Qedra zahirî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Qedra zahirî yekeyek e ku nîşan dide ka cismekî esmanî (roj, stêr, heyv, gerstêrk) ji dinê çiqas geş xwiya dibe. Dîroka pîvana qedra zahirî ya cismên esmanî digêhije dewrên kevin, dema stêrnasê yewnan Hîparkûs (190-120 berî zayînê) û Betlemyûs (100-175 piştî zayînê). Wan stêr gorî geşiya wan kiribûn şeş paran. Gorî vê parvekirinê stêrên herî geş wek yên bi 1'emîn mezinahî, yên bi kêmtirîn geşî jî wek 6'emîn mezinahî hatin tesnîfkirin. Dûv re ew mezinahî bi herdu hêlan de hat zêde kirin. Di sala 1850'î de ji hêla Norman Robert Pogson mezinahî wek logarîtmîk hat salixandin û bi vê ve stêreka 1'emîn mezinahî 100 caran ji stêreka 6'emîn mezinahî geştir e.

  • Bi teleskopên mezin ve stêrên heta 22 mezinahî tên dîtin.
  • Cismên ji stêrên di beşa 1'emîn mezinahî geştir, bi mezinahiyeka negatîv ve tên nimandin, mîna Gelawêj −4,4 m û Roj −26 m[çavkanî hewce ye].

Pitirîn qedra zehirî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Qedra zahirî ya maksîmûma hin cismên esmanî
Nav Cûreya cisim Qedra
zahirî
ya maksîmûm
Roj stêr −26,73 mag
Heyv peyk −12,73 mag
Gelawêj gerstêrk −4,67 mag
Berçîs gerstêrk −2,94 mag
Behram gerstêrk −2,91 mag
Tîr gerstêrk −1,9  mag
Qurix stêr −1,46 mag
Suheyl stêr −0,73 mag
Keywan gerstêrk −0,47 mag
Veqî stêr 0,03 mag
Stêra Bakur stêr 1,97 mag
Ûranûs gerstêrk 5,5 mag
Neptûn gerstêrk 7,8 mag
Plûton gerstêrk 13,9 mag

Senifandina stêrên dîtbar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Stêrên heta 6'emîn mezinahî bi çavên rût dikarin bên dîtin. Lê yên ji wê zeyîftir encax bi hin alavan dikarin bên dîtin. Stêrên ku bi çavên rût tên dîtin hana tên senifandin:

  • 1'emîn mezinahî: 23 stêr
  • 2'emîn mezinahî: 70 stêr
  • 3'emîn mezinahî: 170 stêr
  • 4'emîn mezinahî: 430 stêr
  • 5'emîn mezinahî: 1200 stêr
  • 6'emîn mezinahî: 4000 stêr

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]