Pêleûs
Pêleûs Πηλεύς, Pēleus | |
---|---|
Zayend | Nêr |
Agahiyên kesane | |
Jidayikbûn | |
Dê û bav |
|
Xwişk û bira |
|
Hevjîn |
|
Zarok |
|
Xanedan | Antîgonê, Tetîs, Laodamia |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Pêleûs (yewnanî: Πηλεύς)mîtolojiya Yewnanî de keyê Ftiayê yên efsanewî ye.
Binemal
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ew kurê nîvxwedewend Eakos e. Mêrê Nêrêîd Tetîs e. Pêleûs û birayê wî Telamon, hevalên Hêraklêsê bûn. Lê di nav mîtolojiyê de tiştê ku wî girîng dike, ew bavê Axîleûs e.
Mîta Pêleûs
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Pêleûs û birayê wî Telemon zir birayê xwe Fokusê kuştin. Ji ber cezayê Aegînayê revîn hatin Ftîayê. Li wir key Eurîtîon wan bêsûc kir û keça xwe Antîgoneya Ftiayî da Pêleûsê. Wextekî şûnde Key û Pêleûs bi hev re derketin nêçîra Berana laş zêr. Piştî wî dîsa bi hev ra çûn nêçîra Beraza kovî yên Kalîdonyayê, wî nêçîrê da Pêleûs bi xeletî Key Eurîtîon kuşt. Pêleûs ji ber vê bûyerê nekarî Ftîayê bimîne ji wir jî revî.[1]
Pêleûs li Îolkosê aliyê key Acaktusê ji ber kuştina Eurîtîonê bêsûc hat qebûlkirin. Hevjîna Acaktusê Astîdameîa aşiqê Pêleûsê bû lê Pêleûs vê yekê qebûl nekir.Astîdameîa nameyeke ji Antîgonêyê ra şand. Nameyê da nûçeya zewaca keça Acaktus û Pêleûsê da. Antîgonê vê nûçeyê bawer kir û xwe daliqand.Astîdameîa dîsa nesekinî iftira avêt ser Pêleûsê got dest avêtiye namusa min lê nekariye. Acaktus Pêleûsê bire Çîyayê Pelîonê nêçîrê. Li wir Pêleûs kete xewê , Acaktus wî bê çek hişt u vegeriya. Çaxê Pêleûs hişyar bû hindik mabû Hespmêran (Sentor) êrîşê wî bikira. Lê hespmêrê zana Xeîron şûrê wî dîsa da wî. Hin çavkaniyan de Hermês şûrê wî da. [2] Pêleûs vegeriya Îolkosê pê hêzên xwe Acaktusê kuşt , Astîdameîayê perçiqand û perçeyên wê bin siwariyan da perçiqand.
Zewaca Pêleûs û Tetîsê
Pêleûs rasta Proteûs hat , Proteûs ji wê ra rêya destxistina Tetîsê got: Ew bi sedan cara şiklên xwe biguherîne jî nêzîkê wî bimîne û bi awayekî şidandî xwe li wê werêne , heya dîsa vegere şiklên xwe yên yekem wê bernede [3] Li Magnesîayê leheng , xwedawendê dibîne xwe li wê diwerîne. Lê Tetîs vê yekê aciz dibe şiklên xwe diguherîne. Pêleûs dest jê bernade. Heta Tetîs fêm bike ew wisa dewam dike. Paşê Tetîs zewacê qebûl dike.
Daweta zewaca wan di mîtolojiyê bi meseleya sevê ku heya dibe sedemê Şerê Troyayê ji ber wê navdar e. Ji seva Erîsê pêştir Posîdon du hespên nemir: Balîûs û Xanthus , diyarî dawetê kir.
Tetîs heft kur da Pêleûsê ra lê Tetîs dixwast ku wan bike nemir îlacan da wan û şeş kurê xwe bi wê awayê kuşt. Dixwast ku îlac bide ya heftemîn jî lê Pêleûs nehişt. Kurê heftemîn nemir û mezin bû, bû Axîleûs.[1]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ a b https://digitalmapsoftheancientworld.com/mythology/greek-mythology/heroes/peleus/
- ^ Aristophanes, The Clouds, 1063-1067.
- ^ Ovid, Metamorphoses