Riccardo Giacconi

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Riccardo Giacconi
Jidayikbûn6 çiriya pêşîn 1931 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin9 kanûna pêşîn 2018 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
San Diego Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hevwelatî Îtalî
Perwerde
  • University of Milan (–1954) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
Meqam
  • ESO’s Director General (1993–1999) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hevjîn
  • Mirella Giacconi Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Xelat
  • Xelata Nobelê ya Fizîkê (2002)
  • NASA Exceptional Scientific Achievement Medal (1980)
  • Elliott Cresson Medal (1980)
  • Helen B. Warner Prize for Astronomy (1966)
  • Henry Norris Russell Lectureship (1981) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Riccardo Giacconi (jdb. 6ê çiriya pêşîn a 1931ê li Genova) stêrfizîknasekî Îtalî-DYAyî ye. Sala 2002î bi tevî Masatoshi Koshiba û Raymond Davis Jr., Xelata Nobel a fîzîkê wergirtiye.

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piştî bidawîkirina zanîngeha Mîlanê, bo xebatên stêrfizîkê diçe DYAyê. Di nava salên 1982-1997î de li zanîngeha John Hopkins serokatiya beşên fîzîk û stêrnasiyê dike. Herwiha di nava salên 1993-1997î de gerînendetiya European Southern Observatory (ESO) kiriye. Ew niha li NASA dixebite û lêgerînerê sereke yê projekta Chandra Deep Field-South a mala şopandinê ya Chandra x-ray a heman saziyê ye.

Xebat û girîngî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di 12ê hezîrana 1962an de bo cara yekemîn bi raketekê dedektorekî rontgenî ya şopandinê hatiye şandin bo xeleka kêşana erdê. Armanca wê şopandina heyvê bû. Di vê projektê de Giacconi xwedî roleke mezin bû.

Di nava salên 1981-1993î de gerînendeyê Space Telescope Science Institute ya ku ji çêkirina Hubble-Teleskopa kozmozê ye. Giacconi yek ji wan kesên ku teknîka firîna raketan bipêşxistiye ye. Di gelek projektên navneteweyî yên heman armancî de cihgirtiye.

Xelat û paye[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]