Here naverokê

Rengkorî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Kesên bi nexweşiya rengkoriya sor û kesk in, di wêneyê de hejmara 74ê nabînin.

Li mirov de têkçûna bînîna rengîn a ji ber tunebûn an jî kêmbûna yek an jî zêdetir corên pîgmentên bînînê, wekî rengkorî (bi înglîzî: color blindness) tê navkirin.[1]

Bînîna rengîn di çavên mîrov de ji aliyê sê cor xaneyên qoçekî ve tê rêkxistin. Her corek xaneya qoçekî, ji bo mijîna ronahiya bînraw corek pîgment lixwe digire. Ronahiya sor, kesk û şîn ji aliyê pîgmentên (opsîn) xaneyên qoçekî ve tê mijandin. Heke di kesek de tunebûna yek an jî zêdetir corên xaneyên qoçekî rû bide, li wî kesî de nexweşiya rengkorî peyda dibe. Kesên rengkor, hin rengan ji hev dernaxin.[2]

Nexweşiya rengkorî cara pêşîn ji aliyê kîmyagerê Înglîzî John Dalton (1766-1844) ve hat şîrovekirin. Loma ji bo vê nexweşiyê, hin caran ji dewsa nexweşiya rengkoriyê, peyva “Daltonîzm” jî tê bikaranîn.[3]

Sedema nexweşiyê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Nexweşî herî zêde di nêran de peyda dibe

Di xaneyên qoçekî de proteînên ronahiyewergir (bi înglîzî: photoreceptor proteins) hene û wekî pîgmenta opsîn tê navkirin. Genen ko şîfre didin bo duristkirina opsîna kesk û ya sor, li ser kromozoma X-ê de li nêzîkî hev cih digirin. Lê gena ji bo duristkirina opsîna şîn li ser kromozomek din de cih digire. Bi gelemperî mutasyon di genên bo opsîna sor û ya kesk de rû dide.[4] Loma di nav corên nexweşiyên rengkorî de, ya herî zêde tê dîtin, nexweşiya rengkoriya sor û kesk e (bi înglîzî: red-green color blindness). Di vê nexweşiyê de opsîna xaneyên qoçekî yên bo mijandina rengê sor an jî rengê kesk kêm in, loma, kesê nexweş nikare rêngê sor û kesk ji hev der bixe.

Kur kromozoma X-ê ji dayikê werdigirin.

Nexweşiya rengkoriya sor û kesk, nexweşiyek bomaweyî ye, ji aliyê allelên bezîw ên li ser kromozoma X a herdu bavanan diguhaze weçeyan. Ango têkçûna rengkoriyê, nexweşiyek bezîw a bi X-ê ve girêdayî ye.

Ji ber ko di nêran de ji kromozoma X-ê tenê yek heye, nexweşî herî zêde di kesên nêr de peyda dibe.

Divê mê ji herdu bavanên xwe allela mutant a bezîw werbigire ko sîfetê di rûxsara xwe de xuya bike. Gava ji bavanek allela mutant a bezîw, ji bavanê din allela zal biguhaze bo weçeya mê, ji ber bandora allela zal, nexweşî peyda nabe.

Mêya dureg bi rûxsara sax xuya dibe, lê ji ber ko allela mutant jî lixwe digire, wekî mêya hilgir tê navkirin.[5] Ji mêya hilgir bi egera %50 yê kurên nexweş û keçên hilgir peyda dibin.[6]

Ji ber ko nêr tenê yek kromozomek X-ê lixwe digirin, gava nêr ji diya xwe kromozoma X-ê ya bi gena nexweşiyê werdigire tûşî nexweşiyê dibe. Heke ji diya xwe kromozoma X a sax werbigire, tûşî nexweşiyê nabe. Ango ji bo nexweşiyên girêdaye X-ê , nêr an nexweş in, an jî sax in, rewşa hilgirbûn rû nade. Kur nexweşiyê ji dayika xwe werdigirin.[2]

Bandora nexweşiyê li ser jiyana rojane

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji ber ko nexweşiyek bomaweyî ye, tedawiya nexweşiya rengkoriyê tune. Lê ev ne nexweşiyek xeter e. Kesên bi vê nexweşiyê ne bi hin rêbazan, dikarin di jiyana rojane de, bi asayî bijîn.

Di mirovên bi nexweşiya rengkoriya sor û kesk de jihevderxistina rengên lambeyên trafîkê de alozî çê dibe. Kesên nexweş, nikarin lambeya sor û ya kesk ji hev derxînin. Ji bo van kesan a herî baş, ji berkirina (ezberkirin) cihê lembayan e. Bi gelemperî lembaya sor li jor, a kesk li jêr e.

Kesên nexweş sebze û meweyên xav (kal) û yên gihiştî ji hev dernaxin. Wekî mînak, firingiya xav kesk e, firingiya gihiştî sor e, lê kesen nexweş nikarin rengê sor ji rengê kesk cuda bikin.

  1. ^ S.W.D. and King, R.C. (2002) A dictionary of genetics. 7th. ed. New York, NY, USD: Oxford University Press.
  2. ^ a b Guyton, A. and Hall, J., 2011.Guyton And Hall Textbook Of Medical Physiology. Philadelphia: Saunders Elsevier.
  3. ^ Ross, Sydney. "John Dalton". Encyclopedia Britannica, 23 Jul. 2022, [1]. Accessed 16 March 2023.
  4. ^ Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).
  5. ^ Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  6. ^ Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,