Qasimê Xelîlî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Qasimê Xelîlî
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Qasimê Xelîlî di sala 1979an de li gundê Dîlan ku girêdayî bi Kerborana Mêrdînê ve ye hatiye dinyayê. Ew bi xwe ji gundê Xelîla ye. Ji ber bavê wî mela bû wî li gelek gundên derdora Kerboran zarokatiya xwe bûrandiye. Di salên notî de xwendina xwe ya dibistanê li Cizîr û Amedê kiriye. Di 2001î de piştî mezûniyeta zanîngehê dibe mamosteyê wêje û zimanê tirkî. Zewacî ye û bavê du zarokan e. [1]

Ji xortaniya xwe ve bi teybet ji bandora bavê xwe dibe meraqdarê ziman û wêjeya klasîk a kurdî. Hinek dersên erebî yê medresê jî xwendine.

Hê di dema zanîngehê de di kovara înternetî ya çand û hunera kurdî ku bi nav Mehname bû de çend helbestên wî têne weşandin. Lê piştî hingî heta sibata 2017an navberereke dirêj dide nivîsandinê. [2]

Helbestên wî kêm ji wan bi pîvana kîteyan in, piraniya wan bi aruzê ne. Hin helbestine serbest nivîsandibin jî bêhtir helbestên wî bi pîvan in. Dîse piraniya wan li ser mijarên evînê ne. Di helbestê de bi zanîn weke tercîhekî devoka Torê bi kar tîne.

Qasî çend pirtûkan helbestên wî hene û pirtûka wî ya bi navê Durr û Mercan çap bûye. [3]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]