Ronahî Murşid

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Ronahî Evdoyê Xelîl ê Mihemed ê Murşid ê Ehmed ê Hec Qedûr, anku Ronahî Murşid, li gundê Miskê ya ser bi Cindirêsê jidayîk bûye. Heya xwendegeha navîn (bakelorya) xwendî ye û tevlî rêzên asayîşa Efrînê bibû. Di dema erkên xwe de, jineke terorîst xwe bi xala bazgeha wan de teqand û ew li gel hevaleke xwe bi giranî birîndar dibin. Birazayê rojnamevan Hozan Efrînî ye.

Ronahî Murşid kengî û li kûderê hatiye dinyayê?[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Teqîna otombîla li Efrînê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ew koma ku otombîla bli gundê Xezêwiyê ya ser bi Kantona Efrînê teqandine, nasnameyan wan hate aşkire kirin û armanc û mebestên wan yên terorîstî jî xweyabû.

Derbarê teqîna terorîstî ya ku ji aliyê komek ji Komeke çekdar li dijî bendeke kontirola Asayîşê li gundê Xezêwîyê pêkhatibû de, wezîrê karê hundir yê Kantona Efrînê derbarê mijarê de ji raya giştî re ragihand; Ew êrîşa Xezêwiyê êreşeke terorê bû û li dijî Rêvebiriya Xweseriya Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê pêk hatiye.

Derbarê bûyerê de ev agahî dan: "roja 6ê sibatê li bendê kontrolê yê gundê Xezêwiyê hêzên Asayîşê du otombîlên bi guman rawestandin, lê dema ku hêzên asayîşê xwestin ku otombîlê kontrol bikin mêrek û jineke ku di tirimpêlê de bûn xwe teqandin, di encama teqînê de herdû kes û çar kesên din ku di tirimpêlê de bûn hatin kuştin. Hêzên Asayîşê jî tirimpêla din bi tevî kesên tê de ragirtin. Li ser kesên ku hatine girtin bombeyên dest, kemberên teqemeniyê, amûrên bêtêl, çekên klaşînkov û pitrûkên olî yên terîqeta Wehabiyan hatin dîtin"[çavkanî hewce ye].

Her weha li gorî agahiyan ku ew şeş kesên ku mirine tev xelkê Misrê bûne û yek ji wan jî firokvanekî kevin yê Misrê bûye û hatine tevlî rêxistina Cebhut el-Nusreyê û DAIŞê bûne[çavkanî hewce ye].

Di encama wê teqînê de, şeş kesên terorîst hatine kuştin û du endamên asayîşê jî hatine birîndar kirin ku yeke ji wan berpirsê bi navê Ronahî Ebdurihman Murşid e ku li nexweşxaneya Evrîn li Efrînê têne derman kirin[çavkanî hewce ye].

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]