Papa Eftîm I
Papa Eftîm I | |
---|---|
Navê rastî | |
Jidayikbûn | 1884 Akdağmadeni, Yozgad, Împeratoriya Osmanî |
Mirin | 14ê adara 1968an (85 salî) Şişli, Stembol |
Esil | Tirk |
Hevwelatî | Tirkiye |
Pîşe | Keşe |
Paşê | Papa Eftîm II |
Dîn | Xiristiyanî |
Zarok | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Papa Eftîm I (navê jidayikbûnê Παύλος Καραχισαρίδης, Paulos Karaxîsarîdîs) (1883 – m. 14 adar 1968) patrîkekî xiristiyan ê qeremanî yê tirk û damezirîner û yekem rêveberê Dêra Ortodoks a Tirkî bû. Ew bi nêrîna xwe ya tirkperest û tevlihevkirina xwe ya xiristiyantî û tirkperestiyê tê naskirin.
Wî wek patrîk ji 1923an heta 1962an hikûm dikir, gava ku ji ber nexweşiyê kurê xwe tayînî patrîkiyê kir bi navê Papa Eftîm II.[1]
Jiyan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di sala 1883an de li Aqdaxmedenî (Akdağmadeni) ya navçeya Yozgadê di dema Împeratoriya Osmanî de hatiye dinyayê. Di kargehekê de dixebitî. Di sala 1915an de wek kahîn hat tayînkirin û navê wî Eftim lê kirin. Wî Atatürk bi xwe nas kir û bû yek ji hevalên wî yên herî baş.[2] Eftîm di 23ê nîsana 1920an de ji aliyê CHPê ve wekî nûnerê civaka xiristiyanên Tirkiyeyê ji bo avakirina parlamena Tirkiyeyê hat vexwendin.[2]
Di parlamenê de wiha got “ez dostê tirkan im, ez tirk im û kurê tirkan im. Min her tim nasnameya xwe ya tirkî vegot. Kesên ku dibêjin ez ne tirk im ez efû nakim.”[3]
Di 14ê adara 1968an de jiyana xwe ji dest da û li goristana ortodoks a yewnanî ya Şişliyê (Stembol) hat definkirin. Gelek neteweperestên tirk û xiristiyan her sal gora wî bi bîr tînin.[4]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Hurriyet: Türkçe dua eden bir papa (in Turkish)
- ^ a b Hurriyet: Türkçe dua eden bir papa (in Turkish)
- ^ Çetintaş, Cengiz (18 çiriya paşîn 2019). Cumhuriyet'in Kuruluş Yılı 1923: TBMM Tutanakları Yıllığı (bi tirkî). Cengiz Çetintaş. ISBN 978-605-81170-6-8.
- ^ Dr. Racho Donef — Sydney, Australia. January, 2003. (23 kanûna paşîn 2004). "The Political Role of the Turkish Orthodox Patriarchate (so-called)". Atour.com. Roja gihiştinê 24 kanûna pêşîn 2013.
{{cite web}}
: CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk) CS1 maint: numeric names: lîsteya nivîskaran (lînk)