Senteza Tirk-Îslamê
Senteza Tirk-Îslamê yek ji şirovekirinên Îslamê ye. Di dema şerê sar de DYA bi navê bloka kesk li welatên Îslam projektek meşand û ola Îslamê û bawermendên Îslamê li dijî çepgîriyê û komûnîzmê birêxistin kir. Li Tirkiyê vê polîtîkaya DYAyê xwe bi navê senteza Tirk-Îslamê binavkir û da der. Îslamîstên radîkal û nîjadperestên Tirk ên radîkal di yek armanc û bingehê de gihand hev û li dijî komûnîzmê têkoşiyan.
Di destpêka salên 70î de bi navê "Komeleyên têkoşîna bi komûnîzmê re" gelek komele avabûn. Bi hezaran çepgîr, ronakbîr hatin kuştin. "Ocaxa ronakbîran - Aydinlar Ocagi" pêşengiya vê politîkayê kir. Bi hatine derbeya leşkeriya 12ê îlonê (12ê îlona 1980an) ev polîtîka bû polîtîkaya fermî ya dewleta Tirkiyê. Bi destpêkirina têkoşîna PKKyê û bi dawî hatina şerê sar vê polîtîkayê berê we da Kurdan. Hêj jî berdewam e.
En senteza han Tirkan û berjewendiyên dewleta Tirk wekî xwedî û pêşengê ola Îslamê dibîne. Daxwazên Kurdan û hindikayiyên li Tirkiyê dijîn bi navê "îxanetê" binav dike. Dijminahiya Kurd, Ermenî, Grek, Laz, Pontûs, Çerkez, Cihû, ola Xrîstiyanî hwd dike.