Seîd Gabarî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Said Gabarî hat beralîkirin)
Seîd Gabarî
Jidayikbûn13ê nisan 1956
Mirin4ê Gulan 2020
Hewlêr, Herêma Kurdistanê
EsilKurd
HevwelatîSûrî
PîşeHunermend
Salên çalak1970 - 2020
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Seîd Gabarî (jdb. 13 nîsan 1956 - m. 4 gulan 2020), tembûrvan û hunermendekî kurd e ku di 13ê nîsana 1956an de li gundê Xirbê Kejê yê bi ser bajarê Hesîçeyê yê Rojavayê Kurdistanênê ve hatiye dinyayê.[1]

Seîd Gabarî di heşt saliya xwe de dest bi hunera kurdî kiriye û wek her kurdekî di wî wextî de jiyana xwe di bin zilm û zorê derbas kiriye.

Di 1966an de Seîd Gabarî helbestvanên kurd Cegerxwîn û Seydayê Tîrêj nas kirin. Herdû mamosteyan bandoreke mezin li Seîd Gabarî kir û alîkarên wî jî bûn. Di sala 1967an de xwe bi xwe hînî lêxistina tembûrê (bizqê) kir û piştî du salan, di 1969an de, konsera xwe ya pêşîn da.

Di sala 1970î de ji ber straneke şoreşgerî li konsereke mezin li Qamişlokê hate girtin, wî pir işkence û zehmetên bi êş dîtin û gotinên stran û awazên kurdî lê qedexe kirin. Lê Seîd Gabarî xwe ti carî ji stran û awaz û gotinên kurdî dûr nekir. Pişt re rewş berfereh bû û gelek hunermendên navdar mîna Mihemed Şexo û Mehmûd Ezîz Şakir nas kirin û wan jî pir alîkariya wî kir.

Ji ber zextên siyasî ew mecbûr ma ku derkeve Ewropa. Di van salên dawî de Seîd Gabarî gelek caran diçe Başûrê Kurdistan û bernameyên televîzyonê jî çêdike.

Seîd Gabarî di 4ê gulana 2020an de li Hewlêrê çû ber dilovaniya Xwedê[2][3].

Mijarên têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ http://www.rupelanu.com/seid-gabari-rasti-buyereke-trafike-hat-3705h.htm
  2. ^ "Kopîkirina arşîvê". Ji orîjînalê di 21 kanûna paşîn 2022 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 4 gulan 2020.{{cite web}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  3. ^ https://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/0405202014