Sagrada Família
Sagrada Família
| |
---|---|
41°24′13″Bk 2°10′28″Rh / 41.40369°Bk 2.17433°Rh | |
Dewlet | Spanya |
Li beşa îdarî | |
Dirêjbûn | 90 m |
Pêk tê ji | |
Bilindahî | |
Adres | Mallorca, 401, Marina, 253, Provença, 450 i Sardenya, 314-318 |
Malper | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Basílica i Expiatori de la Sagrada Família, ku di nav gel de wek Sagrada Família tê zanîn, dêreke neqedandî ya li taxa Eixampleya Barselonayê, Ketelonya, Spanyayê ye ku hê di binê çêkirinê de ye. Ew dêra katolîk ya herî mezin a cîhanê ye ku avakirina wê hê didome. Sêwirana dêrê ji hêla mîmarê ketelan Antoni Gaudí (1852-1926) ve hatiye xêzkirin. Xebata wî li ser Sagrada Família beşek ji kelepûra Cîhanê ya UNESCO ye.[1] Di 7ê çiriya paşînê 2010an de, papa Benedîkt XVI dêrê ziyaret kir û ew basîlîkayeke biçûk îlan kir.[2][3][4]
Roja 19ê adarê 1882an avakirina Sagrada Família bi rêvebiriya mîmar Francisco de Paula del Villar dest pê kir. Di sala 1883an de Villarî Gaudí wekî mîmarê sereke girt û wî projeyê bi şêwaza xwe ya mîmarî û endezyariyê guhart, formên gotîk û yên Art Nouveau li hev kir. Gaudí jiyana xwe ya mayî ji projeyê re terxan kir, lewra ew di şîna dêrê de tê veşartin. Di dema mirina wî ya di sala 1926an de, kêmtir ji çaryeka projeyê temam bûbû.[5]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Centre, UNESCO World Heritage. "Works of Antoni Gaudí". UNESCO World Heritage Centre (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 24 kanûna paşîn 2023.
- ^ "VIS-Press releases". web.archive.org. 4 tebax 2010. Ji orîjînalê di 4 tebax 2010 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 24 kanûna paşîn 2023.
- ^ "ZENIT - Pontiff to Proclaim Gaudi's Church a Basilica". web.archive.org. 25 îlon 2010. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 25 îlon 2010. Roja gihiştinê 24 kanûna paşîn 2023.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "CNS STORY: Pope to visit Santiago de Compostela, Barcelona in November". webarchive.loc.gov. Ji orîjînalê di 7 nîsan 2010 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 24 kanûna paşîn 2023.
- ^ Minder, Raphael (3 çiriya paşîn 2010). "Polishing Gaudi's Unfinished Jewel". The New York Times (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 24 kanûna paşîn 2023.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |