Ragıp Duran

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.


Ragıp Duran
Jidayikbûn1954 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
  • Dibistana Amadeyî ya Galatasarayê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Ragıp Duran (bixwîne Ragip Duran) (jdb. 1954 li Stembol) nivîskar û rojnamevanekî tirk e. Bi giranî di kovar û rojnameyên kurdan de dixebite, birêveberiyê dike.

Di kovara Doğu Perinçek, Aydınlıkê de dest bi rojnamevaniyê kiriye. Vê kovarê ji ber ku îxbara çepgir, kurd û sosyalîstên tirk dikir, ji aliyê gelekan ve wekî "kovara deşîfrekirin û hedefnîşandanê" dihate binavkirin. Doğu Perinçek ji ber darizandinên rêxistina girêdayî dewleta veşarî (kûr) Ergenekonê, di girtîgehê de ye.

Duran dibistana amadeyî Galatasaray Lisesi (lîseya Galatasarayê) bidawî dike, li Fransayê perwerdeya dadê dibîne. Di rojnameya Hürriyet, Cumhuriyet, Gündemê de xebitiye. Ji bo AFP, Libération û BBCyê nûçegihanî kiriye.