Here naverokê

Roj (stêrk)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Xor hat beralîkirin)
Ji bo maneyên din li Roj binêre.
Roj
  • G-type main-sequence star Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pêk tê ji
  • solar prominence Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Rûerd
  • 6.090.000.000.000 km² Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Roj, Ro, Roh, Hetav, Tav, Xor,[1][2][3][4] (bi zazakî û farisî: roz; bi soranî: xor an hetaw; hewramî ruçiyar; nîşan: ☉), stêrke ku li navenda Pergala Rojê ye ku gelek gerstêrkên din û Erd li dora wê digerin. Dema ku Roj li dora xwe dizivire, Galaksiya Riya Şîrê li dora rojê dizivire. Roj, stêrkekî bi mezinahiya pîvana navîn e ku bi tenê ji %99,8ê girseya Pergala Rojê pêk tîne. Her wiha, her ko Erd dorekê li dora xwe dizivire, rojek diqede û ji wan 24 saetan ra jî rojek dihê gotin.

Roj jî bi wateya peyva inglîziya day e û hetav di wateya tava Xorê ye.

Agahiyên giştî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  • Firehî: 1 392 000 km (109 caran li dinê ye)
  • Giranî : 1,99 x 10 30 kg (333 caran li dinê ye)
  • Cihgirtin : 1 300 caran li dinê ye.
  • Hêza kişandina rûyê wê: 28 caran li dinê ye
  • Germahiya rûyê wê: 6 000 C
  • Germahiya navikê: 15 000 000 C

Tav bi lezeke pir kêm li dora menzûmeya xwe digere û ev yek dibe sedem ku em wê wek dayîre yan gilovereke gulmutîk bibînin.

Eger leza zivirîna Tavê pir pir zêde ba hingî menê wê gunikî bidîta.

Eger hûn li ser Seth yan rûbara Tavê bisekinin hingî hûnê fasileya navbera Makû Heya Xuresanê di 14 deqeyan da, bimešin.

Eger bîyanîyên pêšketî, bikaribin teorîya nisbîyeta taybet ( Einstein) neqz bikin, hingî werin em wisa bidin ber çavan ku ew rabihorîya me biguherin, wek mînak di 10 hezar salan berîya dema me ya niha da, hêrišî me bikin lê bê guman ew nabe çimku ew jî li hember leza ronahîyê teslîm in û çok danîne.

Enerjîya pir pir mezin ku Tav di sanîyekê da, berhem tîne, têra berhemanîna elekterîsîteya pêwîst ya hemû dewletên cîhanê xwejî bi qasî 1 milyon salan, dike.

Sedema pir pir terikîbûna( mezinbûna zêde) Tav û stêrkan vedigere ser lawazî û bêhêzbûna herî zêde ya hêza kašê( gravity).

Eger hêza kaš, bihêztir biba dê hejmara atomên pêwîst jibo pêkhanîna stêrkek, bi milyonan car, kêmtir ji yên niha ba.Eger çirîya Tavê, 70%'ê çigalîya wê ya niha ba û di okyanûsa Aram da jî cî biba, hingî dê li ser avê bima, dê tê ra neçûya û noqî avê nebûya.18-Çigalî( çirî yan baristeya) Tava ku pir pir terikî ye, tenê 30% baristeya Erdê ye!

Hêlios (bi latînî: Helius), di mîtolojiya yewnanî de xwedayê Rojê ye. Di mîtolojiya Romê de, ji xwedayê Rojê re Sol tê gotin. Navê zanistî yê Rojê êdî bi latînî: Sol e. Helyûm (ji Hêlios) navê Rojê jî heye.

Ev yek jî pir ecêb nîne çimku Goga Erdê, cismek req û berk e lêbelê Tav dagirtîye ji gazên sivik yên wek Hîdrojen û Helyûm!

Gerstêrkên li dora wê digerin:

  1. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 24 îlon 2011 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 18 îlon 2011{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  2. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 11 adar 2016 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 18 îlon 2011{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  3. ^ http://dibistana-sorani.blogspot.com/
  4. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 18 hezîran 2008 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 18 îlon 2011{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)