Salnameya îranî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Salnameya îranî an salnameya farisî teqwîma rojê ko îro li Îran û Efxanistanê bi fermî tê bikaranîne. Ji bo ko hinek îna dikin ko bingeha wê texwîmê, ya ko Omer Xeyam di wexta siltanê Selçûqiyanê Celal ed-Dewle Melik Şah (1055–1092) de berhev kirî ye ew hin caran wek salnameya celalî jî tê nav kirin. Ew salnameya Xeyam cara siftê, di yekê Ferwerdînê, gora salname mîladî 15 adarê 1079an de hatibû bikaranîn.

Salnameya îroj li Îranê tê bikaranîn cara paşin di 1925an de hat reformkirin û di 31ê adarê 1925an de hat dest bi karanînê kirin. Di wê reformê de hîcret wek refêrans hat girtin û ew roya gora salnameya îranî wek 11ê Ferwardin 1304 hat diyar kirin. Ji bo referansa wê hîcret hat girtin jî ew wek hicrî şemsî (bi farisî: هجري شمسي‎, lat. hicrî şemsî an, هجری خورشیدی, hicrî xûrşîdî) tê nav kirin. Ji 1957an virve ew li Efxanistanê jî tê bikaranîn. Her çiqas di 1976an de li Îranê li ser salnamê reformeka din hat kirin û roya destpêkê salname şuna hîcretê, taç girtina Kûruşê Mezin hat girtin jî, va refoma di 1979an de li pê şoreşa îslamî re hat valakirin.

Salvegera vê salnameyê gorî destpêka biharê yê Stêrnasî, yanê Newrozê tê hesab kirin. Kînga ko li Tehranê dirêjahiya şev û rojê de saet dibine 12:00, rojê ko tê, ango sibê wek Newroz tê diyar kirin. Roja salvegerê bi gelemperî, ji salê ber de tê diyar kirin. Di salnameya gregorî de destpêka biharê navbera 19ê adarê û 21ê adarê de diguhere.

Salnameya îranî ji 12 mehan ên ko nêzî 3000 salin bêguhertin tên bikaranîn de pêk tê. Şeş mehayên pêşin ji 31 roj, pênc mehên pê re ji 30 ro, û mehê paşin jî gorî bûna sala bermayî an na ji 29 an 30 rojan de pêk tê.

Navên mehên salnameya îranî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Navber Dirêjahî (bi roj) Farisî Pehlawî Avestayî Kurdiya navendî
1. 21 adar-20 avrêl 31 Ferwerdîn Frewardîn Frevaşînam Newroz, Xakelêwe
2. 21 avrêl-21 gulan 31 Erdîbehîşt Erdwahîşt Aşa Vahîsta Gullan, Banemer
3. 22 gulan-21 pûşper 31 Xurdad Hordād Haurveta Baranbirran, Cozerdan
4. 22 pûşper-22 tîrmeh 31 Tîr Tîr Tiştrîya Germaciman, Pûşper
5. 23 tîrmeh-22 gelawêj 31 Murdad (Merdad) Emurdād Emêrêtat Gelawêj
6. 23 gelawêj-22 rezber 31 Şehrîwer Şehrêwar Xeştrevariya Berewpayîz, Xermanan
7. 23 rezber-22 kewçêr 30 Mehr Mîhr Mîsra Mîran, Rezber
8. 23 kewçêr-21 sermawez 30 Aban Êban Apam Gellarêzan
9. 22 sermawez-21 berfanbar 30 Azer Êdur Etar Agirdan, Sermawez
10. 22 berfanbar-21 rêbendan 30 Dey Dey Dîno Sehollbendan, Berfanbar
11. 22 rêbendar-21 reşemî 30 Behmen Wehman Wehûman Nawzistan, Rêbendan
12. 22 reşemî-21 adar 29 an 30 Espend Şpendermad Şpenderam Polan, Reşeme

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bibîne[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên Derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mehên salnameya rojê ya îranî
1 Ferwerdîn · 2 Erdîbehîşt · 3 Xurdad · 4 Tîr · 5 Murdad · 6 Şehrîwer
7 Mîr · 8 Aban · 9 Azer · 10 Dey · 11 Behmen · 12 Espend