Paul Dirac

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Paul Dirac
Navê rastî
Paul Adrien Maurice Dirac Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Jidayikbûn8 tebax 1902 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin20 çiriya pêşîn 1984 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Tallahassee Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Cihê goristanêRoselawn Cemetery Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hevwelatî Brîtanî
Perwerde
Pîşe
Xebat
  • Dirac equation
  • Dirac delta function
  • Fermi–Dirac statistics
  • Dirac fermion
  • Dirac comb Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Bandorbar
Meqam
  • Lucasian Professor of Mathematics (1932–1969) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hevjîn
  • Margit Dirac (1937–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dê û bav
  • Charles Dirac Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (bav)
Xizm
  • Gabriel Andrew Dirac (adopted son)
  • Eugene Wigner (wife's brother) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Xelat
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Paul Adrien Maurice Dirac, OM, FRS (jdb. 8ê tebaxa 1902an li Bristol; m. 20ê çiriya pêşîn a 1984an li Tallahassee) fîzîknasekî brîtanyayî bû. Sala 1933î bi tevî Erwin Schrödinger Xelata Nobel a fîzîkê wergirtiye. Ew yek ji avakerên fîzîka quantan e.

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Malbata wî ji koçberên Swîsreyê yên fransîaxêv bûye. Di zanîngeha Bristolê de perwerdeya endazyariya elektrîkê dibîne û di sala 1921î de dîplom digire. Li heman zankoyê herwekî perwerdeya matematîkê jî bidawîdike.

Wê demê li seranserê Ewropayê fîzîknas li ser fîzîka quantan disekinîn û ev mijareke nû bû. Dirac jî di sala 1930î de li ser mekanîka qûantan pirtûkek diweşîne. Pirtûka wî di demekê kurt de gelek deng vedide. Wî di sala 1931î de kivşe kiriye ku ji yek kaneke manyetîkî jî qûantîzasyona barê elektrîkê gengaz e. Lê hêj nedikarî bi giştî yekane kana manyetîkî bida ravekirin. Lewra gorî zanînan ji bo bûyîneke manyetîkî du kanên elektrîkî pêwîst bû.

Ew jî wekî gelek fîzîknasên hemdemî di şerê cîhanê yê duyem de tevlî xebatên bipêşxistina ûranyûmê bûye. Li ser fîzîka qûantan di dema xwe de dibe otorîteyek mezin. Gelek teoriyên wê yên li ser bêdawîbûna gerdûnê û lêgera wateya wê hene. Bi taybetî piştî mirina wî angaştên wî gelek balê dikişînin.

P. A. M. Dirac
Paul Dirac (1929)

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Principles of Quantum Mechanics (1930) - Prînsîbên qûanta mekanîkan
  • Lectures on Quantum Mechanics (1966)
  • General Theory of Relativity (1975) - Angaşta giştî ya relatîvîteyê

Herwiha binêre[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]