Qerekilîs

(Ji Qerekilîse, Erdîş hat beralîkirin)
Qerekilîs
Uncular
Qerekilîs li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Qerekilîs
Qerekilîs
Koordînat: 39°7′0″Bk 43°14′57″Rh / 39.11667°Bk 43.24917°Rh / 39.11667; 43.24917
WelatBakurê Kurdistanê
DewletTirkiye
ParêzgehWan
NavçeErdîş
Bilindahî
1.805 m (5922 ft)
Nifûs
 (2012)
1.367
Koda postayê
65450
Koda telefonê(+90) 432
Map
biguhêreBelge
Dûrahî
Bajar gund Navçe
? km ? km

Qerekilîs (bi tirkî: Uncular), gundekî girêdayî navçeya Erdîşê û parêzgeha Wanê ye. Nufûsê gund nêzîkî hezar û çarsed kesiye. 15 km dûrî navçeyê ye. Li gund zêdetir, genim, kartol, tivir û silq têne çandin. Qerekilîs zêdetir bi hêşînayi ya xwe meşhûr e. Li Rojavayê gund aveke sarogerm derdikeve, ew av zivistanê jî germe, ji bo vê yekê ji wê derê re dibêjin "Germik". Li aliyê rojhilatê gund girekî mezin bi navê Kengekox heye. Gund di aliyê tariş de zêde pêşketî nîne. Di demên borî de li gund sê heb aş hebûne, lê îro her sê aş jî bi erdê ve bûne yek.

Gelhenasî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sal Gelhe[1]
2012 1.367
2000 1.346
1990 1.065
1985 874

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Yerelent, Uncular, ji orîjînalê di 9 hezîran 2015 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 21 nîsan 2015