Salnameya koçî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Salnameya koçî Muzexaneya Linden li Stuttgartê

Salnameya koçî an jî teqwîma hîcrî, salnameyeke demê ye. Ji bo bi gelemperî gorî hîve tê hejmertin salnameya heyvê jî tê navkirin. Ew bi koçkirina Muhemmed pêxember a ji Mekeyê bo Medîneyê dest pê dike. Muhemmed pêxember ji bo koç bike 27'ê seferê de ji Mekeyê de derket, di 20'ê rezberê de gehîşte Quba û 24'ê rezberê 622an de jî, hîcrî 12 Rebî el-ewel de, gehîşte Medîneyê.

Du cureyên hejmertina demê li gorî salnameya koçî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

1. Salnameya roja ku Muhemmed pêxember hatî Qubayê, 20'ê rezbera 622'an, wek destpêk tê dibîne û gorî tevgerê dinêyê dor roj re tê hejmertin û wek salnameya hicrî ya şemsî tê nav kirin.

2. Dema xelîfe Omer de ji bo di salnameyan de tevlîhevî ra kin sala Muhemmed pêxember hicret kirî, sala salnameya koçî ya yekem hat helgirtin. Roja sal dest pê dike jî 1'ê muherema wê salê, gorî salnameya gregorî (miladî) de 16'ê tîrmeha 622'an, hat pejirandin. Hejmeriya salên wê gorî tevgera heyvê dor dinê re tê hejmartin. Kengê hîv dor dinê re 12 caran çerx dibe sala hicrî jî temam dibe.

Navên mehan li gorî salnameya koçî, bi zimanê erebî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ev salname ji 12 mehan pêk tê:

Gorî salnameya koçî sal 1'ê muheremê de dest pê dike. Lê ji bo salnameya koçî gorî salnameyê roj nêzî 10 rojan hindik dajo, navbera wê û salnameya gregorî sal bi sal ciyawazî dibe. Ji bo wê sedeme meha remezan gorî salnameya gregorî her sal gorî salê pêşanî nêzî 10 rojan peş de dest pê dike. Li wê salê her meha kengê hîvik tê dîtin dest pê dike. Mehak 29 rojan an jî 30 rojan pêk tê. Sal bi tunî ji 354 an jî 355 rojan pêk tê.

Îroj li welatên misilmanan bi piranî salnameya gregorî tê bikaranîn. Lê ji bo meh û rojên pîroz, wek Remezan, cejna Boraqê, gorî salnameya hicrî dest pê dikin dîsa jî tê peyçûn kirin. Meha remezan, hec di meha Zîlhice de, cejna Boraqê di 10'ê ye Zûl Hice de gorî salnameya hicrî tê diyarkirin.

10 rojên pêşinên di muherem de gorî Şîyan ji bo şehîdbûna sehebe Huseyîn, nevîke Muhemmed pêxember, pîroz tê dîtîn. Ew roja Aşûreye jî.

Navên rojên hefteyê li gorî salnameya koçî, bi zimanê erebî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Rojên hefteyê bi hejmeran tê diyarkirin. Roja yekem duşem e û wiha ne:

  • Yekşem: yewm el-ehed (bi erebî: يوم الأحد‎, lat. Yawm al-ahad, ango Roja Yekem)
  • Duşem: yewm el-îdnaynİ (bi erebî: يوم الإثنين‎, lat. Yawm al-ithnayn, Roja Duyem)
  • Sêşem: yewm es-selasa (bi erebî: يوم الثلاثاء‎, lat. Yawn ath-thalatha, Roja Sêyem)
  • Çarşem: yewm el-erbe'a (bi erebî: يوم الأَرْبعاء‎, lat. Yawn al-arbi'ai/arba'a, Roja Çarem)
  • Pêncşem: yewm el-xemîs (bi erebî: يوم الخَمِيس‎, lat. Yawn al-khamis, Roja Pêncem)
  • În: yewm el-cûm`a (bi erebî: يوم الجُمْعَة‎, lat. Yawn al-juma'ah, Roja Înê)
  • Şemî: yewm es-sebt (bi erebî: يوم السَّبْت‎, lat. Yawn as-sabt, Roja Heftem)

Salnameyên gregorî û koçî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji bo navbera salnameyên koçî û gregorî de cudahî he ye wergerandina hev nahêsan e. Mirov ewna bi formuleke wiha wergerîne hev:

G (sala gregorî), H (sala hicrî)

Sala gregorî 2006, sala 1427'an a salnameya koçî ye. Salvegara salnameya koçî 19'ê rêbandana 2007'an e. 1428 kengê roj dera ava dest pê dike.

Giredanên derveyî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]