Pilingên Tamîl

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Pilingên Azadiya Tamîl Eelam
தமிழீழ விடுதலைப் புலிகள்
ÎdeolojîNeteweparêziya Tamîl
SerokVelupillai Prabhakaran (1976 - 2009)
Selvarasa Pathmanathan (2009)
Qada operasyonê DYA,  KY
 Kanada[1]

Pilingên Azadiya Tamîl Eelam, (bi inglîzî: Liberation Tigers of Tamil Eelam - LTTE; bi tamîlî: தமிழீழ விடுதலைப் புலிகள்; kurt: Pilingên Tamîl) rêxistinek çekdarî ye ku ji bo serxwebûna Tamîl li Srî Lankayê şer dikê. Pilingên Tamîl ji aliyê 31 welatan weke rêxistinek terorîst hatiye îlan kirin, di nav wan de ji aliyê Hindistan, DYA[2] û YE[3] yê.

Pilingên Tamîl di şerê bi dewleta Srî Lankayê ji bo serxwebûna herêmên tamîl, ku dikevin bakur û rojhilatê Srî Lankayê, têdikoşê. Li wan herêmên heta sala 2009'a di bin kontrola Pilingên Tamîl de, ew bi têne xwedî desthilatdar bûn.

Serokê Pilingên Tamîl Velupillai Prabhakaran bû û herêmên di bin desthilata tevgerê tenê birêve dibir. Velupillai Prabhakaran di şerê gulana 2009'a de ji aliyê hezên Srî Lankayê hate kuştin.

Di salên 1960'î de xwendekarên tamîlî dest bi rêxistinkirina xwe kirin û di destpêkê de bi çalakiyên sivîl di dijî bindestiya gelê xwe têkoşiyan. Di wan salan de derdora 30 rêxistinên biçûk hatin sazkirin, di nav wan de Pilingên Tamîl jî kû heta sala 1976'a navê wan TNT (Tamil New Tigers) bû.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 7 tebax 2011 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 9 îlon 2011{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  2. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 19 adar 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 28 gulan 2009{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  3. ^ europa.eu: Lîsta rêxistinên terorîst ya 29'ê gulanê 2006'a[Girêdan daimî miriye]