Pêjgeha baskî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Goşeya navdar a barên baskî: Şeraba spî ya ziwa Txakoli

Pêjgeha baskî ji xwarin-vexwarinên Baskistanê (Welatê Baskî) re tê gotin. Gelek hevparî bi pêjgeha fransî re hene. Bandora xwe li pêjgeha spanî kiriye û gelek jî ji wê girtiye.

Taybetiyên destexaneya (sifre) baskî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Masî û çêjên deryayê cihekê sereke digirin
  • Ji goştê, yê dewar, beraz û kedanîyê. Pirr kêm be jî goştê hespê tê bikaranîn
  • Berkeliya (melzemeyê) xwarinên baskî pirr in lê kêm biharbêhnê (biharat) bikartînin

Xwarinên navdar ên Baskistanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bacalao al Pil-Pil
Marmitako
  • Angulas, Glasaale
  • Bacalao al Pil-Pil, ji masiya morînayê, bisos e
  • Bacalao a la Vizcaina, masiya morîna bi sosa îsotê
  • Caracolillos an Karakelas, qepûşka deryayî (balîfa mar, şeytanok)
  • Chipirones en su Tinta, ji kalamarê
  • Chorizo a la Sidra (şeraba sêvê), sosîsa bîberê di nava şeraba sêvê de tê kelandin
  • Chuletón de Vaca, pîrzolayên dewarê
  • Cuajada, şîvek ji şîrê mihê
  • Goxua, şîveke şîrên ji kremaya pûdingê, kulîçeyên hevîr û karamelayê
  • Marmitako, quşxaneya masiya orkînos-kartolê * Merluza en Salsa Verde, ji masiya ku bi îngilîzî navê wê hake ye, sosa ji rûn, ard, polik (baqilê xatûnî, latînî: Pisum sativum) û bexdenûsê, ji vê sosê re "sosa kesk" dibêjin
  • Pastel Vasco (fr. Gateau Basque), kulîçeyek ji hevîr. kremayê
  • Piperrada, xwarineke bîberê
  • Porrusalda, quşxaneya pirase-kartolê
  • Rape al Horno, Chicharro al Horno yan Besugo al Horno, li ser agirdank an argûnê pijandina masiyê. Kurd jî hez jê dikin
  • Txangurro, kevjal (spanî centollo)

Dab û nêrîtên destexaneya baskî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Baskî jî wekî kurdan mêvanhez in, hez ji bihevrexwarinê dikin. Bi hev re him dixwin, him jî xwarina dixwin amade dikin. Ango mêvan çû mêvaniyê ne tenê dixwe, dikeve pêjgehê, alîkariyê jî dike. Pirranî di nava mêran de wiha ye, mêr bi mêran re, ji bi jinan re. Lê heger jin çû civata mêran mêvaniyê, nakeve pêjgehê, mêr jê re xwarinê amade dikin.

Li Baskistanê gelek komeleyên xwarina kollektîv hene. Kê bixwaze, gorî kêfa xwe û tehma devê xwe tevlî komikekê dibe, dibe endam. Wekî endam diçe komeleya xwe, tevlî çêkirin û xwarina xwarekan dibe. Ev him erzan e, him jî mirov dikare bi mirovên tehma devê wan hevpar in re, demên xweş derbas bike.

Aşpêj û aşpêjxaneyên navdar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]