Sînem

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Sînem
Nivîskar Feqiyê Teyran
Şêwe Berhem
Ziman Kurdî

Sînem, berhemeke Feqiyê Teyran ya pirr ku wî ji dil gotiya ya. Ew berheme wî li ser jinake bi navê sînem a.

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Beşek ji berhemê ev a. Tê gotin ku hê dirêjtir bûya. ..

Sînem

Hewar Sînem
Ew qesrika serê xanî
Derî ji zêr î mifte ji mircan î
Ez ê terka çav û biriyên belek nadim
Heta Esrafîl nefxa sûrê ket,
Li min rabit roja heşr û mîzanê
Lewra tu şêx î, ez mirîdê te me

Hewar Sînem
Ez çiqas dinya hebû geriyabûm
Kesî negot Sînem nexweş e
Ez ê çûme hicra feqiyan dinivîsîn kêl û ferşe
Ez ê tembeh li mişk û maran bikem,
Bila xunavê tenikî carî biken, li ser ebleqê reş e

Hewar Sînem
Tu rabe ev çi dem e?
Te bejn ji kelha Tîkrîtê
Te sing ji qumaşê Ecem e
Li min hatî mehka Remezanê
Ez ê fitra serê te me

Hewar Sînem
Ez ê Hîzanê dihebînim
Zêde taxa qenterê
Van katiban hezar pênsed dane defterê
Miraz hatibû hasilbûnê
Mîr em şandine seferê

Hewar Sînem
Ez ê Hîzanê dihebînim
Salê du car bihar e
Te rû eyne ye, şems û qemer tê de diyar e
Ez ê herim Sînem bibînim
Dîtina min û Sînem ev car e

Hewar Sînem
Ez ê Hîzanê dihebînim
Zêde taxa Seraşan
Gul di baxan de kemilîn,
Pala xwe dan xaşxaşan
Miraz hatibû hasilbûnê
Kul kete nav oldaşan

Hewar Sînem
Min Sînem dîbû şeva erefatê
Te gulî şûştine ji ava heyatê
Dê biçim Sînem bibînim
Sînem nexweş e ber wefatê
Sînem hîva nûrîn e
Şewqê daye umetê
Gerden şûşa hişîn e,
Nuqte nuqte xal ketê
Kesê Sînem bibînit,
Bêşik diçe cenetê
Min Sînem dîbû li eywana mîr ve
Te çavek roj e yek jî hîv e
Te ez kuştim
Xûna min maye bi zendê spî ve

Hewar Sînem
Xweş govend e li eywanê
Dinya li min xewxa ye
Ku vî best î hewranê
Çavreş li min winda ye
Xwedê bide îmanê

Hewar Sînem
Dar û devî li min bûne gurî
Ji kulan û derdan
Hêstirên çavên min evdalê Xwedê digilgilî
Me tu xizmet ji padîşahê mezin re nekir
Çawa şah û xunkar mift digirî

Hewar Sînem
şah û padîşah û xunkar siwar in
Her sê siwarê cengê ne
Pehlîvan li meydanê diçin têne
şer çû sewta Xwedê(*)
Çavên reş li ber sulhê ne

— Feqiyê Teyran

(*)şer çû sota Xwedê