Selanîk
Selanîk
| |
|---|---|
| Θεσσαλονίκη | |
Selanîk li ser nexşeyê![]() | |
| Koordînat: 40°38′25″Bk 22°56′8″Rh / 40.64028°Bk 22.93556°Rh | |
| Dewlet | Yewnanistan, Împeratoriya Osmanî, Împeratoriya Îznîkê, Împeratoriya Bîzansê, Despotate of Epirus, Kingdom of Thessalonica, Komara Wênîsê, Împeratoriya Bîzansê, Împeratoriya Romê, Komara Romayê, Keyaniya Makedonî, Keyaniya Makedonî |
| Li beşa îdarî | |
| Paytexta |
|
| Dema avabûnê | 315 b.z. |
| Îdarî | |
| • Şaredar | Stelios Aggeloudis (2024–) |
| Qada rûerdê | |
| • Giştî | 19.307 km2 (7454 sq mi) |
| Bilindahî | 6 m (20 ft) |
| Nifûs | 309.617 (2021) |
| Dem | |
| Koda postayê | |
| Koda telefonê | 231 |
| Plakaya erebeyê | MM, NA, NB, NE, NH, NI, NK, NM, NN, NO, NP, NT, NY, NX, NZ |
| Malper | thessaloniki |
| biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre | |
Selanîk[1] (bi yewnanî: Θεσσαλονίκη) duyem bajarê herî mezin yê Yewnanistanê e (bi hinekî zêdetirî milyonek niştecihên xwe li herêma metropolî) û paytexta herêma erdnîgarî ya Makedonyayê, herêma îdarî ya Makedonyaya Navîn û Makedonyaya Rojhilat û Trakyayê e.[2] Bajar di zimanê yewnanî de wekî i Symprotévousa jî tê zanin ku bi rastî tê wateya "hev-paytext" e,[3] ev nîşanek ji bo statuya wê ya dîrokî wekî bajarê "hev-hikûmdar" (Symvasilévousa) yê împeratoriya bîzansê li kêleka Konstantînopolîsê bû.[4]
Selanîk li ser kendava Termaîk, li quncikê bakur-rojavayê Deryaya Egeyê ye. Li rojava bi deltaya Axîyosê ve hatiye dorpêçkirin. Şaredariya Selanîk, navenda dîrokî, di 2021an de nifûsa wê 319,045 bû,[5] di heman demê de herêma metropol a Selanîkê 1,006,112 niştecih û herêma mezintir jî 1,092,919 niştecih hebûn.[5] Ew duyem navenda aborî, pîşesazî, bazirganî û siyasî ya mezin a Yewnanistanê ye û navendeke veguhastinê ya sereke ji bo Yewnanistan û başûr rojhilatê Ewropayê ye, bi taybetî bi rêya bendera Selanîkê.[6] Bajar bi festîval, bûyer û jiyana çandî ya zindî bi giştî tê naskirin.[7] Bûyerên wekî Fûara Navneteweyî ya Selanîkê û Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Selanîkê salane têne lidarxistin. Selanîk Paytexta Ciwanan a Ewropayê ya 2014an bû. Ûnîversiteya sereke ya bajêr, Ûnîversiteya Arîstoteles, ya herî mezin li Yewnanistan û Balkanan e.[8]
Selanîk di sala 315 b.z. de ji aliyê keyê Kassandroyê Makedonî ve hatiye damezrandin ku navê jina xwe Tesalonîk, keça Fîlîpê II yê Makedonî û xwişka Îskenderê Mezin, lê kiriye. Selanîk 40 kîlometre li başûrê rojhilatê Pela, paytexta Qiraliteya Makedonî, hatiye avakirin. Di serdema Romayiyan de, Selanîk, metropolek girîng bû û duyem bajarê herî mezin û dewlemend ê împeratoriya Bîzansê bû. Di 1430an de, bajar ji aliyê împeratoriya Osmanî ve hate fetihkirin û di nêzîkî pênc sedsalên desthilatdariya osmaniyan de ma, bi dêr, mizgeft û kenîşteyan re ku li kêleka hev dijîn, wekî benderek girîng û metropolek pir-etnîkî ma. Ji sedsala 16an heta 20an ew yekane bajarê bi piraniya cihûyan li Ewropayê bû. Di 8ê mijdara 1912an de ji împeratoriya Osmanî derbasî qiraliteya Yewnanistanê bû. Selanîk mîmariya bîzansî nîşan dide, di nav de gelek abîdeyên xristiyan û bîzansî, Cihê Mîrata Cîhanê û çend avahiyên cîhuyên romêyî, osmanî û sefardî.
Nifûs
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]| Sal | Nifûs | ±% |
|---|---|---|
| 1913 | 157.889 | — |
| 1940 | 215.788 | +36,7% |
| 1951 | 217.049 | +0,6% |
| 1961 | 250.920 | +15,6% |
| 1971 | 345.799 | +37,8% |
| 1981 | 406.413 | +17,5% |
| 1991 | 412.160 | +1,4% |
| 1991 | 41.216 | −90,0% |
| 2001 | 385.406 | +835,1% |
| 2011 | 315.196 | −18,2% |
| 2021 | 309.617 | −1,8% |
| Çavkanî: 2021,[9] | ||
Jêder
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Bedirxan, Kamiran Alî (1986). Roja Nû, 1943-1946. Uppsala: Jîna Nû. r. 24:1.
- ^ Greek Republic 2011, r. 22, Έδρα της περιφέρειας Κεντρικής Μακεδονίας είναι η Θεσσαλονίκη. (The capital of the region of Central Macedonia is Thessaloniki.)
- ^ Harry Coccossis; Yannis Psycharis (2008). Regional analysis and policy: the Greek experience. Springer. r. 19. ISBN 9783790820867. Ji orîjînalê di 15 adar 2024 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 19 tebax 2011.
- ^ Manos G. Birēs; Marō Kardamitsē-Adamē (2004). Neoclassical architecture in Greece. Getty Publications. r. 176. ISBN 9780892367757. Roja gihiştinê 10 tebax 2011.
Thessaloniki.
- ^ a b "Census 2021 GR" (PDF) (Press release). Hellenic Statistical Authority. 19 tîrmeh 2022. Ji orîjînalê di 9 çiriya pêşîn 2022 de hat arşîvkirin (PDF). Roja gihiştinê 12 îlon 2022.
- ^ Nicholas Konsolas; Athanassios Papadaskalopoulos; Ilias Plaskovitis (2002). Regional development in Greece. Springer. ISBN 9783540423959. Ji orîjînalê di 15 adar 2024 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 16 tebax 2011.
- ^ "Introducing Thessaloniki". Lonely Planet travel guides. Ji orîjînalê di 9 sibat 2009 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 19 tebax 2011.
- ^ "Aristotle University of Thessaloniki". European University Foundation. Ji orîjînalê di 16 sibat 2024 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 16 sibat 2024.
- ^ "Αποτελέσματα Μόνιμου Πληθυσμού κατά Δημοτική Κοινότητα" (bi yewnaniya nûjen). 21 nîsan 2023.
{{cite web}}: CS1 maint: unrecognized language (lînk)
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- "Thessaloniki and the Bulgarians: history, memory, present". Солун и българите - история, памет, съвремие (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 24 kanûna pêşîn 2023.
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Li Wikimedia Commons medyayên di warê Selanîk de hene
