Xaneya qoçekî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Çîna toreya çav li gel ronahiyewergiran demarexaneyên ducemserî û demrexaneyên girêk jî lixwe digire.

Xaneya qoçekî (bi îngilîzî: cone cell) corek ji ronahiyewergirên çîna toreya çav e.

Toreya çav wergirên bînînê lixwe digire ko wekî ronahiyewergir, an jî wergirên karomiqnatîsî tên navkirin. Ronahiyewergir du cor in, xaneyên çîlkeyî û xaneyên qoçekî. Di çavê mirov de hejmara xaneyên qoçekî ji ya xaneyên çîlkeyî gellek kêmtir e, loma belavbûna van herdu cor xaneyan a li ser beşên toreyê ne wekhev e[1]

Asta derazînkê ya xaneyên qoçekî bo kartêkirên ronahiyê gelek bilind e. Loma xaneyên qoçekî tenê di ronahiya geş de çalak in. Ji ber vê yekê xaneyên qoçekî wekî wergirên bînîna ronahiya geş tên navkirin. Herwisa xaneyên qoçekî berpirsê bînîna zelal û rengîn in.[2]

Pêkhate[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di ronahiya geş de bînîna zelal û rengîn ji aliyê xaneyên qoçekî ve tê diristkirin.

Xaneya qoçekî ronahiyewergir a bi dirêjiya 35- 40 μ (mîkron) e. Tîreya wê bi qasî 5 mîkron e[1]. Xaneya qoçekî ji çar beşan pêk tê; beşa derve, beşa navî, laşê xaneyê û kotahiya gehînkeyî[3].

Beşa derve piçûk e û bi şêweyê qoçekî ye. Li wê beşê de parzûna xaneyê qat qat dibe lê qatên parzûnê mîna qatên parzûna xaneya çîlkeyî xeple nîn in û kîsîkokên wekî mîna pêlik in. Di nav kîsikokan de pîgmentên (boyax) ronahiyê cih digire. Beşa derve car caran beş bi beş tê nûkirin[1].

Beşa navî û beşa derve bi kûlkên girêdanê, bi hev re girêdayî ne. Di beşa navî de tevê ko gelek endamokên xaneyê hene, lê hejmara mîtokondrîyê hê pirtir e[1].

Rîşalên qoçekî yên beşa navî stûr in. Rîşal ji perdeya sinordar a derveyî, derbasî nav çîna navikî ya derve (bi îngilîzî: outer nuclear layer) dibe. Di nav çîna navikî ya derve de, rîşalên qoçekî, laşê xaneyê pêk tînin. Navika xaneya qoçekî di nav laşê xaneyê de cih digire[1].

Rîşalên laşê xaneya qoçekî ji çîna navikî ya derve ber bi çîna pleksîform a derve dirêj dibin. Çîna ko ji tora demarexane û lûleyên xwînê pêk tê, jê re çîna pleksîform (bi îngilîzî: plexiform layer) tê gotin. Li nav çîna pleksîformê de rîşal pêkhateyek werimî ya bi navê kotahiya gehînkeyî (bi îngilîzî: synaptic terminal) pêk tînin. Di nav kotahiya gehînkeyî de kîsikokên bi navê çikildanên gehînkeyî hene. Çikildan bi demareguhêzer a bi navê glutamet (bi îngilîzî: glutamate) tijî ne[1].

