Piştêna sîngê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Piştêna sîngê, beşek ji pelepeykerê ye.

Piştêna sîngê an jî kemera sîngê, (bi latînî: cingulum pectorale, bi inglîzî: pectoral girdle) beşek ji pelepeykerê ye.

Hestiyên ko herdu milan bi tewerepeykerê ve girê didin, piştêna sîngê (kemera sîngê) pêk tînin.[1] Piştêna sîngê du cor hestî ne. hestiyê pirika mil û defe (hestiyê bêrokê) li xwe digire. Ango piştêna sîngê mirov ji du hestiyên pirikê û du hestiyên berokê bi tevahî ji çar hestiyan pêk tên.[2]

Piştêna sîngê mirov ji çar hestiyan pêk tê.

Pirika mil[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hestiyê pirika mil (bi latînî: clavicula, bi inglîzî: clavicle) hestiyek dirêj e û bi şeweyî -S ye.[3] Seriyekî wî bi beşa tewerepeyker a hestiyê sîngê ve girêdayî ye, seriyê din jî bi defeyê (hestiyê bêrokê) ve girêdayî ye. Ji ber ko hestiyê pirikê di navbera pelepeyker û tewerepeykerê de mîna pire, girêdan ava dike, vê navê girtiye.

Defe[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Defe (bi latînî: scapula, bi inglîzî: shoulder blade) hestiyek pan û sêgoşeyî ye û her wekî hestiyê berokê jî tê navkirin. Defe li aliyê piştê qefesa sîngê de, li ser parsûyên jorîn de cih digire. Di navbera parsû û defeyê de masûlke hene. Defe (hestiyê bêrokê) ji aliyê hestiyê pirikê ve tê destekkirin. Herwisa defe bi hestiyê pazû yê mil ve jî girêdayî ye. Hestiyên pirika mil û hestiyên bêrokê ango piştêna sîngê, ji boy masûlkeyên mil û piştê, rûyê girêdanê peyda dikin. Beşa çepê û ya rastê ya piştêna sîngê bi hevdu re girêdayî nîn in. Loma her beş ji hevdu cuda, bi awayekî xweser dikare kar bike. Pirika her beşê bi navbeynkariya gehek bizêw bi tewerepeykerê ve girêdayî ye. Ev rewş firsend dide tewahiya piştêna sîngê ko bi hesanî bilive û bi vî awayê jî livîna her mil û sermilê hêsantir bike.[4]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  2. ^ Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  3. ^ Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  4. ^ Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.