Rojbin Özkan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Rojbin Özkan
Jidayikbûn1974
Gimgim, Mûş, Bakurê Kurdistanê
PîşeNivîskar
Zimanê nivîsinêKurdî
NeteweKurd
Salên çalak2008-niha
biguhêreBelge

Rojbîn, yan jî Rojbin Özkan, (jdb. 1974 li Gimgim, Mûş, Bakurê Kurdistanê) nivîskar û lêkolînereke Kurd e[1] ku bi eslê xwe ji navçeya Gimgim a bi ser parêzgeha Mûşê ya Bakûrê Kurdistanê ye.[2]

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Rojbîn Ozkan, di sala 1974 an de li gundê Rindalya ya navçeya Gimgim bi ser parêzgeha Mûşê hatiye dinyayê.[2]

Malbata wê malbateke naskiriyê li herêmê ye ku bi navê “Mala Seydayê Rindalya” tê naskirin. Ozkan ji ber wezîfeya bavê xwe ya meletiyê , li Wanê mezin dibe. Ozkan ku niha li Mûşê dijî, di sala 2008an de dest bi nivîskariyê dike. Heta niha 4 pirtûk nivîsandiye û gotarên wê di hinek kovar û malperên kurdî de hatine weşandin.[3]

Rojbîn Özkan 3 salan di kovara Nûbiharê de rûpela Nûbihara Bicûkan a zarokan amade kir. Di heman kovarê de dosyayên wêjeya zarokan û jinên kurd amade kiriye.

Pirtûka wê ya yekem a bi navê Zaroken Heskîfê di beşa Kurdolojiyê ya Zanîngeha Mêrdînê ji bo wêjeya zarokan wekî pirtûka alîkar hate pêşniyarkirin. Niha xebatên wê yên li ser antolojiya nivîskarên jin ên kurd didomîne.[3]

Berhemên wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Zarokên Heskifê' (Çîrok)
  • Stêrkên Bihiştê (Lêkolîn)
  • Serê Bajarekî Çîrokek
  • Rêwîtîya Lewend (Çîrok)
  • Qenewîç (Çîrok)
  • Antolojîya niviskarên jin ên Kurd (li ber çapê ye)

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ A.Ş, Kidega Elektronik Tic ve Yayıncılık. "Rojbin Özkan Kimdir? - En Sevilen ve En Çok Satan Kitapları". kidega.com (bi tirkî). Roja gihiştinê 18 çiriya pêşîn 2022.[girêdan daimî miriye]
  2. ^ a b "ROJBÎN ÖZKAN KİMDİR". Bernamegeh (bi tirkî). 31 kanûna pêşîn 2021. Roja gihiştinê 18 çiriya pêşîn 2022.
  3. ^ a b "ROJBÎN ÖZKAN KİMDİR". Bernamegeh (bi tirkî). 31 kanûna pêşîn 2021. Roja gihiştinê 18 çiriya pêşîn 2022.