Pêçiyên Bûkê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Pêçiyên Bûkê
Kulîlkeke Pêçiyên Bûkê (Sempervivum furseorum) li mezreya Xanê, Zêdikan
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Plantae
Parçe: Spermatophyta
Çîn: Dicotyledones
Kom: Saxifragales
Famîle: Crassulaceae , DC.
Cins: Sempervivum L.
Cure

Sempervivum altum
Sempervivum arachnoideum
Sempervivum armenum
Sempervivum atlanticum
Sempervivum ballsii
Sempervivum borissovae
Sempervivum calcareum
Sempervivum cantabricum
Sempervivum caucasicum
Sempervivum ciliosum
Sempervivum davisii
Sempervivum dolomiticum
Sempervivum erythraeum
Sempervivum glabrifolium
Sempervivum ingwersenii
Sempervivum juvanii
Sempervivum kindingeri
Sempervivum kosaninii
Sempervivum leucanthum
Sempervivum macedonicum
Sempervivum marmoreum
Sempervivum minus
Sempervivum montanum
Sempervivum nevadense
Sempervivum octopodes
Sempervivum ossetiense
Sempervivum pittonii
Sempervivum pumilum
Sempervivum sosnowskyi
Sempervivum tectorum
Sempervivum thompsonianum
Sempervivum transcaucasicum
Sempervivum wulfenii
Sempervivum zeleborii

  herêm

Pêçiyên Bûkê (bi latînî: Sempervivum sp.) navê cinsê kulîlkên ku biharan piştî ku berf dihele şîn dibe ye. Li cîhanê nêzîkê 40 cureyên wan hene. Bi gelemperî cih û warên bilind de derdikeve. Kûlîlk heta payîzê jî hêşîn dimîne û bi gelemperî havînan de kûlîlk vedide. Pelgên wê pir bi avin û têne xwarin. Ji ber ku pelgên wê avê hundirê xwe de dikare bihewîne demên ku baran nabare an jî demên zehf germ de jî pelgên wê naçilmisin. Bi xwe cihên bilind û bi kevir derdikevin.

Habîtat[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pêçiyên Bûkê ji Marokoyê heta Îranê, li ser xeta çiyayên Îberiyayê, zincîreçiyayê Alpê, çiyayên Balkanan, Tirkiyeyê û çiyayên Ermenîstanê, li parçeyekî bakurê rojhelatê çola Seharayê, û Qefqazê hêşîn dibe. Ji ber ku dikarin hundirê pelgên xwe yên bigoşt de avê veşêrin, ew bi rihetî dikarin nav kevirên ber tavê de, cihên bikevir de, di nêv çiya û zozanên bilind de çeng vedidin.

Binavkirina kurdî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji ber ku serê pelgên wê sor in kurdan ew şibandine pêçiyêbûkê, bûka ku serê pêçiyê wê hinekirî û bedew.

Navê kûlîlkê bi latînî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sernavê cinsê van kulîlkan ku wekî Sempervivum tête zanîn, xwe ji zimanê latînî digre. Ew nav sernavê famîleya Pêçiyêbûkê ye. Ji ber ku, bi zimanê zanistê de Semper (herdem) û vivus bi wateya (jîndar) e. Ji bo supervivuma, kulîlka ku ‘’herdem jînbar’’ tê gotin. Çimkî ev kulîlk, mînanî darê merxê dikarin hemû demsalan hêşîn bimînin û şert û mercên dijwar ên mezinbûnê de berxwe bidin. Lê hin dewerên ku berf zehf lê dibare de, ew piştî kûlîlkvedanê nikarin ji ber serma zivistanê talmîş bidin.

Riweka baxçe[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

PêçiyêN Bûke bi awayekî belawbûyî ji bo xemilandina şaneşîn û baxçeya tê bikaranîn. Supervivum ji bo şaneşîn û bostana zehf popûler e. Çimkî ew zêde xwedikirineka taybet naxwaze, tenê ger zêde zehf meruzê tavê nebe an jî rastê sir û seqemeka hişt neyê. Ji vê yekê pê de, hema hema li dijî hemû şert û mercên zehmet dikare hêşîn bibe.

Galerî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]