Reşîdê Kurd

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Reşîdê Kurd
JidayikbûnSala 1910
Mirin20ê kanûna paşîn 1968
Mêrdîn
EsilKurd
HevwelatîTirkiye
PerwerdeXwendina Mamosteyî
PîşeHelbestvan
Salên çalak1935 - 1968
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Reşîdê Kurd (jdb. 1910 - m. 20ê kanûna paşîn 1968) helbestvanekî kurd e, lê belê ew bêhtir bi xebatên xwe yên rêzimanî li ser zimanê kurdî tê naskirin.

Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Reşîdê Kurd di sala 1910an de li gundê Rewşatê li navçeya Dêrika Mêrdînê tê dinê. Ew xwendina xwe li Dêrikê, Mêrdînê û salekê jî li Qonyayê temam dike. Piştî kutakirina xwendina mamostetiyê ya sala 1930yî bi çend mehan tê girtin lê ew ji girtîgehê direve. Ew di 1940î de derbasî Sûrî dibe û piştî demekê li Amûdê bi cîh dibe.

Jiyana Reşîdê Kurd di nav siyaset, zor û zehmetî di nav girtîgehan û sirgunkirinê de derbas bû. Ew di sala 1949an de bi nexeşiya kesebê dikeve û nexweşî her ku diçe xwe li wî dipêçe. Berê ku bimire dibêje: "Pir kar û barên min hene ku ez bikim, min ew hê nebirine serî. Na gerek ez niha nemirim. Gerek ez vegerim baxçeyên Dêrikê, ku min ji mêj ve bêriya wan kirine, paşê bila mirin were" Lê nekarî veger.

Wî di helbestên xwe de, taybetmendiyên dengê birseran baş li hev aniye û bihîstiyariyeke nû aniye helbesta kurdî. Ew zêdetir bi pirtûka helbestan a bi navê "Ez" tê nasîn.

Reşîdê Kurd di 20ê kanûna paşîn sala 1968an de jiyana xwe ji dest dide.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]