Jîr Jan Amedî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Süleyman Ekmiş hat beralîkirin)
Jîr Jan Amedî
Jidayikbûn1971 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Jîr Jan Amedî, ramanbîr, nivîskar û helbestvanekî kurd e ku di 11ê pûşbera 1971ê de li Amedê hatiye ser dinyayê.

Jiyana wî ya çapemeniyê bi rojname û kovarên bi zimanê tirkî dest pê kir. Di rojnama Gençlik Dünyası, di sala 1989an de dest bi nivîsê dike. Demên dirêj bi tirkî dinivisîne lê belê hinek nivîsên wî di rojnameya Welat de bi kurdî tên weşandinê.

Bi tirkî pirtûkeke wî ya bi navê Sözün önü heye (Gündüz yayınları, Ankara, 2007). Vê pirtûka wî ya bi tirkî bi navê xwe yê li ser nasnameya xwe nivisiye. Navê wî yê li ser nasnameyê Süleyman Ekmiş e.

Wî bi kurdî du pirtûkên helbestê bi navê Girêk û Şopa Bêdengiyê nivîsandine. Heman demê ji bo Kovara Ronahî nivîsên edebî û felsefî dinivîsîne. Demên dirêj bi bazirganî mijûl dibe. Zanîngeha zanîstiya civakî diqedîne û ya rêveberiya gelemperî nîvcû dihêle.

Jîr Jan Amedî îro (2013) li Stembolê dijî û berpirsiyariya giştî ya Kovara Ronahî dike.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêk, weşanxaneya kitaphane, Istanbul; 2011 Şopa Bêdengiyê, Weşanxaneya Kovara Ronahî, Stenbol; 2014 Kovara Ronahî, Istanbul www.jirjanamedi.com www.amidakurd.net www.ronahikovar.com

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]