Rizyane

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Rizyane
Foeniculum vulgare

Rizyane, cehcehik (foeniculum vulgare) riwekek ji malbata apiaceae ye. Di hin devokan de jê re rizyang, rizyanik jî dibêjin. Bêjeya kurdî/îranî derbasê romî jî bûye û tirkan bi hinekê guhertinê navê wê kirine rezene (di ferhengên berê de rezyane bû). Bejna vê riwekê heya 2 m dirêj dibe. Riwekek dusalane ye. Welatê wê rojavayê Asya û peravên Deryaya Navîn e.

Pelên wê bêpirtik û bizax in (qemçik, şimêl). Darikên wê gundorkî, nava wan vala, tîkane (çikane) ne. Fêkiyên wê kesketarî ne û ji cihên ziwayî, sixre û kevirî hez dikin. Bizirên wê ji aliyê proteînê ve dewlemend in. Ji bizirên wê biharbêhn tên çêkirin, di selete, şîranî û gelek xwarekan de tên bikaranîn.

Bijîşkiya gelêrî ya kurd de[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Kurdistanê berê didan zarokên zeîf mane ku madê wan vebe. Dîsa tê gotin şîrê dê zêde dike, serêşa tûreyî der dibe, kilmûçê (belxem) pakij dike. Lê dikare xewê bibe, hin kes dema pirr biharatên wê bikarbînin, nikarin bixewin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]