Corên xaneya qoçekî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ronahiyewergirên çavê mirov çar cor pîgmentên (boyax) ronahiyê lixwe digirin. Pêkhateya hemû pîgmentên ronahiyê dişibin hev. Pîgment ji proteîna opsîn û molekulek piçûk a bi navê kromofor (bi îngilîzî: chromophore) ko bi opsînê ve girêdayî pêk tên[4]. Kromofor molekulên taybet in ji bo mijîna enerjiya ronahiyê. Herwisa heke kromofor corek ronahiya bînraw nemijîne, tîrojên wê ronahiyê ji molekula kromoforê şewq didin, bi vî awayî kromofor di çavê mirov bi awayekî rengîn xuya dibe. Kromofora xaneyên çîlkeyî û qoçekî retînal e[5]. Ango her du ronehiyewergir heman molekulê, retînalê lixwe digirin. Cudahiya di navbera xaneyên çîlkeyî û qoçekî ji ber cudahiya proteîna opsîn e. Çavê mirov çar cor opsîn lixwe digire. Ji çar cor opsînan, corek di pêkhateya xaneyên çîlkeyî de, ji bo bînîna di ronahiya kiz, sê cor jî ji bo bînîna rengîn, di pêkhateya xaneyên qoçekî de cih digirin[6]. Cor û rêza asîdên amînî cora opsînan diyar dike [4]. Ji bo opsîn û retînala di xaneyên qoçekî de peyva fotopsîn (bi îngilîzî: photopsin) tê bikaranîn[5]. Her corek opsîna xaneyên qoçekî mijîna corek ronahiyê ya bi dirêjiya pêla taybet diyar dike[7]. Li mirov û hin meymûnan de hestê bînînê, bi bînîna rengîn a sêrengî (trichromat) rû dide[8]. Bînîna rengîn a li mirov ji aliyê sê cor xaneyên qoçekî ve tê diristkirin. Her yek ji van xaneyan corek ji ronahiya bînraw dimijîne. Pîgmenta corek ji xaneyên qoçekî herî zêde ronahiya şîn, pîgmenta cora din ronahiya kesk, pîgmenta cora dawî jî herî zêde ronahiya sor dimijîne. Xaneyên qoçekî tên polenkirin li gor cora dirêjiya pêla ronahiya ji aliyê wan ve tên mijandin.

Her corek opsîna xaneyên qoçekî mijîna corek ronahiyê ya bi dirêjiya pêla taybet diyar dike.

Xaneyên qoçekî yên ko herî zêde ronahiya şîn a dirêjiya pêla wê 420nm (nanometre) dimijînin, wekî qoçekên şîn an jî qoçekên kin (bi îngilîzî: S cones) tên navkirin[9].

Yên ko herî zêde ronahiya kesk a dirêjiya pêla wê 530 nm dimijînin, wekî qoçekên kesk an jî koçekên navîn (bi îngilîzî: M cones) tê navkirin[9].

Xeneyên qoçekî yên ko herî zêde ronahiya sor a dirêjiya pêla wê 562nm dimijînên, wekî qoçekên sor an jî qoçekên dirêj (bi îngilîzî: L cones) tên navkirin[2].

Hejmara xaneyên qoçekî di çalika navendî (bi latînî:fovea centralis) ya lekeya zer ( bi latînî :macula lutea) a beşa toreyêde hê pirtir in[7].

Çalakbûna xaneyên qoçekî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li torêya çav de demarexaneyên cor bi cor bi hev re gehînke ava dikin. Ronahiyewergir bi demarexaneyên asoyî û demarexaneyên ducemserî, xaneyên ducemserî jî bi demarexaneyên girêkî ve gehînke ava dikin[10].

Demarexane di rewşa asayî de, ango dema ji hawirdor kartêkir wernagirin, di qonaxa bêhnvedanê da ye. Ev rewşa xaneya demarê wekî cemsergirî (bi îngilîzî: polarization) tê navkirin. Di qonaxa cemsergirî de, cogên sodyumê yên li ser parzûna xaneyê girtî ne. Di navbera herdu aliyên parzûna demarexaneyê de cudahiya bargeyê elektrîkê peyda dibe. Ev bargeyê elektrîkî ji ber hebûna iyonan çêdibe. Aliyê hundirê parzûnê bi bargeyê negativ, aliyê derveyî parzûnê jî bi bargeyê pozîtiv ve barkirî tê hiştin. Lê ev rewş ji bo ronahiyewergiran ne wisa ye. Demarexaneyên ronahiyewergiran, di qonaxa bêhnvedanê de ango gava tîrojên ronahiyê li ser wan nakeve di rewşa berevajîbûna cemsergiriyê (bi îngilîzî: depolarization) dimînin. Di vê qonaxê de cogên sodyumê yên ronahiyewergirê vekirî ne û di heman demê de ji kotahiya gehînkeyî ya ronahiyawergirê demareguhêzer a bi navê glutamet tê derdan. Glutamet di gehînkeqelîşê de derbasî ser dendrîta demarexaneya ducemserî dibe. Ji ber derdana glutametê xaneya ducemserî di rewşa cemsergiriya hîper de dimîne. Loma ji xaneya ducemserî ber bi xaneyên girêk demareguhêzer an jî demareragihandin nayê şandin, ji ber vê rewşê, cemsergiriya xaneyên girêk hilnaweşe, ji xaneyên girêk sînyal naçe demarên bînînê .Tûkila mejî ji demarên bînîne ragihandin nagire, di mejî de têgihîştina bînînê peyda nabe, loma mirov di tariyê tiştan nabîne[11].

