Rojnamegeriya kurdî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Rojnamegeriya kurdî karê kovar û rojnameyên ku bi kurdî yan jî beşek jê bi kurdî derketine, anku yên ku cih dane nivîsarên kurdî jî.

Nêrînek giştî bo medya û medyaya kurdî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ragihandin bi destpêbûna mejûya mirovan destpêkirîye. Pêwîstiya ragihandinê bi amûr û şêwazên cûda berdewam kirîye. Lê di nava amurên ragihandinê de herî bibandor ku hîma wî dema romayiyan hatîye avetin û di sedsala 17an de bi awayê rojnemegerîye derketîye holê û her berdewame. Ber çemê Nîlê tabletên 3500 sal berê hatîye ditîn ku ser wan de buyerên rojane hatiye nivîsandin û her wiha tabletên ku ji dema imparatoriya Roma hatîye çêkirin ku ser wan de jî wekî rojnameyek bûyerên rojane heye jî em nekin nava hesabê rojnameyên bi navê "The weekly News From Italy and German", "La Gazette", "Avisa", Gedenck Wurdige Zeitung" û çend rojnameyên din rojnameyên pêşîn a cîhanê ne. Niha jî rojnamegerî bi giştî media bi amurên curbecur didome. Niha rojname, kovar, tv, radio, înternet û amûrên hwd. di rojnamegerî de tê bi kar anîn. Medya îro ro de wek “Hêza Çaremîn” tê bi nav kirin. Dibe ku dahatû de bibe hêza yekemîn. Rojnamegerî bi giştî medya hewcedarîyeke xwezayîye. Bandora mezin a medyayê ji ser modernîzim, postmodernîzm, ol, guherîna civakî, têgihiştina hêz û desthilatdarîye, pêşketinên idolojîk, pêşketina teknolojîk-zanistê heta beralî kirina civakê, pêkanîna guherînên bingehîn û gewre, veşartina karên qirêj a deshilatdariyê, pergala aborî û hwd. de heye. Em dikarin gelek xalên bipeyvendî zêde bikin. Her xal hejayê nirxandinêye, belam ev tişt encax di pirtûkekî lêkolînî de dikare pêk be. Lê ev rewş bo kurdan hinek diguhere. Çunke dewletekî navendî a Gelê kurd tuneye. Ji ber vê him şêweya rojnamegerî di nav gelê kurd de cewaze him jî sedema bikaranîna media cûdaye. Piştî peymana Lozanê welatê kurdan bû çar perçe. Her perçeye de dewleta ku vê perçeya xakê kurdan dagir kiriye, bi şewazên cuda hemberî hebûna kurdan derketiye. Ji ber vê yekê jî her perçeye de rewşa gelê kurd jî ji perçeyeke din cewaztir bûye. Hêmanên ku bo medyaya cihanê dabaşa gotinê ye, medyaya kurdî de hêmanên wekî standartize kirina û pêşxistina zimanê kurdî, hewla rizgarkirina xaka Kurdistan, dîplomasî, pêşxistina muzîk û bi giştî çanda kurdî, pêk anîna hişa neteweyî ya kurdî, modernîze kirina civaka kurdî, pêk anîna hişmendiya dîrokî ya kurdî jî zêde dibin. Her wiha partiyên Kurdistanê dezgehên xwe yên çapamenî bo propagandaya rexistinê xwe jî bi kar tînin. Ev yek li ber medyaya kurdî de astengiyek din e ku divê were bihartin. Rojnamegeriya kurdî jî ji dema zayîna xwe ve bi dijwarî, êş, asteng û qedexeyên bi curbecur re rûbirû maye. Rêwîtiya ku em niha derkevin ne tenê rêwîtiya çapemeniya kurdî an jî mediyaya kurdî ye her wiha rêwingiya bibiryarî, dijwarî û serkeftinêye jî.

Destpêka rojnamegeriya kurdî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Wekî tê zanîn rojnamegeriya kurdî bi Rojnameya Kurdistanê ku di sala 1898an de derketîye, dest pê dike. Ev rojname di 22yê Nîsanê de dest bi weşanê kirîye. 22yê Nîsanê lewma wekî salvegera rojnamegeriya kurdî tê pîroz kirin û li Kurdistana Başûr jî ev roj bi awayekî fermî wekî roja “Rojnamegeriya Kurdî” tê qebûl kirin. Ev rojname di sirgunê de derket holê ango mejûya rojnamegeriya kurdî bi sirgunê derdikeve holê. Rojnameya Kurdistanê ji alîyê Mîqdad Mîdhet Bedirxan ve li Qahîreyê hatîye derxistin. Di dîroka me de gelek tiştên "cara pêşîn" ji alîye malbata Bedîxanan ve hatîye pêkanîn. Rojnamegeriya kurdî jî wisa bûye. Piştî Mîqdad Mîdhet Bedirxan birayê wî Ebdurrehman Bedirxan dest bi weşandina wê kir. Rojnameya Kurdistanê piştî Qahîreyê li Swîsre û Londonê jî hatîye derxistin. Hejmara dawîn ya Rojnameya Kurdistanê (no: 30-31) 14ê Nîsanê, di sala 1902yê da derket. Destpêbûna rojnamegeriya kurdî li gorî ciranên me pir dereng nîne. Ahmed KANÎ, Analîzek Li Ser Rojnameya Kurdistanê, APEC 2019. Lê ji ber astengiyan bi qasê cîranên me pêşveneçuye.

