Ronî War

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ronî War
Image dans Infobox.
Ronî War 2019
Jidayikbûn
Pîşe

Ronî War nivîskarekî kurd e.

War di sala 1969a de li gundekî Dêrika Çiyayê Mazî hatiye dinyayê. Du caran ketiye hefsa Diyarbekirê. Çar salan nûneriya Sendîkaya karkeran kiriye. Nivîs û çîrokên wî di kovarên mîna Nûdem, Kevan, Nûbihar, Kulîlka Ciwan, War, Dergûş, W, Bîr, Çirûsk, Tîroj, Notos û Hayalê de hatine weşandin. Heta niha di çar antolojiyan de çîrokên wî cih girtine. Bi navê "Kuyudaki Taş" pirtûkek wî ji hêla Çetin Dûran ve wergerî zimanê tirkî bûye. Romana wî Feqiyê Teyran bi navê "Kuşların Talebesi Feqiyê Teyran" wergeriyaye zimanê tirkî. Pirtûkên bi navê "Tola Karwên-Mîr Celadet Alî Bedir-Xan”, "Çarînên Xeyam- Dr. Kamiran Alî Bedir-Xan”, "Serencam- Qedrî Can”, "Terşê Şevê-Osman Sebrî”, "Keskesor-Nûredîn Zaza” amade kiriye û van pirtûkan di sala 2013an de hatine weşandin.

Her wiha demekê di rêveberiya Komeleya Nivîskarên Kurd ya Amedê de cih girtiye, hefteyê carekê di rojnameya Azadiya Welat de û di malpera Diyarname yê de di qûncika xwe ya bi navê Avzêm ê de nivîsaran dinivîse.

Ronî War edîtor û berpirsê weşanxaneya bi navê Ava ye.

Berhemên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Bê Lome Be
  • Jiyan Jê Difûriya (Çîrok)
  • Hemû Çîrok in (Çîrok: Ji tirkî werger)
  • Gurzek Çîrok
  • Kevnedostê min gumgumok (Roman: Ji tirkî werger)
  • Kuçeçîrok
  • Kuyudaki Taş
  • Feqiyê Teyran (Roman)
  • Mem û Zîn (Roman)
  • Siyabend û Xecê (Roman)
  • Tehar û Ziharê (Roman)
  • Behlulê Dîwane (Çîrok-Berhev)
  • Deftera Wenda (Çîrok-Berhev)
  • Mele Nisredîn (Pêkenok-Berhev)
  • Şahmaran (Roman)
  • Şahê Dengbêjan Evdalê Zeynikê (Roman)
  • Dewrêşê Evdî û Edûlê (Roman)
  • Hespê Qemer (Roman)

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]