Qefesa sîngê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Qefesa sîngê beşekê tewerepeykerê ye.

Qefesa sîngê (bi îngilîz: thoracic cage / ribcage) beşek ji tewerepeyker a koendama peykerê ye.

Qefesa sîngê ji 12 heb birrbirre, 12 cot parsû, kirkirkên parsûyan û hestiyê sîngê pêk tê[1]. Birrbirreyên sîngê li aliyê paşî, parsû li herdu kêlekê û hestiyê sîngê jî li aliyê pêşi ya qefesa sîngê de cih digirin. Qefesa sîngê bi eslê xwe kelênek e ko di nav wê de dil û pişik cih digirin. Karê sereke ya qefesa sîngê parastina dil, pişik, borrîhewa û soriçikê ye[2]. Qefesa sîng destek dide hestiyên piştêna sîngê. Herwisa ji bo navpençik, masûlkeyên piştê, yên sîngê, yên stû û milan bingeha girêdanê ye. Ji ber şêweyê rêza parsûyan û hebûna kirkirkan, gehên qefesa sîngê, gehên lîvoka sinordar in. Loma qebereya qefesa sîngê sabît nîn e, ji ber girjbûn û xavbûna navpençikê û masûlkeyên navbera parsûyan, diguhere[1]. Guherîna qebareya qefesa sîngê, ango kêmbûn û zêdebûna qebareya wê, derfet dide bo girtin û dayina henaseyê.

Hestiyê sîngê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Qefesa sîngê ji birrbirreyên sîngê, parsû û hestiyê sîngê pêk tê.

Di laşê mirovên pêgehiştî de hestiyê sîngê (bi îngilîzî: sternum / breastbone) hestiyek dirêj û pan e, li ser dîwarê pêşîya qefesa sîngê de di navbera parsûyan de cih digire[3]. Hestiyê sîngê ji sê hestiyên bi hev re zeliqî pêk tê û dişibe xencerek. Hestiyê beşa jorîn hestiyê herî fire ye, dişibe destika xencerê û wekî manubriyum (manubrium) tê navkirin. Hestiyê ko dişibe devê xencerê, hestiyê duyem a hestiyê sîngê ye. Ev hestî hestiyê herî dirêj ê hestiyê sîngê ye û wekî ten (bi îngilîzî: body) tê navkirin. Ten bi beşa jêrê manubriyumê ve girêdayî ye. Ji xeynî parsûyên serbest parsûyên duhem heta dehem bi beşa ten a hestiyê sîngê ve giradayî ne[1]. Hestiyê seyêm a hestiyê sîngê dişibe serê xencerê. Ev hestî wekî niçika zîfoîd (xiphoid) tê navkirin. Niçika zîfoîd li kotahiya hestiyê sîngê de cih digire, li aliyêkî ve bi hestiyê tenê ve girêdayî ye, serê vî yê din bi masûlkeyên navpençikê ve girêdayî ye[4].

Parsû[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Parsû kelêna sîngê ava dikin û endamên nav kelênê diparêzin.

Parsû (bi îngilîzî: rib) hestiyên dirêj, kevaneyî û pan in[3]. Parsû li aliyê paşîya qefesa sîngê, ji herdu aliyên birrbirreyên sîngê ber bi pêşiyê, heta hestiyê sîngê dirêj dibin. Ango dîwarê qefesa sîngê bi eslê xwe bi beşdariya hestiyên parsû pêk tê[5].Mirov, xwediyê 12 cot parsûyan e[3].Parsû li gor birrbireyên sîngê tên navkirin. Ango parsû bi kîjan birrbirreyê ve girêdayî be navê wî hestiyê digire. Serê parsûyan li aliyê paşiyê sîngê de bi birrbirreyên sîngê yên T1- T12 yan ve girêdayî ne. 7 cot parsûyên mirov, wekî parsûyên rasteqîn, 5 cotên parsûyan jî wekî zirparsû tên navkirin[6]. Her yek ji parsûyên rasteqîn bi navbeynkariya kirkirkên parsûyê, rasterst bi hestiyê sîngê ve girêdayî ne. Sê cotên zirparsû (parsûyên 8.,9.,û 10.) pêşî bi kirkirkê parsûyê 7em ve girêdan ava dikin, paşê bi navbeynkariya kirkirka parsûyê 7em hersê parsû bi hestiyê sîngê ve tên girêdan[3]. Du cotên zirparsû bi hestiyê sîngê ve girêdayî nîn in, loma wekî parsûyên serbest tên navkirin[6].

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b c Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.
  2. ^ Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  3. ^ a b c d McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill
  4. ^ Mader, S., & Windelspecht, M. (2017). Human Biology (15th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  5. ^ Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  6. ^ a b Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.