Rojnamegeriya kurdî di navbera salên 1900-1950an de[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piştî Rojnameya Kurdistan di sala 1918 de ji alîye rewşenbîrên me ku ji pêşveçunên vê demê sudvergirtibûn bi navê "Jîn" kovarek derxistin û 21 hejmara wî kovarê derçu. Di heman demê de him li her perçeyê Kurdistanê de him ji di gelek welatên din de gelê kurd gelek rojname û kovar derxist. "Şark ve Kurdistan"-1908 li stenbolê hat derxistin. "Kürd Teavun Ve Terakki Gazetesi" 1908 ji aliyê Kürd Teavun Ve Terakki Cemîyetî li stenbolê hat drexistin. Di wê demê de ev rojname gelek deng da û bandorekî mezin li ser gelê kurd kir. Her wiha kovara "Kurdistan"1908-1909-Stenbol, "Amîda Reş" 1909, "Peyman"1909-Dîyarbekir, "Rojî Kurd-Hetawî Kurd" 1913 ji aliyê Komala Hêvî, "Yekbûn" 1913 û hin kovar û rojnameyên din jî hat weşandin. Di sala 1919 kovara KURDISTAN li Stenbolê hat derxistin. Di sala 1923an de li Siwêrg rojnama "Îrfan" derket. Di 1929 an de ji aliyê serokê serhildanê Agirî îhsan Nurî Paşa Rojnameya “Agirî” ji gelê kurd re hat pêşkeş kirin. Li Tirkîye ji ber zordestiya rejîma faşîst a Tirkan gelê kurd maweyekê dirêj bêdeng ma.

Lê perçeyên dinê Kurdistanê de bi taybetî Kurdistana Başur de gelek rojname û kovar wekî "Rojnama Umêdî istiqlal, Suleymanî, 1923", "Rojnama Bangî Heq, Suleymanî, 1923", "Rojnama Pêşkewtin, Suleymanî, 1920", "Kovara Peyje Bexdad" 1927, "Rojnama Rojî Kurdistan, Suleymanî, 1922", "Rojnama Rêya teze, Erîvan, 1930", "Kovara Rûnakî, Hewlêr, 1935", "Kovara, "Rojnama Rojanû, 1943", "Rojnama Rêga li rojhilatê Kurdistanê jî Mehabad, 1948", "Rojnama Rawêj, Mehabad" hatibûn derxistin. Salên çilan di dîroka başurê Kurdistanê de, bi xwe re geşbun û pêşketinê di jiyana siyasî û çandî ya wê perçeyê de tînin. Ew salên xurtbuna tevgera kurd ya netewî bun û salên damezirandina partiyên siyasî bi taybetî PDK ku programên wan yên pêşketî di warê guhertinkariyên civakî de hebûn. Di gel vê yekê bi heman rihê gelek kovar derdiketin. Gelawêj kovarekê wê demê bu ku roleke mezin belavkirina bîrûbaweriyên peşketinxwaz û çandî de lîyst Kovara Gêlawêj bi rastî jî stêra geşa rojnamegeriya kurdî bû. 1949ê de jî kovara serbixwe ya sîyasî bi navê "Nizar" derket.

Di sala 1932an de li şamê kovara bi navûdeng Hawar dest bi weşanê kir. Xwedîye wê kovarê Celadet Alî Bedirxan bû dîsa Bedîrxanek di dîroka Kurdan de guhertin û erxekek mezin pêk anî. Hawar bi tîpên latinî dest bi weşanê kiribû. Cara yekem bu ku elfebeya latinî bo kurdî dihat cêbecekirin. Bi Hawarê edî kurdî xwe ji elfebeya erebî ku zirar dida kurdî rizgar kiribû. Hawar despêkek nû bû. Bi Hawarê kurdî bi taybetî Kurmancî û dimilî derbasî tîpên latini bûbun ku niha jî piranî ev elfebeya ku Celadet Alî Bedirxan destnîşan kiribû tê bikaranîn. Hawar dibistanek bu, Hawar wê demê de morelekê mezin da gelê kurd. Vê kovarê şanenava xwe li dîroka Kurdan da ku ev şanenav êdî naye jêbirîn. Kovara Hawar hejmarê xwe ya dawîn (hejmara 57. ) sala 1943an de derxist. Di sala 1998an de ji Weşanên Nûdemê hemû hejmarên kovara HAWAR bi 2 cild hat weşandin. Piştre Celadet Alî Bedirxan kovarekê biwêne bi navê Ronahî derxist. Ronahî de giranî dengûbas hebun. Ronahî jî bo çapameniya kurdî de gavekê girîng bû. Li Komara Kurdistanê ku li Mahabadê hatibu avakirin rojname û kovarên fermî wekî Bangî Kurdistan hat derxistin û di varê rojnamegeriya kurdî demekê kin de gelek tişt hat pêk anîn. Piştî rûxandina Komara Kurdistanê jî ev pêşveçun bi avayekî xwezayî qut bû.

Rojnamegeriya kurdî di navbera salên 1950-1980[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piştî demekê dirêj rojnamegeriya kurdî bêdengiya xwe li Kurdistana Bakur şikand û bi rêberiya wek kesên Musa Anter, Edîp Karahan bi tirkî be jî hêdî hêdî ber bi dewlementir buyîne ve çû. 1949 an de ji aliyê Musa anter ve rojname "Dicle Kaynağı (Çavkaniya Dicle)", 1950 de jî "Şark Mecmuası(Kovara Rojhilatê) hatiye derxistin. Di wan rojnameyan de kêşaya kurd dihat nîqaş kirin û hin nivîs û helbestên kurdî jî dihat weşandin. "Şarkin Sesi (Dengê Rojhilatê)" jî rojnameyekê girîg ê wê demê bû. Piştre rojnameya "Îleri Yurd(Welatê Peşketî) di sala 1958 an de li Diyabekirê hat derxistin. Di vê rojnameyê de helbestekê kurdî bi navê "Qimil" di nav nivîsa Musa Anter de hatweşandin. Li ser vê helbestê gelek doz ser perpirsyarên rojnameyê hat vekirin û ev buyer gelek deng ve da. 17'ya Çileya pêşin a 1959an de digel hin xwendekarên zanîngehan 49 ronakbîrên kurd hatin girtin. Ev buyer bi navê buyera 49an tê nas kirin. Salên 60î de hejmara weşanên perîyodîk zêde bûbû. 1962an de li Ferqînê "Silvan Sesî (Dengê Ferqîn)", dîsa 1962 de ji aliyê Edîp Karahan û Yaşar Kaya ve rojnameyê "Dicle-Firat" het derxistin. Di sala 1963 de ji alîye Ergun Koyoncu û Yaşar Kaya ve kovareke bi navê "Deng" hate derxistin. Ev kovar jî di nav çapameniya kurdî roleke baş lîst. Her wiha li Kurdistana Bakur rojname û kovarên wekî -bi kurdî û tirkî- "Roja Nêwe" 1963, "Çira" 1965 ji aliyê Kemal Burkay ve, "Yenî Akiş(Herîkîna Nû)" 1966, "Dengî Teze" 1966, "Karakoçan" 1969, Mardin'in Sesi(Dengê Merdînê) 1969, "Doğu(Rojhilat)" 1969, "Dengê Siwêreg" 1969, "Bultena DDKO" 1970 hatibun derxistin. Sala 1975an de kovareke bi navê "Ozgurluk yolu(Riya azadî) dest bi weşanê kir û heta 1980an 44 hejmarê ev kovarê derket. Di kovara "Ozgurluk yolu(Riya azadî) de bi zaravaya dimilî jî nivîs hebûn. Li gor gotina xwediya kovarê Faruk Aras tîraja vê kovarê nêzî 10 000 bû. Ji ber zordestiya Dewleta tirk weşana "Ozgurluk yolu(Riya azadî) hate rawestandin. 1976an de ji aliyê PDK-Tirkîye kovara "Xebat" hat derxistin. Sala 1976an de kovareke mehane bi navê "Rizgarî" dest bi weşanê kir. Ev kovar 4 sal weşanê xwe domand. 1977an de "Pêşeng Bo Şoreş" cihê xwe di nava kovarên temenkin de girtibû. Kovara "Devrimci Demokrat Gençlik" di sibata 1978an de li Stenbolê dest bi weşana xwe kir. Piştî 3 hejmarên pêşîn îdarexaneya wê ji Stenbolê guhaztin Diyarbekirê. Kovar ji mehê carekê bi tirkî û kurdî(kurmancî-dimilî) derket. Kovar li ser hev 11 hejmar derket. Hejmara yekem 20 rûpel yên din jî her yek 16 rûpel bû û hejmarên 5-6 û yên 7-8 bi hev re çap bûn. (1) Tîraja wê di navbera 10.000 û 12.000 de bû. Dîsa 1977an bi navê "Roja welat" rojnameyekê giranbuha dest bi weşanê kir û heta sala 1986 a weşanê xwe domand. Her wiha "Xebat bo rizgariya Kurdistan" 1978-ji aliyê PDK-T, "Dengê Kawa" 1979, "Kawa" 1978, "Ala Rizgarî" 1979, li Wanê "Jîna Nû" 1979, li Entabê "Têkoşîn" 1979, û gelek kovar û rojnameyên din jî hatibun derxistin. 1979an de li Kurdistana Bakur yekem car xwerû bi kurdî kovarekê bi navê "Tîrêj" derket. Ev kovar jî bi hewlên cewsandinê re dûçar ma.

Li Kurdistana başur di navbera salên 1950-1980 bi girêdayê têkoşîna rizgariyê ve bi rêberiya Nemir Mistefa Barzanî çapameniya kurdî jî pêşve diçu. Di vê konaxê de, rojnameya "Xebat" ya ku 1955ê wekî organa Partî Demokratî Kurdistanê (PDK) derdiket. Berê navê vê rojnameyê "Rizgarî" bû li 1953ê kongireya PDK de navê wê kirin Xebat. Wê demê de rojnameyekê din jî li Kerkukê bi navê azadî dihate derxistin. Her wiha kovar û rojnameyên wekî "Dengî Das, Suleymanî "1950, "Peyam" 1952, "Kestin" 1958, "Kovara Çareserkirdinî Kiştukal" 1959, "Dengê qutabyan, Bexdad" 1960, "Afret"1960, "Rojnama Çiray Kurdistan, Suleymanî" 1962, "Tûtun" 1964...Piştî morkirina peymana otonomiya Kurdistan di rojnamegerîye kurdî peşkeftinek berbiçav çêbû. Di wê demêde rojnameya "Hewkarî" 1970, kovara "Beyan" 1970, kovara Rojî Kurdistan 1971, kovara Roşibbîrî Nwê 1973, rojnameya Xebatî Kurdistan derket. Wê konaxê de tenê rojnameye Birayetî ku organa PDK bû bi duristî rojane derdiket. "Asoy zankoy" 1977, "Estêre" 1974, "Bîrî nuwê" 1973, "Bilawkirawey Berew ronakî", "Çiya" hewlêr 1970, "Dengî mamosta" 1970, "Dengî Cotyar" 1971, "Estêre" 1971, Nûserî Nwê 1972, "Amanc"1973, "Huşyarî Kirêkaran" 1973, "Korî Zanyarî Kurd", 1973, "Baba Gurgur" 1973, "Bo Pêşewe" 1973, "Rêbazî nû" 1975, "Gizing, Kerkûk" 1973, "Hewalnamey Şoreş" 1978 jî hin kovar û rojnameyên wê demê bûn. Di salên 1976-1984an de şerê birakujiyê, yê di navbera hêzên kurdî de, di rojnamegeriya wan de jî cihê xwe girt û ew şerê gotinan di radyo û rojnameyên wan de bû egera dilsariya gelê kurd û şervanên wan û devberdana gelek kesan ji endamtiya xwe di wan partiyan de. Paşe ew hemu partî di Bereyê Kurdistanî de gihane hev û şerê birakujî rawestiya.

Rojnamegeriya kurdî di salên 1980an de[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di destpêka salên 80an de li Kurdistana bakur û tirkîye cunteya leşkerî hat ser hukmê. Bi hezaran kurd hate girtin û kuştin. Zulm û zordariyên nedîtî li ser gel hat pêk anîn. Lê têkoşîna gelê kurd jî ber bi xurt bunê ve diçû. Edî gelê kurd li bakur hêdî hêdî hişyar di bû. Di wê konaxê de jî "hin partîyan" şaşiyên mezin dikirin. Lewma jî çapamenîyeke yekgirtî çênedibû. Salên 80an de li her perçeyê Kurdistanê de têkoşîna rizgariya netewî geştir bûbû. Bi wê yekê re girêdayî di her warê jiyanê de gelê kurd pêşdiket. Rojnamegeriya kurdî jî hin xurtir bû wê konaxê de. Li bakurê Kurdistanê tesîra şoreşa başur ku bi rêberiya Mistefa Barzanî pêk dihat gelek mezin bû. 1981an de kovareke bi navê "Xebat Ser Riya Barzanî" dest bi weşanê kir. Dewleta Tirk nedixwest şoreşa başur ser gelê Kurdistana bakur de bibandor be. Ev armanca xwe jî bi destê hin "partiyên kurd" dikir. Li bakurê Kurdistanê kovar û rojnameyên wekî "Pêşmerge" 1983, "Berhem", "Dengê Partîzan" 1986(Organa TKP/ML navçeya Kurdistan), "Toplumsal Diriliş(Vejîna Civakî) 1987, "Ozgur Gelecek(Dahatûya Azad) 1988, "Şewqa Berxwedan" Amed 1989 hatibûn derxistin. Kovarekê herî girîng a wê demê kovara Medya Guneşi(Roja Medya) bû. "Medya Guneşi kovara yekem bû ku piştî cuntaya 12ê îlonê derket û bi derketina xwe şîmaqeq mezin li rejima Îlonê xist. Bêhêvitiya ku di nav gel de peyde bûbû şikand, moralek mezin da gelê kurd. Berpiriyarên rojnameyê Osman Aytar, Cemal Ozçelik, Yakûp Karademir, Salih Bal, Mahmûd Metîn, Abdullah Kiran, Vedat Aydin, Nusrettin Yuksekkaya, Murat Kizilirmak, Nesih Çilgin û berpirsiyarên buraya Anqerê Abdullah Güler û yê Diyarbekirê Hamdullah Akyol hatin girtin, di hepsan de man, ceza girtin, teda û zilm dîtîn. Bêguman Medya Guneşî di dîroka rojnamegeriya kurdî de ciyekî taybetî digre ji ber ku di dema xwe de bersîva hevcedariyeke mezin da. (2) Kovara "Deng" ku hin jî weşanê xwe didome di sala 1989an dest bi weşanê kir. Weşanê ev kovarê nêzî sîyaseta PSK(Partîta sosyalîsya Kurdistan) ye.

Li başurê Kurdistanê bi xurtbuna şoreşê gelek rojname û kovarên kurdî jî bo belawkirina ramana neteweyî dihat çapkirin. "Riwangey azad" 1980, "Rêbazî pêşmerge" 1980, "Bilawkirawey Dengî lawan" 1981, "Kovara Alay surî kurdayetî" 1981, "Nûserî Kurdistan" 1981, "Estêre" 1982, "Raperîn" 1982, "Xebatî mamosta" 1982, "Kovara Kurdistan" 1982, "Kariwan" 1982, "Bilawkirawey Edebî bêgane" 1982, "Dengî Pêşmerge, Şoreşa başûr" 1983, " Rêya serkeftinê" 1983, "Rojnama Serbexoî" 1983, "Kurdayetî" 1983, "Rêbazî lawan" 1983 "Dengî xwêndekaranî Kurdistan" 1983, "Bilawkirawey Asos" 1984, "Bilawkirawey Edebî mindalan", "Rojnama Behdînan" 1982, "Kovara Pîrozî islam" 1982, "Bilawkirawey Hawdeng" 1983, "Peyamî şoreşî kurdistanî başur" 1984, "Bilawkirawey Nîrgiz" 1984, "Pala" 1984, "Roşinbîrî pêşmerge" 1984, "Rizgarî" 1985, "Dengê me" 1985, " Peyamî birayetî" 1986, "Peyamî kirêkaran" 1986, "Tendurustî û komel" 1987, "Qendîl" 1987, "Rojnama Berey kurdistanî(Organa Berey Kurdistanî)"(1988), "Helwêstî Edebî"(1988), "Terazû"(1989), û gelek kovar û rojnameyên din jî wê demê de li başurê Kurdistanê li bajarên wek Hewlêr, Silêmanî, Kerkûk û Duhok dihatin derxistin. Derbarê rojname û kovarên han de agahiyên berfirehtir -wekî navên perpirsyarên wan û bi giştî serpehatiya wan bi çi rengîye- tuneye ku bidim.

Her wiha li Rojhilatê Kurdistanê jî kovarên wekî Sirwe 1984, Lawan 1983, Dengî Lawan 1984, Pêşrew 1984 û hwd. derketibûn. Li Kurdistana Surîye jî Xunav û 4-5 kovarên din hebû.

Rojnamegerî û medyaya kurdî di salên 90î de[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Salên 90î di mejûya Kurdistanê de werçerxanek girînge. Bizûtneweya rizgariya Kurdistan li her beşê Kurdistanê de geştir bû. Hemû bajarên Kurdistanê de serhildanên mezin pêkdihat. Li bakurê Kurdistanê hesta neteweyî bilind bû bû. Di serî de Amed, Şirnex, Merdîn, Wan û gelek bajarên bakurê Kurdistanê serhildanên mezin çêdibû. Li başurê Kurdistanê têk çûna şoreşê, qetlîamên ser xalkê Kurdistan ku ji aliyê rejîma Iraqê dihat kirin morela gel xirab kiribû. Karesatên wekî anfal, Helebce hêviya gel şikandibû. Lê sala 1992an de gelê kurd li başur delfetek baş bi dest xistin û cara yekem gelê kurd bi hêvîyen mezin hilbijartina Parlemana xwe çêkir. Edî beşekî Kurdistan ne bin destê dagirkeran bû. Edî gelê kurd li beşekê Kurdistanê de dikarî bû bêhn bigre. Bi zor û zahmetiyan be jî hêviya sedsalan pêk hat gelê kurd jî mafê

xwe ya xwezayî bikar anî. Wekî hemû netewan pêwist bû ku gelê kurd jî xwediyê dewletek be. Piştî avakirina Parlemen û Hikumeta Kurdistan DEWLETA FEDERE A KURDISTAN (DFK) jî hat îlan kirin. Ku hin jî ser pîyaye. Li bakurê Kurdistanê weşana bi tirkî di nav rojnamevaniya kurdî de wê konaxê de jî berdewam kir. Destpêka salên 90î de rojnameya "Halk Gerçeği (Rastiya Gel)" dest bi weşanê xwe kir û di nava salekê de ji aliyê dewleta Tirk hat girtin. Ev rojname îcar bi navê "Yenî halk gerçeğî (Rastiya Gel a Nû)" weşanê xwe berdewam kir, ev jî heman salê de hat girtin. 1990an de rojnameyeke din bi navê "Yenî Ulke (Welatê Nû) dest bi weşanê kir û ev rojnameye rekora Cîhanê şikand, di nav salekê de 55 doz hat vekirin, 30 caran hat girtin, 18 car jî hat civandin. Ev rojname jî 1993an de hat girtin. Her wiha wê demê de bi navên "Ozgur Halk(Gelê azad)" 1990, "Serhildana Gel" 1990 2 kovar derket. 1991an de kovarekê îllegal ku navê wî "Xebat Bo Serxwebûna Kurdistan" bû ji aliyê komîteya Navendiya PDK li bakurê Kurdistanê 6 hejmar hat derxistin. "Li Welat" jî ku organa weşaniya nav welat a KUK-SE(Rizgarîxwazên Netewî yên Kurdistanê) bû 1991an de derket. Dîsa 1991an de kovara "Newroz" hate derxistin. 1991 an de cara yekem di dîroka rojnamegeriya bakurê Kurdistanê de rojnameyekê xwerû bi kurdî bi navê "ROJNAME" hat derxistin. Çi mixabin ev rojname ji aliyê "hin derdoran" hat asteng kirin û tenê hejmareke vê rojnameyê derket. Her wiha 1991an de li Dîyarbakirê kovarekê bi

Kurdî-tirkî bi navê "Govend" derket. 1992an de ku ev sal tekoşîna gelê kurd jî û zilma dagirkeran jî gihîşt asta xwe ya herî bilind ji aliyê Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) kovareke bi kurdî (kurmancî û dimilî) hat weşandin û demekê dirêj weşanê xwe domand. Kovarên bi wî rengî tevkarîyek pir mezin dida wêje û çanda kurdî. Kovarên "Newroz ateşî (Agirê Newrozê)", "Ehmedê Xanî", "Serketin", "Yurtsever Gençlik (Ciwaniya Welatparez), "Komel" jî hin kovarên girîn ê wê demê bûn. Kovara "Nûdem" jî 92an de li Swêdê de dest bi weşanê kiribû lê dihat bakurê Kurdistanê jî. Ev kovar di pêşxistina wêjaya kurdî de rolekî ciwan lîst. 1992an de piştî rojnameya "ROJNAME" duyemîn rojnameye xwerû bi kurdî rojnameya "Welat" dest bi weşanê kir. Dîsa 1992an de yekemîn kovara pêkenînî li bakur kovara "Tewlo" derket. Her wiha rojnameya "Azadî" jî 1992an de dest bi weşanê xwe kir. Ev rojname bi kurdî û tirkî bû. 1992an rojnameyekî din "Ozgur Gundem(Rojeva azad)" jî dest bi weşanê kiri bû. Ev rojname jî ji aliyê Dewleta Tirk ve hat asteng kirin, rojnamevanên vê rojnameyê hat kuştin û eşkenece kirin, belavkerên wan jî dihatin kuştin. Rojnameya "Armanc" jî rojnameyeke hêja bû ku 1992an dest bi weşanê kir û di dîroka rojnamegeriya kurdî de cihê xwe girt. Rojnameyên kurdî wê demedê dihatin girtin û bi navêke din weşanên xwe

berdewam dikirin. Mînak "Welat" hat girtin bû "Welatê me" (1995), Azadî hat girtin bû "Dengê azadî" (1994), Dengê azadî bû Ronahî, Ronahî bu Hêvî, Hêvî bû Roja Teze, Roja teze jî niha "Dema Nû"ye. Piraniyên kovar û rojnameyên kurdî wek perperikan temen kin bûne. Lewma listeyeke pir dirêj derdikeve holê û em li vir de nikarin derbarê hemûyan de agahî bidin, ev encax bi pirtûkek lêkolînî de dikarê bêne kirin. Piştre bi girtin û zordariyên mezin "Ronahî"(1995), "Hêvî"(1996), "Jiyana Nû"(1995), "Roj"(1995), "Nû roj"(1996), "Yenî Polîtîka(Polîtîkaya Nû)" 1995, "Ozgur Yaşam(Jiyana Azad)"(1996), "Demokrasî"(1996), "Jiyana Rewşen"(1997) gelek kovar û rojname hat derxistin. Wê demêde zordarîyeke pir mezin ser rojnamegeriya kurdî hebu. Dewleta Tirk di hovîtî de sînor nasnedikir. Mînak 1994an de avahiya rojnameya Ozgur ulke hate bombekirin. Lê edî Komara Tirk fêm kiribu ku bi tu avayî nikaribe dengê gelê kurd qut bike. Weşanvaniya kurdî de heta destpêka salên 2000î bi kovar û rojnameyên wekî "Ulkede Gundem", "Stêrka Rizgarî", "PêşeROJ", "Yenîden Newroz", "Jujin", "2000'de yeni Gundem", "Roza", "Zend", "Demokrasiya Nû, "War", "Roja teze", "Gulîstan", "Pêlîn", "Yedîncî Gundem(Rojeva Heftemîn)", "Rojev", Kovara mîzahî Pîne serpêhatiya xwe domand. Her wiha salên 90î de gavek pir mezin vebûna Televîzyona yekemîn a kurdî ku li seranserî Kurdistanê û 80 welatên Cîhanê de weşan dikir MED TV bû. Her çikas wê demêde hin televîzonên kurdî li başurê Kurdistanê hebe jî ne satalytî û netewî bûn. MED TV sala 1994an de dest bi weşane kir û sînorên navbera perçeyên Kurdistanê hinek be jî rakir. Di serîda Tirkîye û dagirkerên din gelek caran bi cureyên curbecur êrîşî MED TV kirin. MED TV 1999an de hat girtin.

Başurê Kurdistanê de piştî îlan kirina DEWLETA FEDERAL A KURDISTAN(DFK) wê perçeya Kurdistanê de her çikas ne fermî be jî dewletek serbixwe hat avakirin. Parlemena Kurdistan, Hikumeta Kurdistan, Wezaretên Kurdistan hemû dezgeh, sazî, komale, sendîka, yekîtî, partî bi nasnameya xwe ya Kurdeyatî li gor rêzikên hikumeta Kurdistan li ser karê bûn. Ev azadî tesîra xwe ser çapameniya kurdî jî kir. Destpêka DFK de ji ber astengiyên polîtîk û aborî dezgehên media tunebu. 2-3 katjimêr televîzyonên PDK Û YNK weşan dikir. Organên fermiya Hikumeta Kurdistan tunebun tenê organa Hikumetê rojnameya "Herêm" hebû. Belam başurê Kurdistanê her roj berew pêşkewtin û dewlemend buyîne ve diçu. Ev pêvajo de şerê "birakujî" derbeyek mezin moral û baweriya gelê kurd û pêşketina Kurdistana azad xist. Ji ber ku li Kurdistan azad wekî Kurdistan Bakur "girtin" tune bu lewma jî rewşa rojnamegeriya Kurdistan başur wekî bakur bi girtin, kuştin û ji nû ve vebûnên re ne tijîye. Li Kurdistana başur weşanvanî de profesyonelî pêşket û kovar û rojnameyên curbecur hat derxistin. Kovarên tenduristî, siruştî, wêjeyî, musîkî, çandî, hunerî, wênekeşî, erdnîgarî, zanistî, nuçeyî, werzişî û hwd. Piştî azadiya beşekê Kurdistan başur rojname û kovarên wekî "Alay şoreş", "Baban", "Bûn", "Demokrasî", "Êsta", "Gazî", "Gelawejî Nwê", "Gulan", "Karwan, "Serab", "Serboxoî(oragana Partî Serboxoî Dîmukratî Kurdistan), "Wêran", "Raman", "Rûnakî" dest bi weşanê kiribun. Piştre roj bi roj kovar û rojnameyên nû dest bi weşanê kirin. Ji ber ku hejmarên wan gelekin ezê tenênav û salên wan bidim. Her yek bi serê xwe di pêşxistina çand, huner, muzîk, edebîyat, hestên neteweyî, modernîzasyona Kurdistan, dîplomasî û pêşxistina civaka kurdî de cihêkî girîng girtine.

Weşanên ku heta salên 2000î li Kurdistana Başur derketine =[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Kovara Karwan bo zanistî mirovayetî(1990),
  • Rojnama Alay azadî(1991)
  • Kovara Edebî kirêkar(1991)
  • Rojnama Aborî-Hewlêr-(1992)
  • Bilawkirawey Encûmenî Niştimanî Kurdistan-Hewlêr-(1992)
  • Kovara Alternatif(1993)
  • Rojnama Mafnas(1991)
  • Kovara Newroz-Duhok-(1992)
  • Rojnama Werziş û lawan(1992)
  • Kovara Berhemî bawer(1992)
  • Rojnama Pale-Raniye-(1992)
  • Rojnama Parêzgaran(1992)
  • Kovara Sînema(1992)
  • Kovara Nojdar(1992)
  • Kovara Peyamî wergêr(1992)
  • Kovara Mehabad-Duhok-(1992)
  • Kovara Perîsitan(1993)
  • Kovara Çeleng-Zaxo-(1992)
  • Rojnama Dengê Mirov, Hewlêr
  • Kovara Dengê Zana(1993)
  • Bilawkirawey Dengî kirêkaran(1993)
  • Bilawkirawey dengî zanko-Suleymanî-(1993)
  • Kovara Riwangey cîhan(1992)
  • Rojnama Rizgarî(1993)
  • Rojnama Serhildan-Duhok-, Kovara Kazêwe(1994)
  • Rojnama Emro(1994), Kovara Cemawer-Helebçe-(1994)
  • Kovara Peyv(1995), Rojanama Ayinde(1996)
  • Kovara Ayind(1997)
  • Kovara Bizava pala(1998), Kovara Peyv(1997)
  • Kovara Pêla serbest
  • Bilawkirawey Tekan, Kovara Dengêk(1996)
  • Kovara Dozinewe(1997)
  • Kovara Dengê xondevan-Duhok-
  • Kovara Kildanî-Duhok-(1999)
  • Rojnama Rêgay dîmokrasî(1998)
  • Kovara Nivar-Suleymanî-(1998)
  • Kovara Roşenbîrî kildanî(1999)
  • Kovara Serdem(1999)
  • Kovara Serê rê(2000), Kovara Huner
  • Rojnama Awedanî(1991)
  • Kovara Ezmûn (1991)
  • Kovara azadî-Silêmanî-(1991)
  • Kovara Aborî û komel-Silêmanî-(1992)
  • Kovara Kelepûrî kurd(1992)
  • Rojnama Babe gurgur-Kerkuk-(1991)
  • Kovara Nûxazî(1991)
  • Rojnama Bopêşewe(1992)
  • Rojnama Hewlêr(1992)
  • Kovara Beyan-Kerkuk-1992, Kovara Belên(1992)
  • Kovara Pirone-Kerkuk-(1992)
  • Kovara Senger
  • Bilawkirawey Şepol(1992),
  • Kovara Şebeng(1992), Kovara Şaristaniyet(1992)
  • Rojnama Perlemana Kurdistan(1992)
  • Kovara Meşixel(1992), Kovara Piştgîrî(1992)
  • Rojnama Peyman-Duhok-(1994)
  • Kovara Çermû-Çemçemal-(1992)
  • Bilawkirawey Dengî kirêkaran-Duhok-(1992)
  • Kovara Heng(1993)
  • Kovara Derwaze-Raniye-(1992)
  • KovaraDiwaroj(1994), Rojnama Dahênan
  • Kovara Pênîsans(1993), Rojnama Rêgay Rencderan-Duhok-(1993)
  • Kovara Jîn(1993), Kovara Jîyar-Duhok-(1993)
  • Rojnama Alay Hilbijartin(1994), Kovara Aştî(1994)
  • Kovara Ezmir-Helebça-(1995), Kovara Pêşmerge(1995)
  • Kovara Eşkeft, Kovara Awat û Hêvî(1998)
  • Kovara Avêsta-Duhok-(1998), Rojnama Behra(1998)
  • Belavoka Pale-Duhok-(1998), Kovara Peyrew(1998)
  • Bilawkirawey Taman, Kovara Tûeşûî zanistxiwazan(1998)
  • Kovara Duhok(1997), Kovara Dicle(1998)
  • Kovara Diyalog(1998), Rojnama Dengî qela(1999)
  • Kovara Dengvedan-Zaxo-1997, Belavoka Dengê pîroz(1998)
  • Rojnama Raperîn(1997), Kovara Rêbazî çandî(1998)
  • Kovara Qelay Hewlêr(1998), Kovara Namey akrê-Akrê-(1998)
  • Kovara Hamûn-Koye-(1998), Rojnama Rêberî pêşmerge
  • Bilawkirawey Rojnamenûs(1999)
  • Rojnama Rojnamewanî(2000), Kovara Jîyar-Duhok-
  • Kovara Senterî lêkolînewey sitratîcî(2000)
  • Rojnameya Dilname - Sûriya, Kobanî - (1-12-2010) - www. dilname. wordpress. com.