Di ronahiyê de rodopsîna xaneyên çîlkeyî û fotopsîna xaneyên qoçekî tîrojên ronahiyê dimijin. Ji vê gavê şûn ve berteka herdu cor ronahiyewergir, xaneyên çîlkeyî û yên qoçekî hema mîna hev in, lê ji ber ko xaneyên qoçekî sê cor in, çalakiya her yekî li gor rengê ronahiyêk taybet e. Ango li gor hebûn an jî nebûna rengên kesk, sor û şîn xaneyên koçekî çalak dibin an jî di rewşa berevajîbûna cemsergiriyê de dimînin.

Gava tîrojên ronahiyê li ser fotopsînê (opsîn+retînal) dikevin, retînal enerjiya fotonan dimijîne û şeweyî xwe ya cis-retînal diguherîne retînala all- transê û ji rûyê opsînê dûr dikeve, loma şeweyî opsînê digugere[3]. Bi guherîna retînal û opsînê di ronahiyewergir de çalakiya rêzereaksiyonan dest pê dike, li dawiya dawî cogên sodyumê yên li beşa derve ya parzûna xaneya qoçekî (ronahiyewergir) tên girtin[7]. Bi girtina cogên sodyumê, sodyum di nav xaneyê de berhev dibe, di xaneya qoçekî de dawî li rewşa berevajîbûna cemsergiriyê tê, xaneya qoçekî dikeve rewşa cemsergiriya hîper. Xaneya qoçekî di cemsergiriya hîper de derdana glutametê dide sekinandin. Nebûna glutametê îcar xaneya ducemserî ji cemsergiriya hîper derdixe, di xaneya ducemserî de berevajîbûna cemsergirî rû dide. Ji demarexaneyên ducemserî demareguhêzer tê derdan. Demareguhêzer di xaneyên girêk de erkê kar dide destpêkirin, bi vî awayê demareragihandin ji xaneyên girêk, bi navbeynkariya demarên bînînê ber bi navenda bînînê ya tûkila mejî ve tên şandin[12]. Di mejî de li gor ragihandinên xaneyên qoçekî, têgihîştina bînîna rengîn rû dide.

Rengkorî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hin caran yek an jî du cor ji xaneyên qoçekî têk diçin loma li mirov de nexweşiya rengkorî peyda dibe[8]. Nexweşiya rengkorî ne yek cor e, lê ji wê nexweşiyê, a herî pirtir li mirov peyda dibe, nexweşiya koriya rengên kesk û sor e[13]. Kesên bi vê nexweşiyê, rengê kesk û rengê sor ji hev dernaxin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b c d e f Sembulingam, K., and Prema Sembulingam. Essentials of Medical Physiology. 6th ed., Jaypee Brothers Medical Publishers, 2012.
  2. ^ a b Fox, Stuart Ira.Human Physiology. McGraw-Hill Education, 2016.
  3. ^ a b Jones, M., Fosbery, R., Gregory, J., & Taylor, D. (2014). Cambridge International AS and A Level Biology Coursebook with CD-ROM (4th ed.). Cambridge, MA: Cambridge University Press
  4. ^ a b ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA, Function of photoreceptors [1]
  5. ^ a b Guyton, A. and Hall, J., 2011.Guyton And Hall Textbook Of Medical Physiology. Philadelphia: Saunders Elsevier.
  6. ^ Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  7. ^ a b c Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).
  8. ^ a b Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  9. ^ a b Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  10. ^ Mader, S., & Windelspecht, M. (2017). Human Biology (15th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  11. ^ Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  12. ^ Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.
  13. ^ Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.