Sûman

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Sûrman hat beralîkirin)

Sûrman, gundekî ser bajarê Colemêrgê ye. Ji Colemêrgê duratiya wê 8 km ye. Çûnehata wî pir hêsan e. Dîroka cihnişîna Sumanê gellek kevn e. Sala beriya 1950an ermeniyan û eşîrên Colemêrgê hatine Sumanê û cih ji xwe girtine.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di nav eşîra Gewdanan de yên paşnava wan Aşkan di sala 1976an de hatin li gundê binecih bûn. Ew Aşkanan jî li nav eşîra Gewdanan da mala çempîriyan tê gotin. Heta sala 1990 li malbata Aşkanan di nava xêr û xweşiyê da jiyana xwe didomand. Di sala 1990an da pisgirêkên herî mezin li Tirkiyeyê derketin holê, loma jî piştî van salan ev gund ji aliyê leşkerê tirkan ve hate valakirin û wî zemanî gundê Sumanê jî nesîbê xwe ji van pirsgirêkan wergirt. Beriya vê pirsgirêkê li Sûmanê 40 malbat jiyana xwe didomandin. Piştî van pirsgirêkan malbatên Aşkanan bar kirin û çûne bajarên din ên wekî Wan, Mersîn, Stembol û hwd. Niha jî 15 malbat hene Sumanê da aboriya vî gundî çandînî û xwedîkirina heywanan in. Zozanên gelek mezin li wî gundî hene wekî Berçelan, Golan, Bêmxo, Kahnî Mişk, Nav Hêliza û hwd.