransa; bi latînî: Florentia) bajarekî Îtalyayê ye. Paytexta herêma Toskanayê li Îtalya navendî ye û bi 360,930 niştecîhan (2023) bajarê herî qelebalix ê Toskana ye. Jimara niştecîhên herêma metropolê digihêje 984,991an.[1]
Firenze di serdema navîn de navendeke bazirganî û aborî ya Ewropayê, û di heman demê de yek ji bajarên herî dewlemend ên wê serdemê bû.[2] Ji aliyê gelek akademîsyenan ve[3] wekî cihê jidayikbûna Ronesansê tê dîtin û bûye navendeke sereke ya hunerî, çandî, bazirganî, siyasî, aborî û darayî. Di vê demê de, Firenze bandorek mezin li ser Îtalya, Ewropa û derveyî wê hebû.[4] Dîroka wê ya siyasî ya tevlihev, serdemên serweriya malbata Medici ya bi hêz û gelek şoreşên olî û komarî vedihewîne.[5] Ji sala 1865an heta sala 1871an bajar wekî paytexta Keyaniya Îtalyayê xizmet kir. Zaravayê Firenzî bingeha îtaliya standard pêk tîne û ji ber prestîja şaheserên wek Dante Alighieri, Petrarch, Giovanni Boccaccio, Niccolò Machiavelli û Francesco Guicciardini, zarava li seranserê Îtalyayê bû zimanê çandê.[6]
Bajar her sal bi mîlyonan geştyaran dikişîne û UNESCO di sala 1982an de navenda dîrokî ya Firenze wekî Mîrateya Cîhanê îlan kir. Li bajêr gelek muze û galeriyên hunerî jî hene, wek Galeriya Uffizi û Palazzo Pitti, û hîn jî di warên huner, çand û siyasetê de bandorek heye.[7] Ji ber mîrata hunerî û mîmarî ya Firenze, kovara Forbes ew di sala 2010an de wekî bajarê herî bedew ê cîhanê destnîşan kir.[8]
Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- ↑ "Bilancio demografico mensile". demo.istat.it. Roja wergirtinê: 12 gulan 2023.
- ↑ "Economy of Renaissance Florence, Richard A. Goldthwaite, Book - Barnes & Noble". web.archive.org. 4 nîsan 2010. Ji orîjînalê hat arşîvkirin li 4 nîsan 2010. Roja wergirtinê: 12 gulan 2023.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (link) - ↑ "firenze-del-rinascimento: documenti, foto e citazioni nell'Enciclopedia Treccani". www.treccani.it. Roja wergirtinê: 12 gulan 2023.
- ↑ "Florence | Italy, History, Geography, & Culture | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). Roja wergirtinê: 12 gulan 2023.
- ↑ Brucker, Gene A. dn (1969). Renaissance Florence. Internet Archive. New York, Wiley.
- ↑ "storia della lingua in "Enciclopedia dell'Italiano"". www.treccani.it (bi îtalî). Roja wergirtinê: 12 gulan 2023.
- ↑ "FASHION: Italy's Renaissance - TIME". web.archive.org. 25 çiriya paşîn 2010. Ji orîjînalê di 27 tebax 2013 de hat arşîvkirin. Roja wergirtinê: 12 gulan 2023.
- ↑ "World's Most Beautiful Cities". Forbes (bi îngilîzî). Roja wergirtinê: 12 gulan 2023.
![]() | Ev gotara li ser bajarekî şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |