Peymana Lozanê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Sînor li gorî Peymana Lozanê

Peymana Lozanê, peymaneke ku di 24ê tîrmeha sala 1923an de di navbera Hevalbendên Şerê Cîhanî ya Yekem û Civata Neteweyî ya Mezin ya Tirkiyê li bajarê Lozanê hatiye îmzekirin. Bi vê peymanê welatê kurdan (Kurdistan) hatiye dabeşkirin û di navbera dewletên wekê Tirkiyê, Iraq û Suriyê de hatiye parvekirin. Bi vê peymanê Peymana Sêvrê ku di navbera hevalbendan û Împeratoriya Osmanî de hatibû îmzekirin hatiye betalkirin. Peymana lozanê ku di dema Konferansa Lozanê ya salên 1922-23 de hatiye gotubêj kirin û li bajarên Qesra Rumine û Lozan a Swîsreyê di 24 tîrmeh sala 1923an de hatiye îmzekirin.[1][2] Peyman bi fermî bi hinceta nakokiyên ku di destpêkê de di navbera Împeratoriya Osmanî û Komara Fransa ya Hevalbend, Împeratoriya Brîtanî, Keyaniya Îtalyayê, Împeratoriya Japonî, Keyaniya Yewnanistanê, Keyaniya Serbistanê û Keyaniya Romanyayê de ji destpêka Şerê Cîhanê yê Yekem ve hebû hatiye lidarxistin.[3] Nivîsara orîjînal a peymanê bi zimanê fransî ye.[3]

Binpêkirina mafên kurdan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

İsmet İnönü li konferansê aniye ziman ku ew li ser navê Tirk û Kurdan tevlê konferansê dibe lê di dawiyê de tu mafên nehatiye parastin. Ji xeynî Îsmet Înonû mebûseki bi navê Zulfi Tigrel (Zulfizade Zulfi yan jî Zulfî Bey) bi wan ra çûye Lozanê û li wêderê vî Zulfîyî gotiye ku ew li ser navê Kurda li wir e û tu daxwaziyeke Kurdan tuneye. İnönü û Tigrel bihev re Kurda rasterast bê war û welat hiştine. Aliyên Lozanê û tirkan li ser kurda di rojekî da li hev kirin û carekî din qet êdî qala kurdan li Lozanê çênabe. Peyva Kurd yek carekê jî di nivîsara peymanê da derbas nabe.

Avriyek[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piştî derkirina hêzên Yewnanê ji aliyê Arteşê Tirkan bi seroktiya Atatürkî, hikûmeta nû ya Tirkan Peymana Sêvrê mandel kir. Danûstandin di Konfransa Lozanê da dest pê bûn. İsmet İnönü nimînendeyê Tirkan bû. Danûstandinan çend mehan vekêşa. Li 20ê Çirya Pêşîn 1922ê Konfransê dubare dest bikarê xwe kir. Di 4ê Sebata 1923ê, Konferans sekinî. Di 23ê nîsana 1923yan de nîqaş ji nû da dest pê bûn û di 24ê Tîrmeha 1923 da lihevhatin hat morkirin. Bi vî awayî hêviyên Kurdan bi avê ra çûn.

Nêrîna giştî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Peymana Lozanê, tevî hin lihevhatinên dewleta Tirkiyê yên din, hate temam kirin û Kurdistan di navbera Tirkiyê, Sûrî, Iraq û Îranê de hate dabeşkirin. Di her beşî de tevahiya berhemên hebûna gelê Kurd, ketin ber talankirin û pişavtina Tirk, Ereb û Farisan.

Li hember hewqas zehmetiyan jî, Kurdan ti carî dev ji tekoşîna serxwebûn û azadiyê bernedan û hewl dan, ku di her keysê de serbixwe bibin. Di 22'ê Çileya 1946'an de, Kurdên li Kurdistana di bin destê Îrane de, di bin serokatiya Qazî Mihemed de, Komara Kurd ya Mehabadê saz kirin. Mixabin vê carê jî gelê Kurd bû goriyê berjewendiyên navneteweyî û bê destek ma. Komara Kurd piştî damezirandina xwe bi salekê, bi tevkujiyan re rûbirû ma û ji holê hate rakirin.

Komara Tirkiyê û Kurdistan Herweha di nav tixûbên Tirkiyê de, piştî damezirandina Komara Tirkiyê, Kurdan 28 caran serî hildan e: Ev hejmara serhildanan, ji alî Serokkomarê Tirkiyê yê berê S. Demirel bi xwe ve hatiye eşkere kirin.

