Raymond Davis, Jr.

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Raymond Davis Jr. hat beralîkirin)
Raymond Davis, Jr.
Navê rastî
Raymond Davis Jr. Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Jidayikbûn14 çiriya pêşîn 1914 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin31 gulan 2006 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
New York City Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sedema mirinêNexweşiya alzheimerê li ser wîkîdaneyê biguhêre(Sedemên sirûştî)
Hevwelatî Amerîkan
Perwerde
  • Yale University Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
  • Fizîknas
  • kîmyager
  • mamosteyê/ya zanîngehê li ser wîkîdaneyê biguhêre
Zarok
  • Andrew M. Davis Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Xelat
  • Xelata Nobelê ya Fizîkê (2002)
  • Benjamin Franklin Medal (2003)
  • National Medal of Science (2001)
  • Wolf Prize in Physics (2000)
  • Tom W. Bonner Prize in Nuclear Physics (1988) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Raymond Davis Jr. (jdb. 14ê çiriya pêşîn a 1914an li Washington (D.C.); m. 31ê gulana 2006an li Blue Point, New York) kîmyagerekî navdar ê DYAyî bû. Sala 2002î bi tevî Masatoshi Koshiba û Riccardo Giacconi guncavê Xelata Nobel a fîzîkê hatiye dîtin.

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li ser daxwaza bavê yê fotografger li National Institute of Standards and Technology dixebite û paşê dibe gerînendeyê teknîka fotografgeriyê.

Piştî bidawîkirina dibistana amadeyî dest bi perwerdeya kîmyayê li zanîngeha Maryland dike û di sala 1938î de dîplomê werdigire. Sala 1942î li zanîngeha Yale, perwerdeya bilind a kîmyayê bidawî dike û diçe peywirdariya leşkeriyê. Li ser çekên kîmyayî gelek xebat û lêkolînan dike. Sala 1945an li Miamisburg (Ohio), li fîrmaya Monsanto Chemical dest bi kar dike.

Sala 1948î di fîrmaya Brookhaven National Laboratory de li ser bikaranîna enerjiya nûklear bo pêdiviyên sîvîl dixebite. Dawiya salê de evînmarî dibe (dizewice) û dibe profesor û li zanîngeha Pennsylvania di beşa fîzîk û astronomîyê de dersdariyê dike.

Xebat û girîngî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ne tenê li ser beşekê yan mijarekê sekiniye. Lêkolînên mezin li ser neutrînofîzîkê kiriye û destkeftiyên xwe di warê radyokîmyayê de bikaraniye.

Ew formûla 37Cl + ν → 37Ar + e ku neutronên reaktorên dendikî dipîve, ji aliyê wî hatiye amadekirin. Herwiha wî di tevayiya jiyana xwe de bala xwe berdabû mijara neutronên rojê.

Xelat û paye[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]