Karger

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Logoya Karger

Karger komeleyeke lêkolîn û pêşxistina çand û ziman bû. Navenda wê li Amedê bû. Piştî amadehiyên çar mehan, di 19ê kanûna pêşîn a 2005an de bi awayekî fermî hatiye avakirin. Karger li ser çend beşan hatiye avakirin. Kongreya xwe ya yekem di 08.08.2006an de pêk aniye.

Komele di serê sala 2007an de hatiye girtin. Piştî ku serokê komeleyê îstifa kir, endamên komeleyê jî ji komeleyê vekişiyan û komele hatiye girtin.

Xebatên komeleyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Xebatên komputergerî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pîvanên Kargerê di warê komputerê de wiha hatine rêzkirin:

  • Li dinyayê her mirov xwedî mafê bidestxistina nivîsbariya belaş e. Ew dikare belaş her bernameyê bi kar bîne. Dewlet di pêkanîna vî mafî de berpirsiyar in. Karger vî mafî ji bo hemû mirovan dixwaze.
  • Komeleya Nivîsbariya Azad a ku li bin banê GPLê tê pêşxistin, ji bo mirovahiyê gelekî nirxdar dibîne.
  • Karger mafê kesan ê îmtiyazî û telîfê ji bo nivîsbariyan diparêze.
  • Komele dixwaze ku her kes nivîsbariyên xwe bi kodên vekirî binivîse û yên ku bi kodên nepenî nivîsandine jî ji gelan re kodên xwe aşkere bikin.
  • Komele, nivîsbariyên ku bi armanca qezencê ciwan û mirovan bi ser tiştên xerab de dajon, ji bo civakan xetere dibîne û li hember wan têdikoşe.

Kurdîkirina Ubuntu[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kargerê beşeke giran a xebata xwe da ser kurdîkirina Ubuntu GNU/Linux. Bi vê armancê komeke endamên Kargerê li avahiya saziyê civiyan û ji meha hezîrana 2006an û pê ve dest bi wergerandina wê kirin. Xebatên Kargerê projeya Linuksa kurdî di navbera 2 mehan de bi qasî 2 salan pêşde bir.

Bernameyên rastnivîsa kurdî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kargerê beşeke xwe jî daye ser bernameyên rastnivîsa kurdî. Li ser vê yekê rastnivis.org weşana fermî ya komeleyê ye û ji bo xebatên rastnivîsê hatiye vekirin. Bi riya vê projeyê dê bernameyek were amadekirin ku dema mirov li kompûtera xwe bar bike, kontrola rastnivîsa kurdî bixweber bike.

Herêma xebatê ji bo komputergeriyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Nivîsbariyên malpersaziyê.
  • Nivîsbariyên ferhengan.
  • Nivîsbariyên rastnivîsê.
  • Nivîsbariyên wergerê.
  • Nivîsbariyên gerokan.
  • Lîstik.
  • Grafîk.
  • Muzîk.
  • Peyama elektronîk.
  • Vîruskuj.
  • Pergalên Xebatê.
  • Office û hin wekî din.

Karger ji bo sala 2006an jî yekemîn Pêşbaziya nivîsbariyê bi kurdî li dar dixe.

Karger dixwaze CD'ya yekê bi bernameyên kurdî amade bike.

Xebatên sînemagerî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Karger ji bo sînemaya kurdî bi pêş bixe, dê di sala 2006an de bi Pêşbaziya Senaryoyê dest bi xebata xwe bike. Di vê pêşbaziyê de senaryo bi çi zimanî werin şandin jî, heke werin hilbijartin, dê li kurdî werin wergerandin û fîlm bi kurdî were girtin. Xebatên sînemageriyê li ser du xalan hatine rûniştandin:

  • Rêzefîlm
  • Fîlmên ku bi xezîneyeke mezin werin girtin.

Kongreya Yekem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kongreya yekem a Kargerê di 8ê tebaxê de li Amedê pêk hat. Di kongreya yekem de rêz û rêçikên komeleyê, bernameya sala 2006an, xebatên hatine kirin û yên dê bên kirin hatin nîqaşkirin. Di kongreyê de Lijneya Rêveberiyê, Lijneya Kargeriyê û Lijneya Saxtîkirinê hatin hilbijartin. Ji bo rêveberiya komeleyê Rêzan Tovjîn, Rizoyê Xerzî, Yılmaz Dünen (Farqîn), Roşen Arî, Mehmet Sait Alpaslan, Felat Jiyan û Bedirxan Amed hatin hilbijartin[çavkanî hewce ye].

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]