Endamok

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Nîgara xaneya ajalan û endamokên di nav sîtoplazmayê

Pekhateyên ku di nav sîtoplazmayê de cih digirin û ji bo xaneyê hin karên taybet dikin, wekî endamok (organel)tên bi nav kirin. Piraniya karûbarên xaneyê di nav sîtoplazmayê de pêk tê. Bi gelemperî, xaneyên ciwan ên ku metabolîzmayê wan bi lez û bez in, sîtoplazmaya wan jî pir e. Beşa sîtoplazmaya bêendamok wekî sîtozol tê binavkirin. Xaneyên prokaryotî ji bilî rîbozom, tu endamok lixwe nagirin.

Di nav sîtoplazmaya eukaryotiyan de sê kom endamok heye.

Endamokên bêparzûnî: Sentrozom û Rîbozom

Endamokên yekparzûnî: Retîkûlûma endoplazmî, Heybera Golgî, Lîzozom, Vakuol, Vezîkul.

Endamokên cotparzûnî: Mîtokondrî û Plastîd

Hejmara endamokên hemû xaneya ne wek hev e. Li gor erka xane û şaneyê dibe ku hejmara hin endamokên xaneyê ji xaneyên din pirtir be. Wekî mînak, xaneyên masûlke û xaneyên kezebê gelek pêdivi bi ATP tînin, loma di nav sîtoplazmaya van xaneyan de hejmara mîtokondriyê ji xaneyên din ên laşê mirov zêdetir e.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]