Pirtik

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Pirtik navê çend xwarin û şîraniyan e. Pirtik bêjeyeke kurdî ye, ji tiştinên lê zêde bûne re dibêjin. Pirtik herwiha di gelek wateyên nêzîk de tê bikaranîn.

Di pêjgeha kurd de bi navê pirtikê şîranî, kilor, kate û xwarin hene. Mixabin li ser bingeha wan binavkirina lêkolînekê nehatiye kirin, ji ber wê jî carnan tevlîhevî derdikevin, kîjan kîjan e.

Bi navê pirtikê sê xwarinên sereke[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Berkeliya pirtika Xerzanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 2 kevçî simaqa hebî
  • 2 kevçî merge (ava fringiyan, ava bacanê sor, ava tomatosê)
  • 500 gr siyale
  • 1 serî pîvaz
  • 3 kevçî riz (birinc)
  • 1 kevçî îsota sor a ne tûj e
  • Îsota reş
  • Xwê
  • Rûnê ron
  • Biharbêhn (biharat)

Çêkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Simaqa xwe têxin nava stekaneke (qedeh) ava şîregerm, nermijî bikin. Pîvaza xwe hûr bikin, di nava rûn de heya zerayî pê ket biqijilînin. Mergeyê tevlî bikin, wî jî biqijilînin, baldar bin bila pîvaza we neşewite.

Siyaleya xwe (spenax) hûr bikin, tevlî pîvazan bikin. We spenax tevlî kir, agirê xwe nizm bikin, wê jî heya nermijî bû biqijilînin.

Biharbêhn, xwê û avê bikinê. Bila ava wê ne pirr zêde be, ne jî kêm. Kel pê ket, rizê tevlî bikin, agirê nizm de heya birinca we nermijî bû, bikelînin.

Ava simaqê tevlî xwarina xwe bikin, kelekê pê bînin, ji ser agir daynin. Beriya bînin ser destexaneyê, bi dilê xwe binikên xwarinê bixemilînin.