Başûrê Kurdistanê
Başûrê Kurdistanê[1][2][3][4] yek ji perçeyên Kurdistanê ye ku di nav sinorên dewleta Îraqê de ye ku piştî şerê cîhanî yê yekem hatiye damezrandin. Nifûsa herêmê piranî ji kurdan pêk tê. Başûrê Kurdistanê ji aliyê pirneteweyî û pirolî ve ji herêmên din yên Îraqê cuda ye ku li vê beşa Kurdistanê ji xeynî kurdan, ereb, tirkmen û asûrî jî hene. Di heman demê de piraniya rûniştvanên herêma Başûrê Kurdistanê misilman in lê kes ên xwedî baweriyên cûda yên wekê xiristiyan (mesîhî) û êzidî jî tê de hene. Bajarên sereke yên Başûrê Kurdistanê bajarên Hewlêr, Silêmanî, Mûsil, Kerkûk, Duhok, Xaneqîn û Zaxo ye.
Başûrê Kurdistanê yek ji çar parçeyên Kurdistan a mezin e ku li herêma Rojavayê Asyayê cih digire ku bi Başûrê Kurdistanê re beşên din ên Kurdistanê Bakurê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê û Rojhilata Kurdistanê vedihewîne.[5]
Etîmolojî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Tê texmîn kirin ku koka navê Kurd ji peyva sumerî ya kar-da hatiye. Paşgira -stan peyveke îranî ya herêmê ye. Wateyê navê Kurdistanê ji du peyvên hevgirtî yên kurd û istan pêk tê wateya "Welatê Kurdan".
Navê herêma Başûrê Kurdistanê naveke erdnîgarî ye ku perçeya îro ya herî li başûrê Kurdistanê destnîşan dike.
Erdnîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Başûrê Kurdistana bi giranî herêmeke çiyayî ye ku xala herî bilindê herêmê bi bilindahiya 3.611 mêtre lûtkeya Çixî Derê ye. Çiyayên din ên Başûrê Kurdistanê ji çiyayên Zagros, Çiyayê Şengalê, Çiyayê Hemrînê, Çiyayê Nisir û ji Çiyayên Qendîlê pêk tê. Çemên wekê Çemê Zapa Mezin û Çemê Zapa Biçûk li herêmê ye ku ber bi rojhilat û rojava be diherikin. Çemê Dîcleyê ye ku ji Bakurê Kurdistanê derdikeve ber bi başûr ve diherike û derbasê Başûrê Kurdistanê dibe.
Xwezaya çiyayî ya Başûrê Kurdistanê li gorî herem ên jêrîn ên Başûrê Kurdistanê xwedî avhewayeke hênik û xwedî erdnigariyeke bi çem û av e ku di meh ên havînan de dibe ciheke geştiyarî. Gola herî mezin ê Başûrê Kurdistanê gola Bendava Dûkanê ye ku goleke çêkirî yê herêmê ye. Herêmên rojavayî yên Başûrê Kurdistanê wekî herêmên rojhilatî çiyayî nînin.
Avhewa
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ji ber berfirehî û bilindahî yên Başûrê Kurdistanê ji avhewaya herêmê li gorî herêmên din ên derdorê sartir û pir şiltir e. Piraniya deverên li herêmê dikevin nav devera avhewa ya Deryaya Navîn (Csa) ku yek ji deverên li başûrê rojavayê avhewaya nîv-ziwa (BSh) ye.
Germahiya navînî ya havînê li herêmên herî bakur ên sartir ji 35 °C heya 40 °C ber bi herêmên başûrê rojava diguhere. Di mehên havînan de germa herî nizm a Başûrê Kurdistanê li dora 21 °C heya 24 °C ê diguhere. Di mehên zivistanan de jî germahiya navînî di navbera 9 °C û 11 °C ê de ye. Li hinek deverên sar ên Başûrê Kurdistanê di mehên zivistanan de germahî ji 3 °C heya −2 °C ê dadikeve.
Bajarên sar ê herêmê Soran, Şeqlawa û Helebce di mehên zivistanê de di binê 0 °C de ne. Dihok di mehên havînan de germahiya navînî digihîje 42 °C ê. Barîna baranê ya salane li seranserê Başûrê Kurdistanê cuda ye ku li hinek cihan baran ji 500 mîlîmetre bigire (li herêma Hewlêrê) û heya 900 mîlîmetreyê baran dibarin (li deverên mîna Amediyê). Piraniya baranan di mehên zivistanan û biharê de dibarin ku bi gelemperî baranên giran in. Havîn û destpêka payîzê baran kêm in û mehên biharan jî pir hênik derbas dibin. Di havînê de li hinek deveran derengiya demsalî çêdibe ku germahiya hewayê li dora mehên tebax û îlonê de zêde dibin.
Dîrok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Serdema kevnare
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di demên pêşdîrokê de li herêmê çandeke Neandertalan li Şikefta Şanidarê hatiye dîtin. Herêm 7000 salê b.z. de malavaniya çanda çermo kiriye. Cihê herî kevnar ê neolîtîk a li Kurdistanê li Hasuna ye ku navenda Çanda Hasunayê ye.
Di Serdema Bronz a Destpêk û Serdema Bronz a Navîn de herêm ji aliyê erdnîgarî ve wekî Subartu dihat zanîn ku li herêma Başûrê Kurdistanê sûbariyan ku bi zimanê hûrî diaxivin û di heman demê de li gel sûbariyan Gutî û lulubiyan jî li herêmê jiyan kirine. Di sala 2200 b.z. de herêm ji aliyê Naram-Sin ê akadî ve hatiye zeft kirin û di sala 2150 b.z. de dikeve bin desthilatdariya gûtiyan. Bajarên sereke yên herêmê ku di nivîsarên vê serdemê de hatine tespîtkirin Mardaman, Azuhinum, Nînet (Nînewa), Arrapha, Urbilum û Kurda ne.
Mijarên têkildar
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Ali, Othman (çiriya pêşîn 1997). "Southern Kurdistan during the last phase of Ottoman control: 1839–1914". Journal of Muslim Minority Affairs. 17 (2): 283–291. doi:10.1080/13602009708716377.
- ^ "مێژوو "وارماوا" لە کوردستان". Roja gihiştinê 24 kanûna pêşîn 2019.[girêdan daimî miriye]
- ^ "عێراقی دوای سەددام و چارەنووسی باشووری کوردستان". Lund University Publications. 2008.
- ^ "Ala û sirûda netewiya Kurdistanê". Roja gihiştinê 24 kanûna pêşîn 2019.
- ^ "Kurden heute - Fadel Khalil - Google Books". web.archive.org. 3 tîrmeh 2023. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 3 tîrmeh 2023. Roja gihiştinê 7 çiriya pêşîn 2024.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)