û gelek kovar û rojnameyên din jî heye nivîsandina navên wan zehmete li Kurdistana azad hatîye derxistin.

Li Kurdistana rojhilat jî gelek kovar û rojname derketîye. Hinek wana ewin. Rojnama Auyer-Sine-(1997), Kovara Rewandiz-Rewandiz-(1996), Rojnama Şehade...

Hin kovar û rojnameyên ku di salên 90-2010 an de li Kurdistana Surîye derketine evin: Kovara Aso (1992), Rojnama Xwendevan(1997), Rojnama Deng(1995), Rojnameya Dêmoqratî, Rojnameya Yekîtî, Rojnameya Dilname - Sûriya : Kobanî - (1-12-2010) - www. dilname. wordpress. com.

Rojnamegeriya kurdî ya derveyî welat[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gelek kovar û rojnameyên kurdî li derwey Kurdistanê jî derketîye lê çerçoveya ev nivîsê de nînin, çunke ên ku qet nakevin hundirê Kurdistanê zêde sûda wan tuneye. Ez dîsa jî navê hinek wan didim.

  • Rojnama Rêya teze, Erîvan, 1930
  • Rojnama Kurdistan, Azirbeycan, 1947
  • Kovara Kurdistan, Îngilistan, 1958
  • Kovara Kurd, DYA, 1963
  • Rojnama Bangî Kajîk, Berlîn, 1968
  • Kovara Pêşmerge, Finland, 1974
  • Kovara Kolnedan, London, 1976
  • Rojnama Armanc, Swêd, 1979
  • Kovara Belavok, Swêd, 1979
  • Kovara Rizgariya Kurdistan, Swêd, 1979
  • Rojnama Barzan, DYA, 1981
  • Kovara Berbang, Swêd, 1982
  • Kovara Bangî Kurdistan, Hungarya, 1982
  • Rojnama Berxwedan, Swêd, 1983
  • Kovara Berbangî Kurdistan, Swêd, 1984
  • Kovara Helebçe, DYA, 1986
  • Kovara Berhem, Swêd, 1987
  • Kovara Bingeh, Frankfurt, 1988
  • Kovara Peyvînuiê, London, 1991
  • Kovara Bangî rastî, London, 1991
  • Kovara Aware, Holenda, 1992
  • Kovara Dîdar, Swêd, 1992
  • Kovara Penaberîkurd, Pakistan, 1991
  • Kovara Kilawrojene, Pakistan, 1991
  • Kovara Çanda gel, Beyrût, 1991
  • Kovara Kurd, Kazaxistan, 1992
  • Kovara Gelavêje, Gurcistan
  • Kovara Roj, Swêd, 1993
  • Kovara Raperîn, DYA, 1993
  • Kovara Dengî Gel, DYA û Keneda, 1982
  • Bilawkirawey Dengî kurd, Finlenda, 1994
  • Kovara Çira, Swêd, 1995
  • Kovara Helwest, Swêd, 1995
  • Kovara Jîndan, Swêd, 1996
  • Kovara Nûdem Werger, Swêd, 1996
  • Kovara Rojbaş, Swêd, 1996
  • Kovara dengubasî Kurdistan, 1996
  • Kovara Avaşîn, Stokholm, 1996
  • Kovara Agahdarî, Brusel, 1996
  • Rojnama Zayele, Darmstadt (Almanya), 1996
  • Kovara Peyam, London, 1997
  • Kovara Însîyatîf, Swêd, 1997
  • Kovara Çiwarçira, Yogoslavya, 1998
  • Bilawkirawey Awedanî, London, 1998
  • Kovara Helale, Nürnberg (Almanya), 1998
  • Kovara Pênûs, Almanya, 1999
  • Kovara Bîrnebûn. 1997 Swêd

Rojnamegerî û mediyaya kurdî ya îroyîn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piştî destpêka salên 2000î wekî hemî Cîhan, Kurdistan jî xwe guhert. Belê Kurdistan hin jî ne serbixwe ye, hin jî ne yekbuyîye. Lê gelê kurd li gel hemu şaşitî û xete yên xwe, niha asta geşepêdan de ye. Tevgera netewiya kurd hêdî hêdî fêrî xwe helsengandine dibe. Teknolojî di leha xalkê kurd de pêşdikeve. kurd nêzî hev dibe. Buyerake li Hewlêr an Qamişlo, Amed an jî Mehabad dikare kurdên hemû perçeyê rake ser piyan. Di vê tiştî de bandora herî mezin bi pêşketina teknolojî û livdarbuna hişmendiya neteweyî gelê Kurde. Jixwe ji ber ne serbixwe buyîna welatê Kurdan bi %100 rêkûpek bûyîna mediyaya kurd ne gengaze. Kêşeya zaravayan jî mîna berê ne mijareke ku di nava gelê kurd de bibe egera sar bûyînê. Tenê hin pirsgirêkên teknîkî derdixe holê. Bi bikaranîna yek elfebe dibe ku ev problem jî ji holê rabe. Êsta bi dehan rojname, bi dehan tv û radyo, bi sedan kovar, bi hezaran jî malper hene. Û heta niha ji dûhezarî(2000) zêdetir kovar, belawok û rojnameyên kurdî derketîye. Li Kurdistana Azad wekî GULAN, XAK, SERDEM, RESEN, DUHOK grubên medya jî mewcûde.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bîbliyografî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]