Here naverokê

Rêya Panamerîkan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Nexşeya Rêya Panamerîkan. Di nexşeyê de Rêya Panamerîkî ji Prudhoe Bay, Alaska, heya Quellón, Şîlî, û Ushuaia, Arjentîn, bi rêyên fermî û nefermî li Meksîk û Amerîkaya Navîn û Başûr têne dîtin.

Rêya Panamerîkan yan jî Rêya Panamerîkî (bi îngilîzî: Pan-American Highway) toreke rêyan e ku bi dirêjahiya 30.000 kîlomêtre li seranserê Parzemîna Amerîkayê dirêj dibe.[1] Ji xeynî veqetîna bi qasî 100 km ku li ser sinorê di navbera Kolombiya û Panamayê de ye û wekî Darién Gap tê zanîn, rê piraniya welatên peravên Pasîfîkê yên Amerîkaya Bakur û Amerîkaya Başûr bi pergalek otobanê ya girêdayî ji aliyê otobanê ve bi hev ve hatiye girêdan. Li gorî Rekoranên Cîhanê ya Guinness, Rêya Panamerîkan "rêya bejayî ya wesayîtan" a herî dirêj a cîhanê ye.

Rêya Panamerîkî di nav gelek avhewa û celebên ekolojîk ên cihêreng re derbas dibe ku ji daristanên qelş bigire heya çolên ziwa û tundra di nav de heye. Li hinek herêman tenê di demsalên bê barîn de wesayît dikarin bi tevahî derbas dibin. Di derbarê xalên despêkirin û bidawî bûna rê de daxuyaniyek fermî tuneye lê ew bi şertên defakto ji rê Prudhoe Bay, Alaska, li bakur dest pê dike û heya bajarên başûr Puerto Montt û Quellón li Şîleyê û heya bajarê Ushuaia li Arjentînê dirêj dibe.

Otoban bi çend qonexên çêkirinê hatiye çêkirin. Qonaxa çêkirina yekem, piştê demekê kurt ku rêyên asfalt kirî li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hatine çêkirin, otobana Laredo, Teksas bû ku ber bi Meksîko City ve hatibû çêkirin. Qonaxa duyem Otobana Navamerîkî ya ber bi Bajarê Panamayê bû ku berê di navbera piraniya welatên Amerîkaya Navîn de rê tunebûn û ji ber vê yekê bazirganî kêm bû. Di navbera Kosta Rîka û Panamayê de rê tune bû heya ku ji ber di rewşek şer de ku bigihîje Qenala Panamayê, endazyarên Artêşa Dewletên Yekbûyî di sala 1941an de dest bi çêkirina otobanê kirine.[2]

Qonaxa sêyem ku hêj nehatiye qedandin û dibe ku qet neqede, ber bi başûrê Amerîkaya Başûr ve li Parka Neteweyî ya Tierra del Fuego, li nêzî Ushuaia, Arjentînê berdewam dike. Hem Panama, hem Kolombiya û hem jî jîngehparêz li dijî avakirina otobaneke di Darién Gap de ne ku her du parzemînan ji hev vediqetîne.

Çêkirin û pêşdebirin

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çêkirina rêyeke bejahî di destpêkê de wekê rêjeyeke rêhesin hatibû pêşniyar kirin. Di sala 1884an de Kongreya DYA qanûneke bi plana avakirina pergala trênê ya nav-amerîkî pejirandiye.[3] Ev yek di Konferansa Pan-Amerîkî ya Yekemîn a sala 1889an de hatiye nîqaş kirin lêbelê çêkirina rê qet nehatiye destpêkirin. Piştî serxwebûna Panamayê ku di sala 1903an de serxwebûn pêk hatiye, dema ku xebata li ser qenalê dest pê kir û projeya rê di vê konseptê de dest ji projeyê hatiye berdan.[3]

Piştî ku otomobîl û wesayitên din hem ji bo veguheztina rêwiyan û hem jî ji bo karên din dest bi guhertina veguhastinê dikin, fikrê avakirina otobanê ya li cihê rêya rêhesinê di Konferansa Navneteweyî ya Pêncemîn a Dewletên Amerîkî de di sala 1923 de derketiye holê. Konferansa yekem a di derbarê avakirina otobanê de di 5ê cotmeha sala 1925an de pêk hatiye.

Di dawiyê de, di 29ê tîrmeha sala 1937an de, di salên dawîn ên Depresyona Mezin de, peymaneke ji aliyê Arjentîn, Bolîvya, Şîle, Kolombiya, Kosta Rîka, El Salvador, Guatemala, Honduras, Meksîk, Nîkaragua, Panama, Perû, Kanada û Dewletên Yekbûyî ve hatiye îmzekirin. Peymana li ser Rêya Panamerîkî ku ji aliyê wan ve li hev hatiye kirin ku bi hemî awayên guncav bigihîjin avakirineke bilez.[4] Piştî sêzdeh salan, di sala 1950an de, Meksîk bûye yekem welatê Amerîkaya Latînî ku beşa xwe ya otobanê temam dike.[5]

  1. ^ "A Gap in the Andes". earthobservatory.nasa.gov (bi îngilîzî). 27 hezîran 2016. Roja gihiştinê 16 çiriya paşîn 2024.
  2. ^ Times, The Tico (19 çiriya paşîn 2021). "The birth of the Pan-American Highway in Costa Rica". The Tico Times | Costa Rica News | Travel | Real Estate (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 16 çiriya paşîn 2024.
  3. ^ a b Dent, David W. (2008). Hot spot: Latin America. Hot spot histories. Westport, Conn: Greenwood Press. ISBN 978-0-313-33661-4. OCLC 175217440.
  4. ^ Finalizing the Text of the Convention. Oxford University Press. ISBN 978-0-19-966056-8.
  5. ^ Femenia, Jose (16 tîrmeh 2006). "The Siberian Arctic Ocean Highway – Redefining the World's Trading Patterns". Day 2 Mon, July 17, 2006. SNAME. doi:10.5957/icetech-2006-129.