Suheyl

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Suheyl

Suheyl an Kanopûs an jî α Carinae (Alpha Carinae) geştirîn stêrka komstêrka Karîna ye. Herwiha piştî qurix, duyemîn stêrka herî geş a ezmanê şevê ye. Qedra wê ya zahirî -0,72 ye û qedra wê ya mitleq jî -5,53 ye. Navê wê ji erebî derbasî kurdî û gelek zimanan bû ye û bi kurdî wateya wê bigeş, bişewq e.