Pîr Hemzik

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Pîr Hemzik, Bîloyan, Qadîran (bi tirkî: Kadiruşağı), gundekî bi ser Çirmika Meletiyê ve ye û li Bakurê Kurdistanê ye.

Axa wê pirr bi kêrî çandiniyê nayê lê dîsa jî gundî ji bo jiyana xwe çandiniyê dikin. Giraniya aboriyê li ser xwedîkirina ajalan e. Temendirêjên gund dibêjin bav-kalên wan ji Semsûrê hatine. Herêm bi tevayî her dem di bin desthilatdariya mîrên Besnî de bûye.