Di destpêka damezirandina Komara Tirkiyê de, Mustafa Kemal di hevpeyvîneke bi rojnamevanan re (16'ê Çile 1923) vê daxuyaniyê dide: "Pirsgirêka Kurd dê qet nebe kelem li hember berjewendiyên me Tirkan. Ji ber ku wekî hûn jî pê dizanin, kesên Kurd bi awayekî wisa bicîbûne, ku ew li hin deveran bi piranî ne. Lê heger em bixwazin pirhijmariya wan kêm bikin û tixûbekî bixin navbera me û wan de, wê demê em tirkîtiyê û Tirkiyê mehf dikin. Divê em wê demê tixûb bikşînin heya bi Erziromê, Erzincanê, Sêwazê, Xerpûtê. Heta divê em êlên Kurd yên li çola Konya jî berbiçav bigrin. Ji ber van egeran, li şûna fikrekî kurdîtî, ji xwe li gorî zagona me ya bingehîn, hin xudmuxtariyên herêmî dê bên sazkirin. Wê demê, gelê kîjan bajarî Kurd be, ewê xweser xwe bi rê ve bibe. Ji bilî vê, dema qala gelê Tirkiyê bête kirin, divê ew jî (Kurd jî) di nav de bêne derbirîn. Gava neyên derbirîn, divê em li bendê bin ku ewê pirsgirêkan derbixin. Niha Meclisa Mezin ya Netewa Tirkiyê (TBMM), ji nûnerên Tirkan û Kurdan pêk tê û van herdu gelan tevahiya hatin û pêşeroja xwe kirine yek. Yanî ew dizanin ku ev tiştekî hevpar e. Ne di cî de ye, ku mirov rabe tixûbekî cuda xêz bike…"
(Arşîva Damezraweya Dîroka Tirkiyê, hejmara belgê: 1089.)

Ev belge, ji bo çi armancê dibe bila bibe, dide nîşandan ku sazûmankarên dewleta Tirkiyê yên destpêka salên damezirandina Komarê, di derbarê pirsgirêka Kurd de xwedî nêzîkbûnek zelal bûn.

Yek: Divê ti tixûb neyên kişandin, ango dabeşîn nebe.
Du: Kurd, li bajaren ku tê de bi piranî ne, dê bi xudmuxtarî xwe bi rê ve bibin.
Sê: Dema ku qala gelê Tirkiyê bê kirin, Kurd jî dê bên derbirîn.
Çar: Meclisa Mezin ya Netewa Tirkiyê, dê ji nûnerên rêvebir yên Kurd û Tirk pêk bê.
Pênc: Van herdu gelan, berjewendî û pêşeroja xwe kirine yek.
Şeş: Dema ku Kurd di nav gelê Tirkiyê de neyên derbirîn, dibe ku nerazibûnên Kurdan herdem rû bidin.

Ev daxuyandinên ku ji aliye sazûmankarê dewletê ve hatine dayin, ne hewqas kevn in. Lê belê ji bo jiyaneke hevpar, ji Kurdan jî hin hêvî hatine kirin. Ji Kurdan dihat xwestin ku li hemberî hêzên Rojava yên ku axa Enedol-Mezopotamya dagir kiribûn şer bikin.

Kurdan, axa Enedol-Mezopotamya, wekî niştimanê xwe didîtin û li hemberî dagirkerên vê xakê, ji bo rûmeta mirovahiyê neyê binpêkirin, berxwedanên mezin pêk anîn. Gelê Kurd, soza ku dabû gelê ku wek bira didît, bi dana qelen anî cî. Lê mixabin, piştî dagirkeriya Rojava hate têkbirin, dewleta Tirkiyê xwedî li sozên xwe derneket. Dev ji şirîkatiya bi Kurdan re berda, dewlet bi armanca qelandina Kurdan, dest bi komkujiyan kir.

Dîroka Komara Tirkiyê, bi awayekî din, dîroka qirkirina Kurdan e.

Sedema ku me bi vê kurtedîrokê dest pê kir ev e: Rastiya gelê Kurd û Kurdistanê, ku tê daxwazkirin da ji dîrokê bête rakirin, ne çîrokeke mitolojîke, ku "sê-çar dabeşkeran" li hev anîne, lê belê rastiyeke berbiçav ya rabirdû û îro ye. Ev rastiya ku şemaran (înkarê) napejirîne, ji nav pelgeyên dîroka şemarokan (înkarvanan) difûre.

Bê çawa gelê Kurd heya vêga ji bo azadiya nasnama xwe ya neteweyî li ber xwe dabe, ji îro şûnve jî bêguman dê berxwedana xwe bêrawestan bidomîne. Pejirandina nasnameya Kurdan û tevlîbûna gelê Kurd ya nav gelên cîhanê mîna gelekî serbilind, dê bibe serkeftinek ji bo aştiya cîhanê û peytandina hebûna gelê Kurd.

Mijarên têkikdar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Palais de Rumine | Lausanne, Switzerland | Attractions". Lonely Planet (bi îngilîzî). Ji orîjînalê di 22 tîrmeh 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 22 tîrmeh 2023.
  2. ^ Auftakt und Einleitung: Die Wiedereröffnung des Musée des Beaux-Arts im Palais Rohan 1948. Akademie Verlag. 2012. rr. 1–8. ISBN 978-3-05-006244-0.
  3. ^ a b "Treaty of Lausanne - World War I Document Archive". wwi.lib.byu.edu. Roja gihiştinê 22 tîrmeh 2023.