Perdeyên mejiyê
Perdeyên mejî, parêzgerê demarekoendama navendî.
Demax di nav hestiyê kiloxê de, dirkepetik di nav hestiyên birrbirre de tên parastin. Herwiha demax û dirkepetik ji aliyê perdeyên mejî ve dorpêçkirî ne[1].Di navbera perdeyên mejî û hestiyê kiloxê de şileya mejî- dirkepetik heye. Perdeyên mejî û şileya mejî-dirkepetik, valahiya navbera demax û kiloxê tijî dikin[2]. Şileya mejî-dirkepetik ji boy xwedîkirina xaneyên demaxê, madeyên sûdbexş dabîn dikin. Herwiha şileya mejî – dirkepetik mîna balifek destek dide demaxê û wî ji derbên hawirdorê diparêzê[3].
Demax û dirkepetik bi sê perdeyên parêzger ve dapoşî ne. Perdeyên mejî ( bi latînî: yekjimar meninx, pirjimar meninges[4]) navê gelemperî ye ji boy van hersê perdeyan[5].
Perdeya req
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Perdeya req (bi latînî: dura mater[6]) di navbera hestiyên kiloxê û perdeya tevnepîrikî de cih digire. Perdeya req, perdeyek qalind û zexm e, ji du çînên bestereşaneyê pêk tê. Karê sereke ya perdeya req, parastina demax û dirkepetikê ye. Çîna aliyê derve, rûyê hundir ê hestiyê kiloxê dapoş dike û wekî bergê hestî kar dike. Çîna navî ya perdeya req, demaxê ji aliyê derve ve dorpêç dike, ji boy demaxê parêzgerî dike[7]. Di perdeya req te, hin pêkhateyên mîna xwînhêneran hene, xwînê ji mejî ber bi dil ve diguhazîne[5].
Perdeya tevnepîrikî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di navbera perdeya req û ya tenik de perdeya tevnepîrikî ( bi latînî: arachnoid mater“[8]) cih digire. Şêweyê vî perdeyê dişibe tevnepîrikê, loma vî navê lê kirine. Ji bestereşaneya rîşalî pêk tê. Navbera perdeya tevenepîrikî û perdeya tenik bi şileya mejî-dirkepetik tijî ye[7].
Perdeya tenik
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Perdeya tenik (bi latînî: pia mater[9]) ji çînek tenik a bestereşaneyê pêk tê. Perdeya tenik raste rast bi rûyê demax û dirkepetikê ve di nav tekilî de ye, rûyê demax û dirkepetikê mîna pêçek plastîkî dapoş dike. Lûleyên xwînê yên ko demarekoendama navendî xwedî dikin, di navbera perdeya tenik û şaneyên demar de cih digirin[10].
Ji ber hokarên nexweşiyê, kulbûna perdeyên mejiyê wekî nexweşiya menenjîtê tê navkirin[3].
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Mader, S. S., & Windelspecht, M. (2010). Human biology (12th ed.). New York: McGraw-Hill.
- ^ Mader, S. (2009). Mader, Biology 10e (10th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
- ^ a b Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
- ^ Lawrence, E. (2005). Hendersons dictionary of biology. Harlow: Pearson/Prentice Hall. ISBN 978-0-13-127384-9 meninx
- ^ a b Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
- ^ “Dura mater.” Merriam-Webster.com Dictionary, Merriam-Webster, https://www.merriam-webster.com/dictionary/dura%20mater. Accessed 1 May. 2020
- ^ a b Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.
- ^ Arachnoid.” Merriam-Webster.com Dictionary, Merriam-Webster, https://www.merriam-webster.com/dictionary/arachnoid. Accessed 1 May 2020
- ^ “Pia mater.”Merriam-Webster.com Dictionary, Merriam-Webster, https://www.merriam-webster.com/dictionary/pia%20mater. Accessed 1 May. 2020
- ^ Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,