Ristemê Zal

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Kuştina Esfendiyar ji aliyê Ristem ve
Tehmîna serdana Ristem dike

Ristemê Zal an Rustemê Zal lehengekî destan, çîrok û çanda devkî ya Kurdan e. Ristem lawê Zal e. Mirov nizane ka kesayetiyeke dîroki ye yan mîtosî ye. Mixabin herçendî dewlemendiya çanda Kurdan e, Tirk û Farisan xwedî lê derdikevin û bikartînin.

Ristemê Zal merd, şervan, wêrek, welatparêz û şoreşger e. Serokê doza bindestan e. Ti dijmineke zalim nikare li ber Ristemê Zal bisekine. Di çîroka Kurdî de cihekê xwe yê mezin heye. Hin caran bi bandora ola Îslamê di şûna navê Ristemê Zal de Elî derbasdibe. Pûşî ya Ristem bi xwîna împaratorên xwînrêj û zalim e. Şûrê wî hebûna wî ya herî pîroz e û ji hesinên esmanî hatiye çêkirin. Destiya şûrê Ristem ji darên kesk, sor û zer e. Bejna wî dirêj, simbêla wî zirav, kirasê wî spî ye. Rû biken e. Şûtika wî sor e. Cihê ew lê derbas be, zalim dilerizin, gul û sosin şad dibin, gur û çeqel boçika xwe hildidin û bazdidin.Navê hespê wî Rexş

Yekem car destanê Ristemî Zal, ji aliyê Firdewsî ve, di Şahnamê de bi nivîskî hate nivîsandin, Firdewsî, helbestvanê mezin yê Farsan e, di pirtûka xwe ya Şahnamê de dibêje Ristem bi eslê xwe kurd e.

Ristemê Zal jî navê pirtûkeke Xurşîd Mîrzengî ye.

Ji dîrokê de Ristem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Rastiyên derheqê Ristemê Zal gelek kêm în yên heyî jî tikilhev in. Ji ber vê yekê jî nayê zanîn ku kesayitek wisa rastî jiyaye an nejiyaye. Dibe ku ew lehengekî mîtolojîk bû ji ber ku hem di wêjeya Kurdî de hem jî wêjeya farisî de agahîyên derheqê jiyana wê da temamî tiştên mîtolojîk pêk tê , lê tê zanîn ku efsane jî di nav xwe de agahiyên rastî weşartîne.

Ristem hem di wêjeya Kurdî de hem jî yên Farisî de cihekî girîng digre. Wersiyonên çîroka wê jî gelek in wêjeya Farisî de piranî çîrokên Ristemê hatiye nivîsandin lê wêjeya kurdî de bi awaya devkî cih girtiye. Her dû wêjeyê da jî hebûna wî dibe delîlek ku leheng beriyê Îslamîyetê di nav dewletekî Îranîde jiyaye û çîroka wî hatiye çêkirin. Agahiyekî derheqê wî de jî başdarî şerê qewmên Îran û qewmên Turan buyîye. Şahê hemû gelê Îranê jî li şehnameyê Key Hûsrev an go navê gelên rojavayî dabûn wî Kyros bû. Ev agahî îspat dike ku Ristem di salê b.z. nêzîkê sedsala 6em da jiyaye an go wan çaxan de çîrok derketiye holê.[1]

Di çanda kurdî de ji çavkaniya wêjeya devkî pêştir du pirtukên hêja heye derheqê Ristem. Yek ji wan Beyta Rustemê Zal dîsa ji devkî de hatye berhevkirin. [2][3]Ya din jî şehnameya kurdî ye.

Wêjeya Kurdî de çîroka Ristem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Navê bavê Ristemê, Zal e heman demê de tê watêya 'Kal'ê. Ew kurê Nerîman e. Hin çavkaniyên din de zal naviyê Nerîman e bavê wê Sam e.[4] Demên lehengiya Ristemê ew kal bû lê hêj jî ser hemdê xwe bû carna beşdarî şeran dibû. Zal dema dayik bûyî de ruyê wê sor , porên wê spî bûn ji ber wê Nerîman wê biriye çiyayên Elbrûzê hiştiye li wir. Teyrê Simurg Zalê mezinkiriye , Nerîman poşman bûye Zal jî dîsa wegeriye nav civaka xwe. Zal Rudabê re diziwice. Ristem zarokê herduyan e.

Wejeya kurdî de agahiyên derheqê jidayikbûn û zaroktiya Ristem de pir kêm in. Jixwe destpêka Beyta Ristemê Zal , Ristem xwedî kur e. Ristem kurê xwe Zorabê bêhemdî kuştiye û kezeba wê ji bo Zorabê dişewitiya. Kurê xwe tu car nedîti bû , şerekî de hatin hemberê hev şer bi rojan dewamkir , encamê de Ristem kurê xwe kuşt.

Gotî: ʾEy heware ḥelyam û birya
Ji ber Zorabî ʾagir dilê min girya[2][3]

Ristem her dem ji bo kuştina kurê xwe diqehire. Birayarek dide malbata xwe terk dike diçe Mazenderanê. Li wir keça şahê Mazenderanê dibîne û dilê wî dikeve keçikê. Ji şah keça wî dixwaze, şah jî ewilî ji keça xwe dipirse. Keçik jî li bavê xwe bersiva erenî diyar dike, paşê dizewicin.

Dêw dixwazê Ristemê bavêje avê

Ristem dixwaze ku masiyan bigre diçe golê, li wir dêwek derdikeve pêş wî. Dêw û Ristem destbi axaftinê kirin.

Hate pêş ve gotê: ʾEy pehlewan
Tu bo çî dihêy ser taʾîfe dêwan (b. 117)
Rustem gotê: ʾEy şumê bedkar
Nav û nîşanêt Xûdê keme ʾîzhar (b. 118)[2][3]

Ristem û dew şerekî giran digrin Ristem dikarte dêwê, dêwî ser jê dike, şer xilas dibe.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. https://dergipark.org.tr/tr/download/article-file/58798
  2. a b c Beyta Rustemê Zal. Hewlêr: Çapxaneya Wezareta Perwerdê. 2001. r. beyta : 117em û 118em.
  3. a b c Çalişir, Rojbîr. "DESTANA RUSTEMÊ ZAL".
  4. ویکی, پارسی. "نتایج جستجو - صفحه 2". پارسی ویکی (bi farisî). Roja wergirtinê: 27 kanûna paşîn 2023.