Qetmera Dîlokê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Qetmera Dîlokê, gelek dişibe ya Sêwas, Xarpêt û Rihayê. Deverûn, nanê tewikî yê rûnkirî, tewtew, eşîrkî, qatmer hevwate ne. Gorî pîvan û normên pêjgeha kurd, qetmer him şîranî ye (heger şekir an doşavî bikevê), him jî nîne. Heger bi şikevayê be û ne şîrîn be kilor, heger ji hevîrê çorsane be û pelhevîrkên wê gelek zêde stûr bin, dibe kate. Tenê ji girikên dagirtî be, dive parxaç.

Pîvanek doşaviya qedayîfa rêsî di ya Dîlokê de carcaran tê bikaranîn lê berê di standardê de nebûye. Li Meledîyê pirranî ne deverûn lê navê qetmer tê bikaranîn.

Berkeliya (melzemeyê) qetmera Dîlokê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 150 gr fistiqa Dîlokê
  • 2,5 SA (stekana-qedeha avê) ard (arvan)
  • 1 SA av
  • 1 KX (kevçiyê xwarinê) rûnê helandî
  • 1 pîvan doşaviya qedayîfa rêsî (di orjînalê de nebû lê niha tê bikaranîn)
  • 1 KX şekirê toz
  • 1 SA rûnê zeytê

Çêkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ardê xwe têxin teşt an badiyekê, nava wê vebikin. Vi av û xwê bistrên, hevîrekî hişk amade bikin. Bi qasî hêkê, 10 girikan çêbikin, nîv saetê bidin rawestandin.

Fistiqê Dîlokê bipişirînin, bipelixînin, şekirê tevlî bikin, tevbidin. Ev ji bo hundirê wê ye.

Pelhevîrkan vebikin, ango girikê xwe vebikin, bikin pelhevîrk (şikeva). Wê têkela we ji bo hundirê wê çêkiribû têkin nava pelhevîrkan û bigirnijînin, bipêçin. Ango pelhevîrkan wekî xingalê girêbidin.

Di rûnbirêşkê de rûn bihelînin, bi kefgîrê qetmeran bikin nava rûn, biqijilînin. Paşê jî di nava doşaviya sar de binoqînin, derînin li binikên servîsê daynin.