Xwûdê, çi zatek ehsan e

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Xwûdê, çi zatek ehsan e
(Ellah çi zatek ehsen e)
Nivîskar Feqiyê Teyran
Şêwe Helbest
Ziman Kurdî

Xwûdê, çi zatek ehsan e [çavkanî pêwîst e] yan jî Ellah çi zatek ehsen e[1], helbesteke Feqiyê Teyran a pirr dirêj e. Tê gotin ku ev helbesta wî, "çend danan, dihat gotin lê bidawî nedibû. Di kurdî de "dan"a, di vir de di wateya "wakîtekê" de tê bikarhanîn. Beşek ji wê helbesta dirêj û giranbûhar û pirr bi qiymet û hêja ev e.

Berhem[biguherîne]

Xwûdê, çi zatek ehsan e

Allah çi zatek ehsen e
Zêde letîf û qadirî
Mexluq hemî neqşê te ne
Vêk ra li hemyan fekirî
Hemd û sena layiq te ne
Yê ‘erşê ‘ezîm çêkirî

‘Erşê ‘ezîm ê ekber e
Zînet û raza merkezî
Ew kursîyan heq li ser e
Bê şems û gerdun dibezî
Heq Wahid e Witr e fer e
Bê newm e baẍvan ê rez î

Baẍ ê ku baẍvan bête ber
‘Erdek heye ew lê nebî
Dara ku ‘enqa bête ser
Belgek heye sîh lê nebî
Kîj nî’metê dê dît xeber
Ya Reb derê feyzê vebî

Ser çeşmeya feyzê çî ye?
Hate lîsan ê ‘arifan
Ew nurekî Rehmanî ye
Darête qelb ê xaîfan
Jê şem’eyek da Muksî ye
Lew bu nedîm ê taîfan

Bume nedîm bume herîm
Min ‘eşqeka dijwar heye
Kêfê dikim serfa ‘ezîm
Min hêj meya pêrar heye
Minet ji Rehman ê Rehîm
Min mîrekî Settar heye

Ew mîr Kerîm e Sâtir e
Xweş Hakim e di barê xwe da
Xelqno! Ne dur e hazir e
Ew Wahid e û bê îbtîda
Her çî bikit ew Qadir e
Ew xaliq ê bê bâb û da

Wahid yek e ne ji kes e
Ferxende ye nej erxekî
Ew yek ji ‘amê re bes e
Muhtac nehin bâl ferxekî
Ustad ê aş ê ethles e
Neh çerx di nava çerxekî

Bê te çime? Ez ne ez im
Ruh û rewana min tu yî
Ez hişkedâr im ne rez im
Xeml û ruhana min tu yî
Bêy te neşêm gavek bez im
Çûn û sekana min tu yî


Bê te mirar im meyyît im
Qelbê ji ser mirate ye
Ez kuştîyê natebîb im
Behra quluban te heye
Xelqno! Bi Qur’ana ‘ezîm
Her çi dibêjim her we ye.

Ma ez dibêm vê gotinê
Bê te zeban bê gotin e
Ew qal û qîl e di dinê
Zahir û bahtin sâkin e
Bun mîqata mirin ê
Ew-j bâl te ne ne-j bal min e

Mi hewl nehin quwet nehin
Mi sewt û ezman bi te ye
Mi zehr û ezman qet nehin
Dest ji te ye çeng ji te ye
Mi fikr û hem himet nehin
Ruh bi te ye rah bi te ye

Hub rêtî canê beşer e
Sewda ji mejyê wî firî
Goyinî nêv dâr û ber e
Bêsuc e qet nakit girî
‘işq û enîna qemer e
Netq û lîsanê jê birî

Deng ji defa canê me tê
Kirdin nefir û nayekî
Sanî’ bi herfê pif ket ê
Her zehrekî-b awazekî
Subhan ji şah ê Qudret ê
Her canekî û ebdanekî

Hemd û senâ heqq e li me
Bê hedd û bê qiyas bikin
Zikr û ‘îbadet lazim e
Cuhda therîqa rast bikin
Roja qiyamet qaim e
Ta’etek pir esas bikin

Ta’et bike rêdur î tu
Her çî di mektuba me de
B’kağez û kîs û morî tu
Ya min bi da fî min bi da
Canê di kûba sorî tu
Rohnîya sem’ û beser da

Canê di navê nefsî ye
Vêkra hemî bu beşerî
Maka wicudan fanî ye
Ew dê bizanî vî derî
Eslê ruha me baqî ye
Lew jê nedakin xawerî

Dê bçîne nîva axekê
Perda turab ê tharî ye
Feqî dê rakit rahekê
Bi mehdera wî Bârî ye
Bo çak û parisa-b carekê
Li cennet bikin serdarîyê

Avek mehîn im kemter im
Min cerg û dil bune birîn
Sewda û dîn û ebter im
Pabendê vê nefsa le’în
Muksî yê jar û bedtir im
Ferhemnî xeyre Rahîmîn[çavkanî pêwîst e]


— Feqiye Teyran

Çavkanî[biguherîne]

  1. M. Xalid Sadînî (2000).